Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Pîr Dawid PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Qedirê mêray çend e
Yî bê kule, bê gazind e
Da bidin medihê Dawidê xerbend e

Qedirê mêra we ye
Bê kule, bê gazinde ye
Da bidin medihê Dawidê xerbende ye

Bifikirine vî rengî
Şêx Mûse û siltanê zengî
Dê çine ba Şêxadî bi cengî

Siltanê zeng mêrekî bi kar e
Ber diçin diho û nikar e
Barek kir buye bar e
Aliyek sêke, aliyek jehre
Dawid kire qasid ba Şêxadî ve dihinar e

Dawid wê di çiye
Şêxaadî jê pirsîye
Dawid tu bi xwedê kî îlahîye
Tu dê bêjiye min rastîye
Diyarîya siltan zeng bo min hinartî çiye

Dawid deng dike bizar e
Ezîzê min çi nîne pêşteve neye diyare
Diyariya siltanê Zeng bo te hinartî,
aliyek sêke, aliyek jehre

Dawido weye we nîne
Tu barê xwe dayne
Aliyek rune, aliyek hingivîne

Dawidî barê xwe dana ye
Şêxadî da, sed keramet nema ye
Dawid ser destê Şêxadî şehde da ye

Dawid vegeriya siltanê Zeng jê pirsîye
Dawid tu bi xudê key, îlahîye
Da bêjiye min rastiye
Ka hiner û kerametê wî Şêxî çiye

Dawid we dibê ye
Mîro vegerê were ser rê ye
Hinera Şêxadî bê şik hinera Xwedê ye

Siltanê Zeng êke ne çêkir
Ecêbê kibar li nefsê kir
Girt û ji binda zimanê Dawid jê kir

Pîr Dawid pîrekî bi erkan e
Sê roj û sê şevean e
Nav leşkerê siltanê Zeng geriya, bê zarî bê ziman e
Ziman nebû bi desta wê didet xeber e

Pîr Dawid pîrekî mêr ser e
Sê roj û sê şevî derander e
Ziman nebû bi desta wê didet xebere

Pîr dawid vedigeriye
Şêxadî pifkire devîye
Hefit cara zimanê Dawid ji berê çêtir digeriye

Dawid hilû her e
Heke li xêre, heke li şer e
Himeta min hebet bi te re

Dawid dibêje: Hey pedşê mino yî bêrî
Heke tu kerameteke ji zimanî,
mezintir ji minre ne hinêrî
Siltan Zeng û malxweyê xwe bi çi renga nasipêrî

Şêxadî bi keramet e
Dawido me bi tere şerte
Me bi te eynete
Heke siltanê Zeng bo me bike berbat e

Şêxadî Dod dixweste
Behra nazokê dibin çengî de dibest e
Bi nav leşkerê siltanê Zeng ve kirbû qest e

Dodê şidênî
Siwarbe li borê kulpînî
Here leşkerê siltanê Zeng bo me bişkênî

Şêxadî Dod dihinar e
Borê kulpê kirbû siwar e
Nav leşkerê Siltanê Zeng ve dihinar e
Çend zad û êmîşê wan dixwar e
Siltan Zeng û malxweyê xwe,
mabûn di şermîn di şermezare

Siltanê zeng ji malxweyê xwe pirsîye
Tu bi Xwedê kî îlahîye
Dê bêjiye min rastîye
Ka zigê Dodê çiye

Malxwe deng diket bi zar e
Mîro zigê Dodê hilîn e
Wa di binda behreke şîn e
Dinya û alemê çare pê nîn e
Ji xeynî qutbê zemên e

Şêxadî xudanê qirar ê
Mêr cema kirin li mixar ê
Pîr Dawid xelat kirbû wê car ê

Pîr Dawid pîrekî bi erkan e
Li gel çil pîra kire pîrê kereman e
Şikira me suniya(Êzdîya) sidqe û heya û îmane

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 41 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization