Center Of Yezidi Culture in Moscow (RUSSIA)  
   
 
Thursday, 04 December 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Russian
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forum
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Download
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Pîr Şeref PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Mestê sikran im
Nêçîrvanê bazan im
Aşiqê sura giran im

Aşiqê wê surê me
Derê dirbave tê me
Dirba baz jê ve têne

Xwezî min bizaniye
Riya baze lil kûye
Da min bigirte binijîne

Nijiyare ne ji gul û bar e
Ye bi miske, ye bi mehiwe re
Serê min yî bi defter e

Davêt min veda ye
Derê dir ba xweya ye
Baziyek tê nema ye

Dilê min pê di bû şa ye
Dilê min pê di bû ava ye
Min nezani min berda ye

Min davek veda ve
Derê dirba xweya ve
Baziyek kete nave

Mala min pê dibû ave
Min ne dizani min berdave

Dava min ji muye
Derê dirba vedibû ye
Baziyek tê werbû ye
Min ne di zanî ji min berbû ye

Dava mine zirav e
Derê dirba xweya ve
Baziyek kete nav e
Min ne di zanî min berda ve

Çî baziyekî di cîde
Min di dava xweda dîte
Min ne di zanî sura siltan Êzîde


Çî bazekî mezine
Wê kefitiye dava mine
Min nedizanî sura melik şêxsine

Çî baziyekî bukir
Wa li dinê bûye zikir
(Min ji dava xwe vekir)
Min nedizanî sura Şêxubekir

Çî baziyekî bi hinere
Firî ço erçêd sere
Min nedizanî sura şêximisê tetere

Çî bazoyekî bi nurîn e
Firî çû ezmîn e
Min nedizanî sura melik Fexiredîn e

Çî baziyekî giran e
Firî çû erşan e
Li erşa dewran dan e
Mîr Hesilmemane
Nasir dînê babane

Mîr sicayê sican e
Şêx Mamed Reşan e
Şêx Mendê Fexiran e
Dawidê bin Derman e
Pîrê Terciman e
Rastiyê sipartibû ligel yar û birane

Li baza li bazgîra
Ewin pisê feqîra
Ewin seydê mîra şevê û rojê li nêçîra
Dîndara mîra

Baz hetin bazirgan e
Bar lal û dur û mircan e
Wê dadinêne Dorê şaran e
Xasêd Şêxadî hatinê ser bi serane

Go: Ezîzê mino hêşta erzan e
Baz hatin bazirganê boş e
Dur înabûn bi goş e

Go:Ezîzê mino xwezî te êk min firoşe
Baz hatin û bihorîn
Hevalê me li gel xwe birîn
Dilê me ji mîr û mihebeta siltan,
Şêxadî mabû kewkirî

Mezela dur nijinî
Baziyek jê di beyinî
Kund hat şûnê dinhî

Mezela dur nijnî bû
Baziyek jê firî bû
Kund hat şûne nihî bû

Mezela der girêde
Bazî jê di firête
Kund hatî şûnê dadinête

Şeref lawê Dawid e
Di destîde qelema ûde
Ez vebekim dirêya ciûde

Şerefim lawê pîra
Dil sotin rasta mîra
Ez şebekim dirêya feqîra

Şerefim lawê duwa caz e
Di xebîr ji derwaz e
Ez şebekim dirêya baz e

Êk me divêt yê sipî baz e
Hûn xebîr bin
Ez dişêm bidim van raze

Şeref deng diket ji esas e
Fehimê min zar qeyas e
Tu xidirî anî liyas e

Xidiro ya xidirî
Pir himeta qadirî
li hemû cewabay hazirî

Xidir we cewab daye
Mela dixunit zekaye
Wê zêde dike belaye

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 10 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization