Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Zebûnî Meksûr PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Zebûnekî minî dil meksûr e
heke ji ba ezîz melik Feyredîn bêtin destûr e
Em dê medha dîn ji behrê kûre

Zebûnekî min yî kem taqet e
Heke ji ba eziz Melik Fexredin bêtin îcazet e
Em dê ji behrê kûr dîn wisfete

Li min Cema dibûn babzer e
Dê ji wê behrê dîn xeber e
Tê hene durê cewahere

Medha bidin ji kitîr
textê tenê dibûn emîr
Huwe el-'alim, huwe el-besîr

Pedşê min ji durê bû
Hisnatek jê çêt bû
Şaxa mehebetê lê bû

Lê bû şaxa muhebete
Li destê(Sultan êzî)heye qelema qudretê
Şikir ji Xwedê re ez havêtme ser pişka sunetê


Aşiqa ew mîr dît û kir nas e
Ji êk vavartin muhibete û kas e
Kire riknê çendî esas e

Kire rikin û rikinî
Dur ji heyibetê hinçinî
Taqet nema hilgirî

Taqet nema li ber bisebirî
Dur bi renga xemilî
Sor bû sipî bû sefirî

Dur bi renga geş bû
Berî ne erd hebû, ne eziman hebû, ne erş hebû
Ka bêje min pedşê min bi kê re xweş bû


Pedşê min xweş suhibet e
Li hev runiştibûn muhemet e
Pedşê min li wê derecê kir hedûsede

Pedşê min hidûsed li wê çêkir in
Şeriy'et û heqîqet ji hev cihê kirin
Sunete mixfî bû hingi dehir kirin

Sunete mixfî bu hingi dehir kirin
Pedşê min heqîqet navda dihinare
Gotê: Êzîzê min sunet li kû girti bû ware

Çî mewlayekî min yî hukim rewa
Mersûm nazil bû ji cewa
Bi qudrete sura sunetê maliq westa bû li hewa

Bi qudretê maliq westabû sunet e
Û bire ber pedşê xwe îcazet e
Gotê:Ezîzê min hizret mehebet e

Çî mewlayekî min yî hukim giran e
Li nav wan dana zor erkan e
Muhibet û xerzê nûrê dana wan binîşane

Xerzê nûrê bab e
Dû cehwer keftine nav e
Êk nezere êk cav e

Êk eyne êk beser e
Pedşê min da durê bi neder e
Pedşa dizane kî li sere kî li ber e

Qendîl ji bana nizilî muhibet kete nav e
Pedşê min pê hilîna bû çav e
Ka bêje min çî gote durê jê weriya bû av e

Av ji durê diweriya
Buee behir û bengiya
Pedşê min merkeb dibest û nav geriya

Pedşê min li merkebê dibû siwar e
Pedşaye û her çar yar e
Têk seyrîn çar kinar e
Li Lalişê sekinîn got: Eve heq war e

Heq ware û sekinîn
Pedşê min hêvên havête behirê û behir meynîn
Duxanek jê duxinî, her heft ezman pê mijimîn

Pedşê min ezman bi raste
Muhebeta ji qevda raste
Pedşê min mekan dana, text veguhast e

Pedşê min li ezman kir sefer e
Ew bû çara sefer kirbû ker bi ker e
kire riknê çendî menber e

Aşiqa we jê xeber da
Şaxekî dî jê ber da
kire riknê çendî erda

Erd mabûy behitî
Xidudekê xeditî
Go: Ezîzê min erd bê wê surê natebitî

Piştî çil salî bi hijmar e
Erdî bixwera negirt heşar e
heta laliş bi navda dihate xuwar e

Laliş ku dihat e
Li erdê şîn dibû nebat e
Pê zeynîn çiqas kinyate

Ku kinyat pê di zeyinîn
Çar qismet têk hincinîn
Ax e, av e, baye û agirî
Qalibê adem pexember jê nijnîn

Şembû dana esas e
Înê kir xilas e
Piştî heftsed sal, heft sur hatine duran û kas e

Piştî bi heft sed sal, heft sur hatine hindav e
Qalib mabûy bê gav e
Gote ruhê tu boçî naçiye nav e

Ruhê go liba aşiqa we malûm e
Heta bo min ji bana ne yên şaz û qidûm e
Nîveka ruhê û qalubê Adem pêxember tixûm e

Şaz û qidûm hatin û hidirê
Û nûra muhibetê hingivte serê
Ruh hat û qalibê Adem pêxember êwirê

Adem pêxember ji wê kasê vedixwar û vedijya
Mest bû hijiya
Goşt lê huriya, xun tê geriya

Adem pêxember ji wê kasê vedixwar e
Kerameta wê kasê hate diyar e
Lew Adem pêxember pêngiji pê dibû şiyar e

Adem pêxember ji wê kasê vexwar û pê xweştê
Kerameta kasê hat û gehişt ê
Lew Adem pêxember hilgirt û bire behişt ê

Pedşê min yî rebil semed e
Ji Adem wê bûn coqeta
Ji hev vavartin heftî û du milet e

Bû bedîla nuhê nebîya
Qewmek dê dehir be li dilê wan heye zor kifirîya
Ew jî wê li Xwedê xwe bin e yaxîya

Piştî wê hêwan ê
Qewmek dê dehir e di dilîda namîne xofa îmanê
Ew jî dê xeriqin bi ava tofan ê

Piştî wan bedîla
Qewmek dê dahir be ne yî edîle
Nuqtek dê nazil bê ji qendîle
wê li nav dehir bê birahîm xelîl e

Birahîm Xelîl ji nuqtek e sadiq e
Bi sê herfa dibû multeq e
Heta Xwedê xwe naskir bi heq e

Heta Xwedê xwe bi heq naskir
Li gel Azir û Nemrûd û senema behis kir
Lew giyanê xwe ji kifiriyê xilas kir

Piştî wan xelîlaye
Musaye û Îsaye
Mehemedê nu kamile
Muhiba wî di hingifte hindek dila
Xitmê mîra seyidê mursil e

Ya seyid el_mursilî
Çend bedîl hatin û bihurî
Çend xas hatin min hijmirî
Ew siltan Şêxadî ye
Tence ji ewil heta biaxirî

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 18 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization