Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Mîr Birahîm PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Bi qudireta xefûre
Pêşinek hatibû ji jore
Xasê Xwedê bûn mîr Birahîm pê nedibû bacûra

Bi qudireta rehimanî
Pêşinek hat ji banî
Ew xasê Xwedê bûn mîr Birahîm pê nedizanî

Bi qudireta êkî faxir e
Mîrek ji wan xwe lê dahir dikir e
Birhîmo me li ser qesra te hinda kir hêştir e

Mîr Birhîm wê we dibêjê ye
Kes nema kes nediye
Meskenê hêştira çole û beriye

Çî Hêştira pirç sipîye
Mîrek ji wan dibêjîye
Kes nema kes nedîye
Pisê Derwêş be razête nav li hêfan û balgêye

Birhîmo tu yî mestî tu yî gêjî
Mîrî ji Lalişê em hinartine bo te bêjî
Pisê Derwêşa be razê qesirê rijêjî

Mîr Birhîmo em hatine bêjîne te ye
Qesid ke Lalişê li ber ke xerqe ye
Ew li basê babê te ye

Mîr Birhîm wê diçîye
Wê ji mala xwe pirsîye
Dayê babê min kîye

Maka pir kerem e
Pisê mino ez vê cewabê bite bidem e
Tiştê min jê zanî babê te Derwêş Adem e

Mîr Birhîm wê we debêjîye
Wê ji maka xwe di pirsîye
Mesikenê babê min li ku dibîye

Maka Birhîm wê we dibêjîye
Meskenê babê te merz behirê sipîye

Mîriya Birhîm ye jîre
Nesîheta makê kirbû ji bîr e
Borê xwe siwarbû çû nêçîre

Dabuye devê kivanî tîr e
Pêşberbû asikek bi şîr e
Birîmo tu Xwedê xwe neke ji bîr e
Lalişê tu li ser heft babay feqîre

Birhîmo tuy perêsî
Tu ji Xwedê xwe natirsî
Dê vê tîrê li min kêşî
Lalişê li ser heft baba tuy Derwêşî

Xezalê dibêje:
Birhîmo ez sê kara şîr dideme
Li beriya jêrî xudan dikeme
Ez ji ber seyadê mîra newêrim li gel xwe bibeme

Sê kara şîr dêr im
Beriya jêrî vedişêr im
Ji ber seyadê mîra newêr im li gel xwe bigêr im

Hey Birahîmo yî Ademe
Tu bi hêle ez her sê karêt xwe şîrdeme
Paşî qirar be ez nêçîra teme

Gava Askê cewab da ye
Mîr Birhîm Kivanê xwe Şikêna ye
Borê xwe berda ye
Girte ber xwe berî û çiya ye

Mîr Birhîm wê di çiye
Şivano tu bi Xwedê key îlahiye
Dê bêjiye min rastiye
Ka ev peze pezê kê dibiye

Şivan wê we dibêjiye
Dê bêjime te rastiye
Eve pezê mîr Birîm bixwe dibiye
Ez jî beniyekim ji benyê wîye

Şivano ez mîr Birhîm bixwe me
Dê vî pezî û vî çoxî bi te deme
Min bi çoxê te heye tema

Şivan di bêje
Min çoxê te nevê ye
Hemû ji ked û xwîna xelkê ye
Xwedê bikim ne behir tê hebe ne hevrê ye

Şivano çoxê min merweze
Bote sed salî bese
Min temay di çoxê te heye herwese

Şivan wê we dibêje çoxê te yî hişk e
Tijî mar û dûpişk e
Xwedê bikim ne bar tê hebe ne pişk e

Şivano çoxê min çil tûman e
Xiraca misrê û heft salan e
Hemû cara livayek ji yê berxan e

Şivanî agirek jenîye
Hindek çoxê Mîr Birhîm nav danîye
Mar û dûpişka girtine berxo berî û zevîye

Şivanî agirek hilkire
Hindek kepenekê xwe bi nav dikire
Buye nûreke kesik çû erşêt faxire
Birhîmo wê di êsiyê wekî çira

Şivanî agirekî dî dada ye
Hindek çoxê Mîr Birhîm li nav dana ye
Mar û dûpişka girtine ber xwe berî û çiya ye

Şivanî agirekî dî di jenîye
Hidek kepenekê xwe linav danaye
Buye nûreke kesik ço erşê êliye

Şivanî got: Heft salî temame
Ez li ber vî pezî dimame
Çipkek şîr min nekiribû tame
Min zanî li axretê bo min yî herame

Heft sele bi hejmare
Min li ber vî pezî kêşabû azare
Min zanî li axretê bo min yî mirare

Mîr Birahîm qîrek radihişte
Kasa nema kasa nekuşte
Mîr Birahîm xasbû di nav xasên Xwedê de geşte

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 20 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization