|
Îlahiyo tuyî qadirî Berî roja em bimirî Te kir ber vî derî hedirî
Eve bû kesera dilî Berî roja em bimirî Te kir bi mişetê wesilîn
Mişetê sîha wan bî ye Meyze kirbû li wan cîya li wan ûlî ya Ew bû qedemgeha Şêx Fexrê Adî ya
Li mişetê rûniştibûm bisat Ji xema ezîmat Ezî hesay dilî minî reht
Dilo tû çendî dikev nêçîr ê Bûy kevrê li ber serîr ê Ji nav bera basixrê û bîr ê
Jor hate ser e Li min şehde bin dar û ber e Şêx Fexrê Adîya ji rewa dimalitin ger e
Ji jor hate xwar e Li min şehde bin ber û dar e Şêx Fexrê Adîya ji rewa dimalitin xebar e
Çûme warê Zibêr e Wê tê dengê pilingan û şêr e Ew bû qedemgeha Şêx Fexrê Adîya binhêr e
Ew bû keleha mem êsî ya Mexelê wan pez kûvî ya Ew bû qedemgeha Şêx Fexrê Adî ya
Çûme warê Harûn e Wê sor diket ji beybûn e Ew bû meskenê wan xatûn e
Çûme ser kanîya horî ya Min meyze kirbû li wan cîya li wan ûlî ya Ew bû meskenê wan sitî ya
Şexsek wê li Berbur ê Ew bû keleha dêm sirûr ê Şêx Fexrê Adîya fericî bû li wê nûr ê
Şexsek wê li berbûr de Bi wê qubê kim di gelîyê Kûr de Şewqa nûrê jê nûr de
Şexsek wê li ber Xewşav e Quba mîrê min li nav e Li wê derê min li pedişê xwe kir zor silav e
Şexsek wê li ber Xewşava yê Ew bû kesera dêm sewda yê Şêx Fexrê Adîya fericî bû li wê ra yê
Şêx Fexrê Adîya bi mal û êl ve Û bi kuç û xêl ve Hêdî hêdî dimeşiya li ber kendêl ve
Dilo Fexro yî biman ê Rezayê Şêşims û gul hinar ê Ya Şêşimis te kirye û pite tê xwar ê
Ji şikeftê heta bi mixar ê Li min şehde bin ber û dar ê Şêx Fexrê Adîya rê bo Şêxadî ji ruwa di mal ê
Fexro yî dil bi êş e Ji borî peya bû min dikêş e Ez çûme ber pîrê hêş e
Min li pîrê hêşe dikir silav e Ez çûme ser kanîya av e Ez peya bûme nav e
Av tê bi Laliş e Cî û mekanê xweş e Ew bû qedemgehe Şêx Fexrê Reş e
Laliş ku Laliş e Cî û mekanê Xweş e Şêx Fexrê Adîye jîr deluwê bû geş e
Fexro yî têr bijî Li derê kanîya sipî rûdiniştî Li derê Mîr dinivistî
Xanîyê em têde yî pan e Di nav digeryam rojek û dan e Li dilê Şêx Fexrê Adîya namînit ne êş e, ne kesere, ne kovan e
Xanîyê em têde yî bi der e Di navde digeryam çend qender e Li dilê Fexrê Adîye namînit ne êş e, ne kovane û ne keser e
Xanîyê em têde yî bi cîd e Rûniştibûn li celsa mîr e Cîyê sema lê di kêşin feqîr e
Şêx Fexrê Adîye: Li gel coqetêt şêxan û pîr Pala xwe dabûye berê xefîr e Berê xwe dabûye celsa mîr e Cîyê sema lê di kêşin feqîr e
Şêx Fexrê Adîye li gel coqetê yî ciwan e Pala xwe dabûye berê zav e Berê xwe da bûye quba Hebab e
Xwezî Çûbame deryê mezin e Min serê xwe danabe li bin e Mêr li dîwana Şîxadî û Melik Şêxsin dibin, miraz hasil e
Xwezî çûbame deryê nûranî Min serê xwe li ber datanî Şîxadî yî agehe yî dûrbîne bi hemû yê dizanî
Hincî yê birîna wî li dil e Qesdikine dîwanên fazil e Mêr li dîwana Şîxadî û Melik Şêx Hesin dibin, miraz hasil e
Hincî yê birîna wî li mêlak ê Qesid bikine dîwana Şîxadî û mak ê Mêr dibin miraz hasil li dîwana Şîxadî û makê û li ber berê şibak ê
Fexro dilê bi hest e Ber bi Lalişa nûranî kirbû qest e Li celsa mîr ve diwest e Şibaka Şîxadî girtibû bi herdu dest e Me û hazir û guhdara miraza xwe ji wan dixweste Ewan miraza xwe û ya me, ji dîwana Siltan Êzî dixweste
Em di kêmîn û Xwedê yî temame
|