Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Qedîbilban PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Pedişê min yî sultan e
Dahirkir qedîbilban e
Kire pîrê Masekan e

Pedişê min yî sultîn e
Dahirkirbû qedîbilbanê miskîn e
Ew ne yî hewcey çi mishefan û yasîn e

Mêran û dilî
Medeha bidin ji ewilî
Qedîbilbanê Mûsilî


Qedîbilban lawekî kir bû
Xudanê îlmê pir bû
Ji batin de yî bi sur bû

Qedîbilban yî çê ye
Wê dixûnit elf û bê ye
Qafî du bûn kirne sê ye

Dayika êrife û zan e
Girtibû destê Qedîbilban e
Dibe cem melan e

Dayik dibêje mele
Êmanet ev kur e
Tu baş terbiyet bik e

Mela rabû yê bi gef
Şif hilanî bi kef
Qedîbilban bêje elif

Elif navê mîr e
Ne bêje Qedîbilban yî sexîr e
Berî te bi vê herfê yî xebîr e

Mela dibêjitê, bêje bê
Qedîbilban dibêjit ê
Bi hîmeta êk yî bêrî
Tu keftiye di nav pencên şêrî
Heke te aqil hebit tu dê zû spêrî

Mela dibêjtê Qedîbilban
Ta: Te lipê êkî çê bî
Dayim mêra sidiq û îman û heya li pê bî

Mela dibêjtê Qedîbilban
Sîn: Sura cîd e
Ew sura Qedîbilban dît e
Mela ji wê surê yî be´îd e

Mela dibêjtê Qedîbilban
Zay:Zeyneta dilî
Tu hesay bîne li ser aqilî
Te(zerb) ne dîtî ye lew tu na xûrcilî

Mela dibêjtê Qedîbilban
Bi hîmeta bîrî ye
Heke tu bizanî meseb ê
Tu pê di peristî kî ye

Mela we dibêje:
Wextê qalibê Adem pêxember çêkir
Û bi ser, dest û pê kir
Ew kî bû kasa qudretê lê kir

Qedîbilban we digot e
Wextê qalibê Adem pêxember çêkir
Bi ser û dest û pê kir
Tawus melek bû kasa qudretê lê kir

Ewan îlmê xwe di heyotin
Mele cot cot digotin
Qedîbilban çar çar di verotin

Mela mabû li mat ê
Leşê mele lerzînkek hat ê
Mela nemabû biket hikyat ê

Mela mabû heyîrî
Didilê xweda mabû kewgirî
Çû mizgeftê êwirî

Çî cêşekî qewî ye
Qedîbilban dît û nasî ye
Ew cêşê Şêxadî ye

...............
............
................

Mela rabû helwest a
Ewî pê dana ser pê
Û dest dana ser dest a
Got:Ya Qedîbilban ew kerem
Û marîfet li ba te bû mest e

Mela mabû li wê ye
Dest dana ser dest
Û pê dana ser pê ye
Got:Ese kerema mêra ji ba Xwedê ye

Mela deng diket bi xwe ye
Ev kerem û merîfet li ba te he ye
Tu çima min nakeya mirîdê xwe ye

Mela mabû li mang ê
Dest havîte daman û dang ê
Got:Tu min xilasbike ji vê ezab û astang ê

Mela hêwirî û dibêjî ye
Heqiya min Şîxadî ye
Û pîrê min Qedîbilban e

Em di kêmim û Xwedê yî temam e

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 39 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization