Center Of Yezidi Culture in Moscow (RUSSIA)  
   
 
Thursday, 04 December 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Russian
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forum
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Download
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Hemedê Babê PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Menalî menalî hemedê babê kalî
Hey zêro ji wî kemalî
Sunîyo sur li balî

Hemed borî di gerînit
Çi ciyê xalî nabînit
Hemed borê lê bi vehwînit
Ji ber cêşê Şêxadîye.

Şêx Cefer deng di ket bi zar e
Dû Şêx nabin li çi war e
Êki dayine êk çirar e

Babo ez çil salî li çiyay bûm
Li çi denga ne bîhay bûm
Çil salî ez li çê bûm
Li xilmeta mewlê bûm
Çi denga ne bihê bûm

Çil salî hoy durist e
Min ne di xwar û ne di nivist e
Min ji hew paş Xwedê xwe bi heqî di perist e
Vêca Hemedî, xwe ji babê xwe cuda kir
Û karê xwe kir û pişta xwe da day û baba

Maka Hemedî tê ye
Hemedo babê te ye
Vê carê çi li gel nekeye
Meztire ji min û te ye
Li axretê bo te gune ye

Hemedî got:
Makê xwe bide paş e
Çêra di key çêreka belaş e
Ew babê her dûya dê deme paş e

Eve bû cara sibe yê
Cer hilgirt çû ser kanî yê
Berî te û babê Ezî li ber kursî yê

Cara ji tarî bav ê
Cer hilgirt çû ser av ê
Berî te û babê ezî li ber wê silav ê

Kanîya nava malan e
Sêva sor nîşan e
Berî te û babê ezî li ber erşan e

Hemedê nû xet e
Hawirî şara lêk di det e
Ji qehrêt babê xwe de

Hemedî jîr e
Û vegerya gate cizîr e
Ji qehrêt babê pîr e

Hemede wê di çîya
Siwar borê qîmetîye
Dê çite şarê Şîxadîye

Hemedê serxoş e
Hilgirt bû delq reş e
Qest kir û çû laliş e

Hemede wê di çîy e
Hemed reşê di bînîy e
Hey reşmo yî gareyî tu bêje min,
mekanê malxoy çiy e

Reş wa vedigerî ye
Şîxadî jê di pirsî ye
Hemedê baba wê hatî ye
Bi şarê te ney razî ye

Şîxadî ji we di bêjî ye
Hey reşmo yî gareyî ye
Heke Hemedê baba hatî ye
Ev şarê xalê wî ye, ew di zanit bi xwe nîşan jê çi ye

Reş wa vedigerî ye
Wa ji Hemedê baba di pirsî ye
Bi qendîla li erşî ye
Tijî surêt ewlî ya
Gote Hemedî tu di zanî serdar kîye?

Hemed jî we di bêjî ye
Ew qendîla li erşî ye
Tijî surêt ewlîya û serdar Şêxadî ye

Hemed jî we di bêjî ye
Hey reşmo yî gareyî ye

Ew qendîla li erşan e
Tijî surêt xasan e
Gotê ruha reşê jî êk ji wan e

Hey reşmo yê weke sêl a
Dest havête kivanê çingêl a
tîrek da bû li kure ruwêl a
Ji vê dinê kir bû vihêl a


Dergehê heq û teal a
Hemedî ruh berdane ser xiyal a
Ruh çû bû, mabû qalibekî val a

Ruh Hemedî ve di gêrî ye
Malxo yê malê li mal nî ye
Hûn bêjne min xetêt qalibî kirîn çiye?

Hê hê çî bû, çicirîya
Xeber li alemê gerîya
Reşê Hemed wê kuştîye

Şêx Cefere bi mal de
Êk heye di xeberê Hemed tal de
Hêstir hatin bi şêba kal de

Şêx Cefer rabû hil di west e
Wî jî zînîyek wa li xwe di best e
Bi şarê Şîxadî ve kirbû qest e
Bi êdeka Şîxadî girt bû bi herdû dest e

Şîxadî we di bêjî ye:
Şêx Cefero Xelîl xuşka min e
Qedrê wê qedrekî mezin e

Malo bila Qewal bên e
Defa hil pavên e
Reşê li ezmana çengil dirêjin

Malo Qewal wa sitra ye
Semayeka qanûnî li cels û riwaqê,
şîxadî rawestaye
Û reşê hatbû ji hewaye
( Di bêjin Çîxadî tîrek di destê cafer kir û gotê: Reşê ango Pîr Mehmed Reşan bi kuje)

Reşê got çî tîreka qewî ye
Hat bû ji erşêt êlî ye
Min di zanî tîra Şêxadî yê

Tîra şêxê xwe me
Mertalî bernade me
Di zanim rojekê dê pê herime
Xûna Hemedê baba westaye
Şêx Cefer ji wê bi rê bû
Û ewê rojê Mamed Reşan(Reşê) li pê bû
(Şîxadî gote Mehmed Reşan li pey here heke Cafer çû mal got min bi qeweta Şîxadî heqê xwe stand were, lê heke got min bi qeweta xwe stand wî jî bi kuje.

Şêx Cefer bi mal re di gehişt e
Û dabû xeberek ney durist e
Mamed Reşa di gehiştê ew jî di kuşt e

Ya hatî bi serê Şêx Cefer e
Ne êtin bi serê çi kafir e
Li keftine yî mixadir e

Ya hatî bi serê Şêx Ceferê zerzan e
Ne êtin bi sere ci kesan e
Me dû dan şûna êkan e

Em di kêmin Xwedê yî temam e

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 15 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization