Center Of Yezidi Culture  
   
 
Sunday, 06 July 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Qendîla PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Zênare zênar e
Şêxadiyo me bi te hawar e
Bedîl li me bû ye kifar e

Bedîl hatin û bihurîn
Çendî tê di fikirîn
Di nav de mabûn heyirîn

Hûn bifikirn li bedîla
Gûhê xwe me dine xafilan û bexîla
Lew ronahî ji nav me rabû çû qendîla

Çi qendîleke bukir
Padşê min bi rehim û şefeqêt xwe kir
Ewî jê çêkir şêxûbekir

Çi qendîleke zer e
Nazil bû ji erşê li ser e
Şêxûbekir bû merebîyê Şêşimsê teter e

Çi qendîleke giran e
Nazil bû ji ezman e
Şêxûbekir bû ye merebîyê her çar biran e

Çi qendîleke geş e
Nazil bû ji erş e
Dergevan şêx Fexrê reş e

Çi qendîleke mezin e
Rehim û şefeqêt padşê min e
Ewî jê çêkir melik Şêxsin e

Melik Şixsin dibêjit wekî diniya av bû
Padşê min yî li nav bû
Ew kî mêr li ber rawesta bû?

Mêra ji melik Şêxsin pirsîye
Ew Şêxsinê Adîye
Te zerb, hiner û kerametêt padşê xwe çawa dîye?

Şîxadî hate Hekar e
Sicûde bûn ber û dar e
Şîxadî li nav mêra serdar e

Şîxadî hate Lalişe
Xemilî bi xerqêt reşe
Edewîya hal pê xweşe

Şîxadî li Laliş bû
Xemilî bi xerqê reş bû
Edewîya hal pê xweş bû

Ev dinya dinyayeke zer e
Însanê têda yî bê bawar e
Meferê me ma Şêşimsê Teter e

Wê dibêje melik Şêxsinê Adî
Min zerib, hiner û kerametêt padşê xwe zer dî
Hemû cara bi navê siltan Şîxadî

Ji qewlê Şêx Fexrê Zergûn e
Pirs bikin ji melkê Beyrûn e
Gelo çawa ev ezman rawesta bû bê sitûn e

Melik Fexredîn we dikire ra ye
Ewî û her çar bira ye
Vêkra dikin teba(teva) ye
Go: Stûna ezman rawesta bû bi duwa ye

Ev dinya dinyayeke mezin e
Kêm bûn alim û momin e
Meferê me ma melik Şêxsin e

Ev diniya dinyayeke bi cîda
Xof û rehim nema li dilê mirîda
Meferê me ma siltan Êzîde

Bedîl borîn min weha dî
Dê dehir bê Şerfedînê mehdî
Meferê me ma siltan Şîxadî

Ji qewlê Pîr Reşê heyran e
Hincîyê bi rastî û dirustî dest pavêt e,
damana yar û biran e
Dayîm merkeba wî li behrêt giran ye melevan e

Ji qewlê pîr Reşê bi cîd e
Di bêjme we gelî mirîd e
Me dîn Şerfedîn atqat siltan Êzîd e

Em di kêmîn Xwedê yî temam e

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 17 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization