|
Kengî ji min re bêtin mizgîn e Coq bi geliyê Lalişê bi hurîn e Ber bi gelyê Lalişê bi çîn e
Kengî qayîm ka rkin Metbex û şîlanê Şîxadî bar kin Dilêt edewîya şay û şar kin
Kengî min cemandibûn coq e Mîrê mezin dê helgirin tok e Dilêt edewîya keftin şayî û şoq e
Çûme dîyarî behiş tê Ew dîdare li min xweş tê Cindî mîr bû libsê reş lê
Xelik werin zerba bibîn in Qub di keskin, hilêl di zêrîn in Ew ji kerema Şemsedîn û Fexredîn in
Fericîn li wan qubeh a Rêza baban û dergeh a Dê tuwafkîn her heşt qubeh a
Fericîn li wan qubêt bi nûr Xasa li ber bestî mehder û mişûr Behişt ewe li geliyê kûr
Geliyê Lalişê bi nav e Wê pêda dêtin av e zar mede zor silav e
Silav û sed cot siba te bi xêr Di bêjme we gelî mêr a Ruh ya li derê Kaniya Spî Qalib yê li hêre
Dilê minî weha ye Îlahîyo tû li me bikî şa ye Dê tuwafkîn derê kaniya Spî, li gel kekê Şêx Şeîylila ye
Ezê dil hoy bike ser Gelî bira di bêjme we ev xeber Dê tuwafkîn derê kanya Spî li gel ferşêt mermer
Dilê min yî bi keser bê Ji Hesin-Pîrik heta dergehê bi xêr bê Îlahîyo tû li me bineder bê
Kesera Reşê kar e Xozî qenter bestî letînî car e Dê tuwafkîn derê kaniya Spî, li gel Zimzim û mixar e
Îlahîyo em vêkre bixwazin miraz ê Mabûdê me û Şîxadî xudanê îtqad ê Bi Şêşim bigrîn enyat ê Melik Şêxsin li me bi ket şefaet ê
Şêx û Bekir rûnê li wê civat ê Me mêrekî adil divê rûnê li ser wê bisat ê Wekî metbex cîyê Şîxadî Bang det: Hê werne simat ê
Simate ye sebîl e Ye bê qale, bê qîl e Ye bi rê ye bê bertîl e Razdarêt derwêşan û delîl e
Kesere Reşê pîr e Xozî rûniştbane li celsa mîr e Cihê sema lê dikêşin feqîr e
Min feqîr dîtin bi coş Maldarin bi tancin bi tacpoş Gelî yara vexon sed carî noş
Hey li min heyranî Min li wêder dîtibû cindî Ewe bi manê cîyê dîn û îmanî
Ewe rewaq li rew e Qendîlê wê di înin perî wê li hew a Qubleta me mêrê edewî ew e
Dergeh ber bi rojav e Xwezî derbazbûme nav e Dê min li padşê xwe kirba silav e
Xwezî çûbame wê derav ê Rêza stûnê û mîrav ê Kesera reş pav ê
Kesera reş mergeh ê Xwezî derbasbame wê qubeh ê Dê min tuwafkirba stûna Şêşims li wê şerbeh ê
Ez wê dinal im, birîna min ya li mêlak ê Wê dikalim wekî berxê li pê mak ê Dê min tuwafkirba stûna Şêşims li gel şûna Berê Şibakê
Ez hatime dê tuwafkem e Sicûdê li ber badşê xwe bem e Dê peryêt nûranî li çavêt xwe dem e Îlahîyo tû mirazê me zûk e Xwezî çûbame li ber wan periya Li wan sindirûke, yên xemilîn letînî bûk e
Yêt xemilîn latînî erûs Jê diçin birq û birûs Li ber di îsin find û şemal û bisûs
Dilê min mabû li ber vê fikar ê Îlahîyo tû li ber me hilgirî vê fiqar ê Dê min tuwafkirba derê kaniya Spî, li gel Zimzim û mixar ê
Bi wê fiqarê dama me Meqlûb û Mergeh ew cîye û ew miqam e Qedemgeha mîr Xidir eleyhîlselam e
Mîr Xidir ku mîr e Li dinê û axretê xebîr e Ewî mutî kirbû Seyîd Ehmed elkebîr e
Ez wê dinalim ji destê wan birîna Kilîlêt wan xizîna stûna her çar dîna Wê di destê melek Şemsedîn de
Şêşims û Şêx Emîr babikoy feqîr e Bi şev û rojê wê li nêçîr e Şêşims vêxistibû çirayê bi nedîr e
Şêşims vexistibû çirayê bi cêş Mîr westabû li pêş Şêşims dizane kîye li ser û kîye li pêş
Sekinî bû serwer e Mîr westabû li qenter e Şêşims dizane kî li sere û kî li ber e
Dilê min yî wehaye, îlahîyo tû li me bikî şa ye Ev qewle qewlekî eynulbeyza ye Temametî ya vî qewlî ji Xweda ye
Em di kêmin û xwedê yî temam e
|