Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Xudanê Malê PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Bi distûrî xudanê mal ê
Dilê min mabû li vê xiyal ê
Hûn birên in hukmê siltan Êzî û vê sal ê

Eve bû sala serê Êcêb a
Vekin derê defteran û kitêb a
Li hukmê siltan Êzî mekin lêb a

Lêba li hukmê siltan Êzî mekin
Derê defteran û kitêban vekin
Heke ne hukmê siltan Êzîye,
serê min bi oxleme kin

Gelî mêra bêjme we ji Êqîn e
Melik Şesmsedîn borê wî yî bi Zîn e
Qasidê siltan Êzî ezîz melik Fexredîn e

Mêr dibêjin we ye
Xundikar ney li ser textê xwe ye
Wê çûye cengî Şa ye

Şah di bêje Xan e
Dê ji ser textî rabê Osman e
Li ruyê vê meclisê dê bite hûkmê Mehdî Zeman e

Aşiqo yî felek e
Deng li xan qoçêt xwe ke
Hukmê te yî betale, emrê te ne geleke

Aşiqo yî derwêş
Tû li vê surê bike teftêş
We´de hatîye siltan Êzî,
dê tesmîlî axê feqîra Ket textê Qezilbêş

Aşiqo deng diket bi zêro
Tû li vê surê bike sexbêro
We´de hatîye siltan Êzî,
dê tesmîlî axê feqîra ket textê xundkêro

Aşiqo deng diket bizar e
Tû li vê surê bike pisyar e
We´de hatîye siltan Êzî,
tesmîlî axê feqîra biket textê xundkar e

Temam bû we´dê din ê
Hûn bora girêdin bi taqet ê
Goy reva bû melik Şêxsin xûdanê sidq ê

Temam bî we´dê heqîqet ê
Hûn bora girêdin bi taqet ê
Goy reva bû melik Şêxsin xûdanê sedqê û xilmet ê

Tamam bû hind û hezar e
Alim bûne hûsindar e
Ewê rojê feqîra li hizûra siltan Êzî mey vedixwar e

Hind û hezar di heret e
Alim bûne cimlet e
We´d hatîye Siltan Êzî,
tesmîlî axê feqîra biket Maş û Berat û Xet e

Cêşek rabû yî ber berî erş a
Siltan Êzî bi destê xwe ji binî hilweşand a
Dê nijyar ket Mamed Reş a

Ew bû cêşê bilind e
Siltan Êzî hilweşand bû ji bin de
Dê nijyar ket qere Şêxmend e

Ew bû cêşê mezin e
Siltan Êzî hilweşand bû ji bin e
Dê nijyar ket melik Şêxsin e

Ew bû cêşê kibîr e
li her dû mila kêşabûn şîr e
Ewê rojê li navberê sekinî siltan Êzî
Axayê min û çendî feqîr e

Cêşek rabû ney ji qanûn e
Şaş pêça wan wekî ya ferûn e
Derwêş qutik dê wan ketin zebûn e

Hûn me bêjin derwêşî qutik e
Her çi Êrdê bi çimê li nik e
Her çi mêrê li qewlê Şîxadî li deftera,
Melik Fexredîn yî bi şik e
Ew dê roja axretê çi li halê xwe bike

Em di kêmîn Xwedê yî temam e

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 37 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization