Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Jandila Lavijê Pîrê PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Lavijo were Lalişê bibîn e
Destan di qub û hilêlên zer werîn e
Xem û xeyalên dilê xwe pê birevîn e

Em hatin Lalişê bibîn in
Destan diqub û hilêlên zer werîn in
Xem û xeyalên dilê xwe pê birevîn in

Em hatin Lalişê tuwaf kin
Destan di qub û hilêlên zer werkin
Xem û xeyalên dilê xwe pê belav kin

Lavijekî minî lavano
Rêvingekî rêyano
Miskînê Şêxalê Şemsano

Seferên me çûne seferê venegeriyano
Xêr û xweşî bo xwe hilgirtin
Kul û keser bo pîredayika xwe hêlano

Lawijo kurê pîrê
Em ligel coqeteke şêxan, pîran û neqîban
Biçîne ser çiyayê Mişetê
Bikêşîn sêgerên semayê

Heke pîredayika Mîrzayê Mîrza Lavijê kurê pîrê
Pirsiyar ji we kir bêjin
Ligel xalê xwe Avdel Omera
Çû ye zozanên jorî, ew qet nayê

Lavijo kurê metê
Ligel coqeteke şêxan û pîran
Qewalan û neqîban
Em biçine serê çiyayên Mişetê
Heke pîredayka Mîrzayê Mîrza, Lavijê Kurê pîrê
Pirsiyar ji we kir bêjin:
Ligel xalê xwe Avdel Omera
Wê çûye sefera qiyametê

Çendî dilê min dike hisêbê
Giyanê min gorî Şêşims rûdinê celsa kaniyê
Wê dikêşê qelemê wê dixwîne kitêbê
Wextê giyanê min gorî
Şêxalê Şemsa cotê lewendiya
Berdabûne ser ranî û rikêb ê

Hingî dilê min nasekene ber van meniya
Wextê"giyanê min gorî"Melik Şêxsin runê,
celsa kaniyê, ser berê sw´detê
Wê dixwûne kitêbê, wê dikêşe qelema sipî ye
Wextê Şêxalê Şemsa cotê lewendîya
Berdabûne ser ranî û zendiye

Çendî dilê min û behra batê
Xêr û xweşî kete mala Şêxadî
Pelekên befrê ketibûne Sîpanê Xelatê
Ezê terka Mîrzayê Mîrza, Lavijê kurê pîrê nadim
Heta giyanê min gorî Madî Şerfedîn
Neyê ser rûyê vê cîhanê

Çendî dilê min û behra bi tenê
Xêr û xweşî kete mala Şêxadî
Pelekên befrê ketibûne banê bizinê
Ezê terka Mîrzayê Mîrza, Lavijê kurê pîrê nadim
Heta giyanê min gorî Madî ·erfedîn bê
Neyê ser rûyê vê dinê

Çendî dilê min û vê keserê
Ezê rabim kaxezekê reşû şîn kim
Bi rê kim Zozanên jorî
Heke pîredayika Mîrzayê Mîrza
Lavijê kurê pîrê pirsiyar ji we kir
Bêjin tirba wî wa li zozanên,
jorî li derê mêrga zerê

Çendî dilê min û van tebîba
Emê rabin kaxezekê bi nivîsin
Bi rê kin zozanên jorî bo Avdel Omera
Heke pîredayika Mîrzayê Mîrza
Lavijê kurê pîrê pirsiyar ji we kir
Bêjin tirba wî wa li zozanên,
jorî li derê geliyê tuxûba

 
 
 
Who's Online
We have 14 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization