|
Eskerê Boyîk
Nîvê salên pêncîyî dîsa ronaya remê li ser pêşdaçûyîna çand û kûltûra Kurdên welatê Sovyêtê, xasma li ser Kurdên Komara Ermenistanê vebû. Ocaxên kûltûrî, çandî, perwerdeyî, zanyarî, ku ji pey Şorişa Oktyabirê ra vebûbûn û ji dest rêprêsyayê dîktatorya Stalîn, sala 1937-a hatibûn dadan, carke din vebûn.
Li merkeza Komara Ermenistanê, li Yêrêvanê dîsa agirê karê kurdewaryê geş bû. Rojnama Rîya Teze, di Radyoya Yerêvanê ya dewletê da beşa axavtina kurdî, Akadêmya Ermenistanê ya zanyaryê da kurdzanî, beşa nivîskarên Kurdan, li rex yekîtya nivîskarên Ermenistanê gumrih dest bi karê xwe kirin.
Di destpêka salê sîhî, dema li welatê Sovyetê nû avabûyî da, seva civaka Kurda mecalên çandî, kûltûrî, perwerdeyî vebûn, Kurd hê seva kêranîna wan mecalan amade nî bûn. Kadroyên Kurda yê abegor tune bûn, yê pirî-hindikî xwendî jî bi hejmara tilya dihatin hesavê. Bingeha zanistî ji bona xwendin-nivîsarê, perwerdeyê tune bû, gelek erf-edetên kevne ziyankar asteng bûn li ser wê rê û hêviyê. Lê vê dema nû kadrên zaneye xwendî êdî hebûn û hazir bûn tev rewşenbirên salê sîhî wî kar-barên pêşdaçûyîna gelê xwe, yê pîroz bidin li ser milê xwe û bi serfinyazî pêşda bivin. Gelek xort û keçên Kurd di nav wan salan da zanîngehê Ermenistanê xwendina bilind xilaz kiribûn, geleka jî dixwend û hazir bûn bi hizkirin tevî wê xebatê bibin.
Beşa nivîskarên Kurd, ku wê demê nivîskar-zargotinvanê bi nav û deng Hecîyê Cindî serokî lê dikir, karê efrandaryê li nav gênca da geş kir. Heftê tune bû, ku civînên nivîskaran, enenekirina pirtûkan, rasthatin di tevî nivîskar û zanyarên eyan, şevên xwendina helbesta, sazbendîyê teşkîl nekira. Odên karkirinê, yê rojnama Rîya Teze û axavtinên kurdî yê radyoyê bûbûn cîyê rasthatina efrandarên gênc.
Wan sala hatina serokê gelê Kurd yê azadaryê Mele Mistefa Barzanî li nav Kurdê Ermenistanê û bi serokatya wî serhildana li Kurdistana başûr agirê welatparêzyê li nava vê civakê da jî gur û geş kir. Çav û guhê teva radyoyê û rojnamê bûn.
Alaveke xweş karê efrandaryê jî girtibû. Dengê helbestvanên gênc dihat bihîstin. Wî dengî bi xwe ra reng û awazên delal yên nû tanîn. Bîhna edebyeta esil dihat. Ager gavdanên nivîskar-helbestvanên salên sîhî, mîna gav avîtinên zarokên nû pîya diçûn bû, payê nivîsarên wane pirê him ji alyê ziman, naverok, him jî cûre û teqila nivîsarê va qels, kesîb bêreng bûn, lê dengên gêncan zelaltir û xweştir bûn, ji kanya zargotina gele zengîn û bingeha edebyeta eslî dihatin.
Dengê herî hizkirî, ku teva jî hiz dikir, dengê Fêrîkê ÛSIV bû.
Ji wê demê da xwendevanên Kurdê Sovyêtê helbestvanê xwe nas kirin, hiz kirin û nexapyan.
Hejmara rojnama Rîya Teze ya 25-ê oktyabirê, sala 1989-a da gotara min ya bi sernava SÎPAN çap bûye. Di gotarê da wa hatye nivîsar: "Avtomaşînê me ber bi gundê Sîpanê, Pampa berê dibe (nehya Aragasê). Ez pencerê ra çîyayên dora gund dinhêrim û şêra şayîr Fêrîkê Usiv dikeve bîra min:
Pampa mine xweş, Pampa min kubar, Wê pal vedaye wan quntarê sar, Pampa min bûk e, bûka xeml lê bend Dorê çîyayê me girtine govend. Çîyayêd me bilind, çîyayêd me kubar, Ku jê dikişin cew û kanîyê sar, Şimalê mij tê mîna karwana, Ser çîyayê me ra diçe arana. Êvarê bi hewas mij guje-guj e Û nav mijê da Pamp dihênije.
Min û avtoajo derheqa poyêzya Fêrîkê Ûsiv da xeber dida, wextê hema li nava gund ew pêşya me va derket.
- Ez bêyî Pampê teyax nakim,- şayîr hela çend sal berê ji min ra gotye.. Nenihêrî mala wî, neferê wî li Yêrêvanê ne, lê ew nikare ji "Pampa xwe" biqete. Di bajêr da xebata wî jî hebû, derecê wî jî baş bûn, lê eva bîst pênc sala zêdetir e di gundê xwe da dersdar e. Poêzya wî ye nazik di vî gundî da hatye xuliqandin. Xwe ra li pala çîyê xanîyekî bedew çêkirye, dorê sûreke dirêj kişandîye. Tê bêjî ew xanî, ew sûr jî pareke poêzîya wî ne, di wan da jî ruh, kilam, awazên xuliqandinê hene. Ew jî ji kûraya dilê şayîrê esil xuliqîne.
Fêrîk ji maleke esilzade ye: mala Ûsivê Îbo. Bavê Ûsiv, Îboyê Nemo sala 1918-a, wextê rev û bezê gundê xweyî hizkirî, Yamançayîrê, li qeza Qersê dihêle û bi malê va direvne pala çîyayê Elegezê, gundê Camûşvana mezin (niha gundê Elegezê, nehya Aragasê). Roma reş tê digîhîje vî gundî jî. Bav û apê Ûsiv jî tevî bi sedan mêrên gund digrin, dikujin.
Ji pey zulma Romê ra dest bi xelayê dibe. Ûsiv û birê wî neferên xwe hildidin diçine Borçalyê-Gurcistanê, ku bikaribin ebûra xwe bikin. Sala 1922-a vedigerin, têne gundê Pampê (Sîpanê), cem qewmên xwe, dibin mal-hal. Ûsiv di kolxozê da birîgadîryê dike, dibe malxê mala giran. Neh kur û du keç mala wî dixemilînin… Bi gotina gotya hesavê nebî-nebîçirkê remetyê Ûsivê Îbo ji sedî zêdetir in.
Di wê mala giran, di da sala 1934-a da Fêrîk tê dinê. Zarotya wî li nava mêrg-çîmanê Elegeza bedew, jîyana gunde qedîmî, odên bi zargotinê tijî û evdên gunde sade da derbaz dibe. Helbestvan, paşê bi hisreteke mezin derheqa wan da wa dinivîse:
Hey, hevalêd zarotya min Hûn li ku ne, ku ne naka? Ez li dor xwe dinihêrim Û dibînim tek û tûka.
Werên qewmêd mine ezîz Heytehole û hewasî, Bi dengê def û zurna zîz Zarotya min dike gazî.
Evan xeta ji destana wî ya HISRET in. Destan sala 1981-1983-ya hatye nivîsar. Bi rêyalîstî û delalî helbestvan dîdemên jîyana gundê xwe li ber xwendevana vedike. Neferê destanê tev bi nav û kar-barê xwe va gundî, cînar, qewm û pismamê wî ne. Şayîr bi hesret rojên buhurî, evdên hizkirî, bûyerên gund da bûyî bîr tîne. Guhêra şivana, odên gund, şevên zivistanê ye dirêj, çîrokbêja, beranberdana, reva jina, dewatên gund... Xatî, met, ap û xala, henek-laqirdîyê wan, camêrî, dilovanî, dilnermya wan evdên sade, erf-edet, rabûn-rûniştandina wane bedew...
Çavê wî da zarotya wî dibe çîrok, çîrokeke şîrin, kesereke kûr, hisreteke xweş... Qewlê jîyanê usa ne. Hatî çûya ne. Kê dikare pêşyê bigire? Emir mîna çemekî dikşe. Dinya ji kê ra maye... Ez seba we dikim ax-wax, Çi ku wede xwe ra birye, Zid ji gelek saxêd alçax- Min mukurya mirya kirye.
Ji pey van xeta ra ew nava rêz dike, bûyêra bîr tîne û destanê bi xetên wa, yê xurt va tomerî dike:
Lê naxwezim hela feqet Herim meskenê mirinê, Tişt hene, ku bi dil û ced Jê hiz dikim li rûyê dinê...
Dibistana heft salan di gundê xwe da diqedine. Diçe bajarê Yêrêvanê berê xwendinxwana dersdarhazirkirinê, paşê jî li beşa edebyet û dîrokê ya zanîngeha pêdagogyê ya ser navê Xaçatûr Abovyan da dixwîne. Sala 1960-î, ji pey qedandina xwendinê ra rêdaksîya axavtinên radyoya Yêrêvanê, di beşa bi zimanê kurdî da derbazî li ser kar dibe, çawa serwêrê para edebyetê. Lê karê wî dirêj nakşîne, kar dihêle, vedigere gundê xwe, Pampa Kurda (Sîpan), di dibistana gund da dersê zimanê kurdî dide. Weke 25 sala wî karê xwe berdewam dike.
Berevoka wî ya ewlin a helbesta di sala 1961-ê li Yêrêvanê bi navê ÇAVKANÎ hate weşandin. ÇAVKANÎ rastî jî kanîke nû bû, kanîke avzelale, avxweş li zozanê edebyeta kurdî da li berpala çîyayê Elegezê. Pirtûk di demeke kin da hate firotan, kuta bû. Xwendevana, îlahî gênca ji destê hev direvandin.
Wê demê ez jî li bajarê Yêrêvanê xwendevan bûm. Me xwendevana gelek helbestên ji wê pirtûkê ezber kiribû û eyd-şaynetyê Kurd da digot. Bijîşk, zanyarê bi nav û deng remetyê Sehîdê Îbo jî derheqê berevokê da gotareke berfire di rojnama RÎYA TEZE da weşand. Ulmdar qîmetekî layîq da ÇAVKANYÊ. Gelek helbestên wê berevokê bûne kilam, heta niha jî ji alyê stranbêjên Kurdan va têne gotin. Dû ra li pey hev berevokên wî ye helbestan Gula Elegezê (1964), Lîrîka (1967), Destana Ûsivê Nevya (1973), Narê (1977), Hisretdefter (1984) û Dinya Delal (1987) hatine weşandin.
Her du pirtûkên dawyê li nava berevoka BAHAR ya efrandinên şayîr û nivîskarên Kurdê Ermenistanê yê salane da çap bûne. Berevokeke Helbestên wî jî li Sûryê da bi tîpên latînî hatîye weşandin. Fêrîkê Ûsiv helbestvanekî Xwedêdayî bû, hostê xebera bedewetyê. Ewî bi helbest û destanên xwe yê delal cûre, reng û naverokeke nû, bi heqî nûjenîke eslî anî nava poêzya Kurdaye pirqurne. Ji cûrê klasîkî dûr ne ket lê ew bi rê û şopa xweye kûre xwexatyê xemiland, dewlemend û rengîn kir.
Ji alyê wergerê (terceme) da jî Fêrîkê Ûsiv hostakî bê qisûr bû. Wergerê, ku bi destê wî hatine kirin bi hêzbûna xwe ji orgînal firq nabin. Wergerê ku wî kirine- tev jî ji dur û cewahirên xizna edebyeta navnetewî ne û bi hostatîke usa wergerandine zimanê kurdî, ku di qewata evdên sade da nîne. Bes e em navê wan nivîskarên cihanê yê eyan bînin, ji nivîsarê kîjana wî terceme kirine: Şêkispîr, Bayron, Haynê, Pûşkîn, Lêrmontov, Yêsênîn, Sayat-Nova, Avêtîk Îsahakyan, Hovhanês Tûmanyan, VahanTêryan, Yêxîşê Çarêns, Parûyr Sêvak, Rasûl Hamzatov û gelekên din.
Di sala 1963-a da, gelê Ermenî 250 salya şayîr û dengbêjê xwe yê mezin Sayat-Nova bi heyte hol dida kivşê. Wê salê bi wergera Fêrîkê Ûsiv stranên Sayat Nova bi berevokekê zimanê Kurdî hatin weşandin. Ew werger bi hostatîke usa hatibû kirin, ku gelek ji wan kilam-helbesta bi teqil û miqamê xwe yê berê bûne kilam. Ew heta niha jî di radyoya Yêrêvanê da bi dengê Aslîka Qadir zimanê Kurdî têne gotin.Werger ji alyê civaka Ermenya ya edebyethiz da jî hêjayî qîmetê bilind bû.
Ji cewahirên edebyeta hemdinyayê ya klasîk wergera destana Misîrî (Lêrmontov), Masyê Zêrîn (Pûşkîn), Abû Lala Maharî (Îshakyan) û gelekê din bi texmîna min destanînê wergerêye here bilind in di cihana edebyeta Kurda da.
Çawa temamya mîrata efrandînê helbestvan usa jî wergerê bi destê wî hatine kirin, hêjayî lêkolînê edebyetzanyê ne. Ez bawer im nivsê ku bên, wê wî karî bikin û qîmetekî anegor bidine wî efrandarê mezin.
Helbestvan qewat û qîmetê qelema xwe zanî bû:
Hiz nekirye çîn û rutib Serekbazî min tu wexta, Nebûm sedir, nebûm katib Ne jî dolebaşê texta.
Min tesîr kir şiêra xwe da Hukmê mîr û mînîstra, Lê xwe-xwe jî, koreqeda Bûm mîrekî nav şayîra.
Mixabin ev helbestvanê gewre ne li aqara welatê Sovêtyêyî berê da, li kîderê jîyana xwe ya efrandaryê derbaz kir, ne jî ji alyê gelê xwe yê Jurd va hate naskirin û qîmetkirin. Nivîsarê wî pir kêm bi zimanên din hatine wergerandin û çapkrin.
Di helbesta xwe ya Çendik Çend Sal da, ku sala 1974-a hatye nivîsar, ew gazina dike, besa şureta xwe ya nivîskaryê dike û dinivîse, dibê hûn şaş nemînîn eger ez ji agirê hundurê xwe yê helbestvanyê karim bişxulim, bifirim, firqas kim, ji destê mine "şêrnivîs" mîna kevir-hesta karin agir bipekin, dibê hûn ecêmayî nemînîn, ku ez karim dur û cewahira bidime xwendevanê xwe, lê dibê ecêvmayî bimînin:
Lê îro feqet Li rêkên emir teng î firêqet, Milê min da tûr, dînc û dinêdûr, Wek parsokekî li guhê gunda Herim xalifî, belengaz, unda Hûn şaş bimînin, Hûn şaş bimînîn...
Ji salê hevtêyî girtî di Ermenistanê da mecalên pêşvaçûyîna edebyeta civaka Kurd sal bi sal, bere-bere kêm û teng dibûn. Mafê weşana efrandinên nivîskaran dest dewletê da bû. Ji bo wê karê jî rewşa weşandina efrandinên nivîskarên Kurd pir dijwar dibû. Çapa weşana gelekî kêm bûbû. Burokrasiya komarê ya miletçî her asteng li ser rîya weşana kurdî çêdikir.
Goveka edebyeta kurde rêspûblîkayê jî sal bi sal xurt, kûr û fire dibû, lê li nava hidûdên tenge, nexweze şovenîst da nikaribû bihata xwenê, efrandinên hêja bi sala çap nedibûn, nivîskar bêguman û bê hêvî dibûn. Mecalên dayî jî diketin destên hinek "nivîskarên" wa gotî desthilatdar.
Tiştên nebûyî bû, ku efrandinên nivîskarên Kurd bihatana wergerandin û bi zimanên mayîn bihatana weşandin. Di Ermenistanê da xwestin jî tune bû, ku şexsiyetekî Kurd bi şuret di aqara rêspûblîkayê yan di welatê Sovêtê da bihata naskirin.
…Cî nine mirov loman û gazina xelqê bike (rast eva loman jî nîne, ew mecal ne ku Ermenya lê welatê Sovêtê dabû hemû gela, usa jî Kurda).
Welat û gelin seva lawên xwe him pişt, him nav, him hizkirin, him dê…Dilê dê li ser ewleda dêşe... Ewî xwe bi xwe jî tê derdixist, ku nivîskar, dengbêj, hozan, zanyar bi serê welat û gelê xwe tên naskirin, qîmetkirin. Per-bask, nav-nîşan, qîmet, kubarî welat û gel didin ewladên xwe.
Bextê nivîskarê Kurd jî weke bextê Kurdistana wî ye.
Berfire ye goveka efrandarya helbestvan. Ew ji derca gundê xweyî biçûk, bilind dibe ber bi pirsgirêkên cihanê yê here ferz, ji sadetya jîyana gundya niqoyî li nav felsefe û aqilbendya mirovatyê ya hera gur û dirmatîk dibe, ji çîrok, kilam û destanên odên gelêryê yê "hezarsalî" derbazî pirsgirêkên pêşvaçûyîna destanînên zanyarya vê dewranêye here kûr dibe. Dilê şayîrî nazik li ser her pirsgirêkê dikewgire, wan li nav kûrma agirê dilê xwe ra, li nav hizkirin û sura afrandaryêye esil ra derbaz dike, xwendevana ra dikeve şêwrê, bersîva pirsgirêkan dide, wan dike efrandinên bedewetyêye nemir û dide xwendevanê xwe.
Fêrîkê Ûsiv dengbêj û maşoqê gundê xwe, Pampê bû. Li nivîsarên xwe da ewî ne ku tenê pesnê çîya û banî, gelî û gêdûk, mêrg û zevî, cew û kanî, obe, guher heta kevir-kuçikê gundê xwe yê hişke hola daye, lê tê bêjî ruh ber wan da berdaye, ziman kirye devê wan, hizkirina xwe kirye nava wan, usa ku xwendevan Pampa wî hiz bikin.
Xezaya gundê xwe, reng û rewşê wê, bîn û buxs, deng û cengê wê, dinitirîne, distirê: bihar-havînên xweşe buhuşt, payîzên hişk û hola, zivistanên sur-seqem û bager... Tevî cotkara erd radike, tev kêlendûkêşa gîhê didrû, tev şivana diçe çîyê, û ne tenê diçe çîyê, lê:
Min tab nanî, min da dû sa, Hevraz hêl bûm keloşk-keloşk, Ragihîştim navsera çîya, Dinya ber min bû xewneroşk. Mîna xalîçeke bêhed Bi nexş-nîgar, reng û rîşî, Fire-fire ber min raket Sergera gul-gupik tijî…
Xweş hatye gotin. Binhêrin dîdemne çiqas bêqisûr û xezayî li nav çar xeta da dinitirîne:
Mij dihelya bere-bere, Û ji nava bera mijê, Mîna hûtê binê berê Gultima çîyê dihat kivşê
Tê bêjî mirov li pala çîyê sekinye û ev dîdemê bedew li ber vedibe. Baxçê efrandinên şayîr bi dîdemên wa xemilandîye. Em mêzekin bi şiklekî çiqas zêndî dîdemê maqûltîya civaka kurda ya qedîmî dide: çaxê mêr diçine oda:
Zû biçûna yanê dereng, Her yek cîyê wî hebû-sekya: Maqûl-mezinê bi nav û deng, Fêzê da pişt didan balgîya. Li pey wana, angorî yaş, Ser kulavêd binda palax, Mêrêd malxê, zilamêd baş Rêz digirtin xeleq-xeleq.
Helbestvan bi hewas, hizkirin û hisret derheqa malxê mala, mêrê çê, henekçîya, dengbêj- sazbenda, çîrokbêja, kevanyên destemel û bûkên bedew da distirê.
Dilê helbestvan ji bo xeyset, tiradîsya, edetên gelê Kurd yê maqûl dêşe, kîjan li vê dewrana têlêvîzyon, îcat û zanyarya lez da tên bîrkirin, guhestin, unda dibin.
Di helbesta Odên Kevn da bi keser, bi dîdemên odeke gunde "hezizye hezarsalî" nîşan dide çawa ew ode ji bêxemyê hildişên û li bin kelefê xwe da zargotina me, ew xizna me ya ruhî, ew hebûn û mîrata kal bavan tên çelkirin. Ode, ku dibistanê gel bûne, cîyê şevbêrka, cîyê çîrokbêj, dengbêj, hozan, maqûl û mezina, wanda xeysetê gelê Kurd çêdibû, kere-ker, bê xem ji holê radibin.
Mertekê rizî, maxê qelişî, Şop sembelek pêva darda, Hêlûnê kêranava pelişî Stûnê pelik ber dîwara, Bixêrya sik-sar,bê kêle kozî, Peltik-pêçirê kevne sade, Kerayek li ser hevda tevizî, Odê hezizye hezasale… Îdî dimirin,ketine "ber ruh" Bi rewşa xweye kevne sade Lê didine min nifûseke nû, Li min can dikin xêlî wede…
Helbesteke din da bi keser wa dibêje:
Hey gidî eva oda Osman e, Dîwar hezizî, mertek rizyane, Peltik xitimye bi konê pîrê, Nemaye îz û toza bixêryê.
Tenê gundîyê Kurd kare wa bike axîn. Di van xeta da çiqas keser heye, ewqas jî kurdeyatî.
Lê tevî hizkirina gund, xeza û evdên wê usa jî nikare li rex tiştên xirav, erf-edetên bêkêr, gundyê çevnebihar, dirû û tima, geveze û şerletan ra derbaz be. Helbest, destan û şanoyên xwe da bi diramatîkya kûr nîşan dide ku ew xeysetê civakêyî nerind çiqas zîyanê dide wan evdên sade. Carna bi laqirdîya, carna bi ken, carna jî bi kirîtîka tûj derheqa wan nerindya da dinivise.
Ji jîyana bajêr vegera helbestvan ber bi gund, werê zarotya xwe bûyereke nişkêva yan tiştekî bê mene û bê fikir nî bû. Ew nikaribû li nava jîyan û civakeke seva ruh û xeysetê xwe xerîb bima. Cahiltîya* min bi şik û şêr derbaz bû, Nava gêl û gêjya şeher derbaz bû, Û ez revîm ji wê gêla qîr û sîr, Çawa kurmanc dixulike ji xinzîr...
(*Cahil-gênc)
Eger F. Ûsiv venegerya gund, ew cîyê seqirî, werê zarotya xwe xwe ra nekira cîyê efrandaryê, mîna efrandarê meye din bima li nav kar-bar, xiringêla bajêr ya tev li hev da, li devê hinek "nivîskarên", "Şêr diz", "Çevnebihar", "Xêrnexwez" da gelo ev berhemên wî ye wa giranbiha çêbûna. Wê bigîhîşta wê kûrayê û bilindayê?
Mirov dijwar kare bersîvê bide wan pirsan. Ji bo hinek helbestvanê meye eslî, bi şuret li nav wê gêjgerînga "şêrdiz" û nexweza da, ketine halê aboryêyî xirav û bûne qurban.
Bi vegera gund Fêrîk ra mecal çêbûn, ku ew bi temamî xwe pêşkêşî edebyetê bike. Ew ji nivîskarê me yê profêsyonal bû û bi bawer ji karê efrandarî bi tu karê din va mijûl nî bû.
Fêrîkê Ûsiv çû gund lê ji jîyana bajêr neqetya, li nav civaka efrandaryê derneket. Cîye bê gotin di wî warî da emekê jina wî, Firîda CEWARÎ (keça Hecîyê CINDÎ) pir e. Wê qaranya malê, xweyîkirin û perwerdekirina zaroka, kar û barên rojane hilda bû li ser milên xwe, mecalên efrandaryê yê aktîv zilêm ra çêkiribû.
Gundê Pampê xweyê tradîsyonên qedîmî, erf-edetên kurmancî, kolorîta xwexwetyê bû. Pamp xizna zargotinê, warê dengbêj û çîrokbêja bû. Mirov hewas dikir rex rîspî û maqûlên wî gundî rûnişta, axaftina wane bi elka şîrin, bi mesele-metelok, bi ten û niç, laqird, pesin û qerf, nifir û duaya bibihîsta. Çêrên wan heft qet bûn, duayên wan heft tevek...
Efrandinên helbestvan da jîyana gund bi rêyalîstî û zêndî hatye nitirandin.
Vêsê şebeqê, ez hê nava cîya Hesek ser min ket ji derî-bacya Ji nava hewa payîzêye nêm Piste-pisteke şirin dibihêm… …Nizam, diçin aş mezinê malê, Nizam, bazarvan diçin bazarê… Nizam, birê pêz dajon qiraca, Nizam, koç dikin zomê kurmanca… Nizam seferya dane serê riya, Nizam, difirin qulingê berya,- Hesek hisretî serê vê sibê Min kamço dike berbi cenûbê...
Helbestvan jîyana Pampê tevna efrandinên xwe ra kirye firêt û li ser wê tevnê nexş-nîgarên xwe yê nemirî nitirandîye.
Destan, ango poyêmên wî Hisret, Rihana Reşo, Rizayê Kurmet, Dewatyê Dîlbend, şanoya Bê Qelen û gelek efrandinê wî ji jîyana gundê wî ne. Dîdemên xezaya gund, evdên wê, bûyar, çûyîn-hatin usa bi zêndî, rêyalîstî hatine nitirandin, ku xwendevan bi xwe jî dibe neferekî wê dinya kurdewaryê, wê hiz dike.
Dawya salê pêncîyî hewa welatparêzyê li nav Kurdên welatê Sovêtê da jî derbaz bû. Şekarya Kurda ya azadaryê, ku bi serokatya Barzanyê mezin dest pê bû, carêkê va Kurd hişyar kirin. Agirê xîret û namûsê, xwe naskirina miletyê ewqas gur bûbûn, ku her evdekî Kurd dixwest, çi dibû bira bibya, cîyê xwe li nav wê şerkaryê da bigirta, ji bo azaya welatê xwe şerkira.
Wê demê gumrih dest bi karê kurdzanyê jî dibû. Di pey hev pirtûkên giranbiha bi zimanên rûsî, ermenî li ser ziman, dîrok, çanda kurdî çap dibûn. Hestên welatparêzyê li ser bingeha xwenaskirina miletyê çê dibûn.
Têma welatparêzyê li nava edebyeta Kurdê Sovêtê da cîyê xwe yê sereke digre. Lê ji bo dora wan sûr û sînorên sovêtyê yê pola bûn, destê wan nedigîhîşte welêt, hestên welatparêzyê, xerîbye, hisreta welatê kal-bava, halê gelî dijwar, tev li hev dibûn, dibûn him axîn û keser, him evîn û hisret, him jî gazin.
Fêrîkê Ûsiv wa dinivîse:
Huba milet serxweş bûma, Egît, mêrxas, keleş bûma, …Teyarekê ez sîyar bûma Li ser best û beyar bûma, Bê tirs û xof, zor û qeşeng Min dijmin ra danya qal-ceng Û bo azaya kurda Serî danya ax û erda…
Helbestên xwe Xûna Miletê Min, Çendik Çend Sal, Barzanî ra, Gilî Gazin û gelek nivîsên xwe yê din da halê gelê xwe, efatî û mêrxwesya wan, dîroka dijwar, zulm-zora dagerkira pêra jî cînarhizî û mirovhizya gelê xwe dide. Qedîmî ye kurd, arî, xerîbdost, Ji xelqê xerîb me hiz kirye, Navê mileta bimbarek, pîroz Li ewladê xwe ezîz kirye: Ûris me danye navê kurê xwe, Çerkez û Çaçan, Gêrman û Ereb, Lê Ereb…
Lê dewletên Ereb, Ecem, Tirk gelê me kirine navbera xwe, mîna dêwên çavbirçî dixwazin hûfî xwe bikin, tunekin, ji dîrokê rakin, bivin xweyê welat û hebûna wê. Û dibêje qerfa wedê ye yan ya benda, ku ev miletê gewre:
Dil bike wê birc-bedenê Misrê, Nava rokê da ji cî biguhezin, Berî berya din çemêd kewserê Vejenin sûra Çînêye mezin… Lê mîna şêrê bi findê rûvî Qend û bend bûye, maye belengaz Bin destê şahêd Şirqê herevî, Qanûnêd sîyasetêye delkbaz.
Dibêje gelê Kurd bûye şihîdê "dîplomasya bîc".
Dewletên hicûc-xweyê text û tac Xweyê extyaryê xwe zemanda, Ber bêdewletya bîst mîlon kurmanc Qerfa Xwedê ye yan ya benda?
Li xerîbyê wefetbûna Barzanyê mezin hukumekî giran ser helbestvan dike. Helbesta Mistefa Barzani ra, ku sala 1979-a nivîsîye, efrandineke edebyeta Kurdên Sovyêtê ya bijare ye. Wê helbestê da xetne wa hene: "Me mal-miletî nekir şîn-girî", "Me li serê wan
Lawa nihêrî, ji kîjana ra dibên Barzanî", "Me bi sebrê girî guherî", "me bi hêstira nekir arzanî", "Bira ew milet hêsira birêje, yê ku nikare birêje xûnê."
Lê me aqa xûn meydana da rêt, Wekî em pê da bûne Cegerxwîn, Em bûne Hejar, Şivan, Cellêt, Xoşnav Xêrûlla, Leylê û Mehmûd. Dibê em niha gerekê şîna "Bavê cimeta Kurd" nekin:
Belê serê me ket, lê em nagrîn, Şîna te nakin, bavê cimetê, Emê mînanî kurkê dêmbirîn Bigrîn, bikenin ber hemêza dê: Dayka Kurdistan… kengê xwe ragirt, Kengê merema te hate sêrî, Hingê wê nava şaya meye gur Bihele şîna te merdemêrî...
Dengbêjê azaya welêt hazire serê xwe jî bide oxira azaya gelê xwe, wê rîya pîroz. Bi axîn-keser, hizkirin ew hîvya azaya welatê xwe bû.
Bira xwezil Kurdistana min şên bibya, Miletê min aza, xwendî û zên bibya, Derge-dîwan bi ziman û zarê min bûya, Qewm û milet li her çar hewarê min bûya, Bira hingê ayê şevê li min çarbûya, Kelefekî wêran min ra cî-star bûya, Qerpalekî reş li stûyê min da xarbûya, Destê min da ne ev qelem nivîsar bûya, Bira gêzîk dergevana destê min bûya, Soqaqeke El-Cizîrê "posta" min bûya.
Fêrîkê Ûsiv ra li hev nehat hema bi mêvanî jî welatê kal-bava bivîne. Hisreta wî van xeta da dîhar dibe:
Car-carana mem, melûl, dilxor û mirûz im, Lawo, kerba binê lingê te radimûsim... Şaş nemîne berxikê min… Eh, kî zane… Dinê heye kaşkişika dest îsa ne, Dibe rokê Kurdistana xopan vebe, Bavkê teyî hisret dil da lê tunebe. Bira hinge lingê te bi hisreta min, Bigere nav ax-topraxa cimeta min.
Evîndarya şayîr mîna kanyê çîyayê Elegezê zelal, mîna kulîlkê wê nazik, bînxweş û delal e; mîna biharê wê bi reng û rewş e; mîna cewkê wê gur, kel û germ e. Efrandinên ewlin girtî heta yê dawyê şayîr huba tebyetîye helal digere, huba usa ku li ser sîya qelpyê, berjewandîyan tunebe..
Lê gîhîştina huba usa vê dewrê da pir dijwar e.
Mîna mêşa hingiv ji kulîlkekê difire li ser kulîlka din, nikare bêxem li rex bedewyê ra derbaz be. Evîna wî cîkî "Klêopatra qemere" cîyê din "Xasxanima kurmancîye", cîkî "Bedewa bede", cîyê din "Dota Tilbîsêye dibûrye"…
Gelek helbest dîyarî Sivêtayê, keça Tilbîsê kirye. Bi qelema xwe bejin û bala wê, bedewî-delalya wê nitirandîye. Ji bo xatirê wê hazir e her tiştî bike:
Min jî derew kir bi dil kulî Pêncî salê xwe kire çilî, Porê xwe sipî hina dayê Sev xatirê Sivêtayê...
Keça evîna wî, Sivêta nikare jê fem bike, nikare tê derxe şîrnaya evîna paqije tebyetî, qîmetê evîndarê xwe yê helbestvan:
Sivêtayê ra ne lazim e şiêr, Lazim e "Volga", kûrort "Borjomî", Şiêr-poêmê te bêkêr in, bêkêr Ber xebereke…"dizê zakonî".
Sivêta rastîk bû ku demekê hat kete li nav jîyana helbestvan. Ew bû aşiqê wê jina bi qerefatê xwe va bedew, lê ruh va sade, vala. Jinên usan ra hub tune, hub-berjewandî ye. Evîna helbestvan bû keser, kesereke kûr, bîranîneke şîrin. Ev kê kivş kirye, kîjan xemkêşî, Nava muhbetê aqa varvêşî? Varvêsya yaşa, Ya rutib-rewşa, Dewletê û dîn, Zagûnê, zemîn, Varvêsya milet, Varvêşya edet. Herge kivş kirye, çira wede da Natemirîne huba nav me da, Sist nake qam û qedemê hubê, Çawa sist dike li me dest û pê. Çima li dinya bîc bergîra, Dide me dil û dînê şayîra?
Lê çi jî hebe dinivîse:
Ax mirov zêr undake, Gund û bajêr undake, Text-tacê şah undake, Xezna padşa undake, Tek cahiltîya nûr-neder Unda neke, nede der Û mina min bê guman Wek nexweşe bê derman Nenihêre pala çîyê Xas-xanima kurmancîyê.
Sala 1984-a helbesta xwe ya Helala Xwe Ra bi keser wa dinivîse:
Û niha wextê ez wa bêsehet Dinalim nava telî-tengasyê Bîra te kirye min usa dil-ced Bîra xemxurya teye kinêzyê. Ez geleka va hatim girêdan, Dilê te êşand min nezan-nezan, Lê axir min dît ya here amin, Ya here bedew ew tu yî, dîsa…
Mirov vê helbestê dixwîne û ji kilama Evdalê Zeynikê ev xetana tên bîra mirov:
Meriv ku çeka xelkê lixweke, ro û dan e, Meriv ku hespa xelkê sîyar be, yek meydan e, Meriv ku maşoqê jina xelkê be, yek ramûsan e, Mîna malekê, ku meriv şevekê lê bive mêvan e.
Parek helbestên Fêrîkê Ûsiv yê mezin dîyarî ne, ku wî dîyarî dê, bav-bira, zarok, heval û pismamên xwe kirye. Ewan efrandinê şexsîye fikirtenge sade yan jî sîyasetê va girêdayî nîn in, çawa ku cem gelek helbestvana hene. Ji wan helbestên Fêrîk her yek bi fikir û serecema xwe ya kûr va efrandineke giranbihaye nemire.
Dayîk rem û edlaya cihan ye, dayîk kana hubê û dilovanyê ye, dayîk welat e, gel e, dayîk tendûra malê ye, germ e, dora kîjanê ewlad tên, dicivin. Ewlad ji sur-seqemên jîyanê qufilî delê xwe li ber wê tendûrê germ dikin. "Yazix, tendûr jî rind tînê nade, çaxê bi destê dê nayê dadan."
Çi xweş hatye gotin…
Bav şîrin e, qewat e, qidûm e, guman-bawerî, hurmet û rûmeta ewleda ne. Law çav didin bavê. Bav seva ewleda mînak e.
Kêye giranbiha, kêye şîrin: bav yan dê?-helbestvan pirsê dide û li nava çend xetê tima yê sade da digîhîje bersîveke felsefa kûr:
Dinhêrim ez dayîka xwe, Dinhêrim ez bavê xwe, "Kîjan baş e, kî biha ye û delalî?" Ez mêl dibim ha vî alî, Ez mêl dibim ha wî alî, Usa teyr-tû wextê firê, bi firqaskî, Ha mêl dibe ser vî baskî, Ha mêl dibe ser wî baskî.
Heqîye, eger, evd yekî ji wan baska zû unda dike, jîana wî tim di alîkî da dikule.Helbestên: Birayê Min Hemo Ra, Firîca Baltûza Min Ra, Mêlsîkê Apê Memlî Ra, Mîkayêlê Reşît Ra, Helala Min Ra, Qîza Min Ra, cêrga helbestan ku dîyarîyî zanyarê mezin Hecîyê Cindî kirye û gelek efrandinê wî yê vî teherî nevsa evdên helal, ciwamêr, welatparêz, rem, xebathiz, evdên bi rûmet û maqûl nitirandîye.
Fêrîkê Ûsiv him zavê Hecîyê Cindî bû him jî pismamtîya wan hebû.
Kê pirî hindikî haj kar û barê zanyarê mezin hebû, ew nas dikir, xeysetê wî yê xebathiz, maqûl, welatparêz, milahîm dîtibû, tê derdixe, ku helbestvan hostatîke çiqas mezin şexsyeta wî li nava çend xetên helbesta xwe da daye.
Helbesta, ku ji bo 70 salya H. Cindî nivîsîye wa dibêje. (Helbest usa ne, ku nayê perçekirin,ji bo wê jî mecbûr temamya helbestê tînim):
Ew kî dibêje hevtê salî me, Min xitim kirye deh û du sî, Ew "hevtê-mevtê" kê lihev aniye Û li min kirye xewna Qazî… Îdî "hobêlyar", îdî "emekdar", Îdî "aqilbend", "kana ulma", Îdî "nivîskar", "doktor" û "dersdar", Nizanim çi û çi... na qurba, na... Kengê min heftê berevok çêkir, heftê cildê xurt xurû çîrok, Heftê serhatî-beyt jî ber lê kir, Heftê cild kilam, heftê dîrok, Heftê lawijok, heftê nivêjok, Heftê qelîbotk, heftê qewilik, Heftê metelok, heftê zûbêjok, Heftê bend beytê "Ker û Kulik", Heftê berevok kilamê şînê, Heftê yê şayê, xêr û xweşyê, Heftê varyantê "Memê û Zînê", Heftê yê "Sîyabend û Xeca Zerîn", "Ûsivê Nevya","Ûsiv û Xezal", Ya "Zembîlfiroş", "Xanê Çengzêrîn", Û heftê şaxê "Rostemî Zal"... Heftê kitêbê şiêr û poêma, Heftê ferhengok, xebernema, Heftê yê dersa, heftê yê ulma, Û heftê kitêb ji yê tercima... Û Xwedê ku hat hewara heftê Û du mileta, û me jî tev, Û min nivîsî heftê "Hewarî", Heftê romanê baş û bedew, Hingê heyranno, heftê salî na, Hiz dikin bêjin-sed û heftê, Hingê qurbanno, ez jî tevî we Çi bêjî bejna sîyarê min tê…
Dilê şayîr pir nazik bû. Gelek tişt, ku mirovên sade texmîn nedikirin wî tê derdixist, ber xwe diket, zû dixeyîdî, nerazîbûna wî jî zû dîhar dibû. Zû xwe ra nexwaz çê dikirin. Dirûtî, zimanpenî li cem tune bû. Gazin bû ji civata bûrokrat, ji "zagon" û "qanûnên" dewleta Sovêtê yê çewt, ji miletçîtîya der dora, hevalên perehiz, civaka ji ruşet, dizî, qavî û nerindîyê lewitî.
Civaka kurde rewşenbîr jî paqij nî bû. Şayîr ji wê civakê pir bi gazin bû û gazinê xwe jî venedişart. Helbestên Kalê û Ezrahîl, Rûvî û Dîk, Filankes, Gernefisa Ra, Zêndî Şêrê Şayîrê Mirî Ser Navê Xwe Neşir Kirye û gelekê din da derheqa wan "şayîr","nivîskar" û "rewşenbira" da dinivîse, ku ketibûn nava wê civakê, cîyê sereke girtibûn û xêncî zîyanê tu kar nedane pêsdaçûna çanda me… Rastî jî rûyê wan da bû ku edebyeta me, ew gavê mezin, ku karibû bavêje, navît… Gelek efrandarên eslî bûn qurbana karên wanî reş…
Li nava vê xiringêlê da eger stûneke piştovanyê tune bûya helbestvanê pir feqîr bûya. Ew stûn jî Fêrîkê ÛSIV ra bi texmîna min Hecyê Cindî bû.
Fêrîkê Ûsiv hevaltî pir nedikir, dibûrî bû, zû nêzîkî hevalan nedibû, hevkî jî bi stirû bû. Lê dema em helbestên wî dixûnin, ku ew xeyset tek rûva ne, bin da ruhekî nazik e, dilekî remî tije mirovhizye. Mînakeke delal helbesta wî ye, ku dîyarî bîranîna helbestvanê hizkirî Mîkayêlê Reşît kirye. Emir da navbera wan, hevaltîya wan ewqas jî germ nî bû. Lê helbest dîyarî Mîkayêlê Reşît da wa dibêje:
Emir da aqas jî dil û ced, Me şorya hevaltîyê nekir, Lê tim jî, lê tim jî bi hisret, Min mêla xeysetê te dikir. Min nava mitalê xwe nûr da, Li taxek Pampa xwe hizkirî, Çê dikir ji te ra zef zû da Tamekî tûfînî kilskirî. Wî gundê bedewî, bilincî Em diçûn sersal û eydê hev, Û li ser kulavê kurmancî Guh dida me şiêr û beytê hev…
* * *
Li nav nivîskarên Kurdên Sovêtê da Fêrîkê Ûsiv hostê nivîsara destana bû. Salê başqe-başqe destanên wî. Ûsivê Nevya, Xewna Mîrmih, Hisret, Hubê Xwedêhiz, Heja Hêle, Dewatyê Dîlbend, Rihana Reşo, Rizayê Kurmet neşir bûne.
Naveroka destanên Ûsivê Nevya, Xewna Mîrmih û Hurê Xwedê Hiz ji zargotina gel hildaye.
Ji salên sîhî da girtî gelek nivîskarên Kurdên sovyêtê dest avîtine zargotina gel û çîrok-destanên gelêrîye wek Mem û Zîn, Ker û Kulik, Zembîlfiroş, Memê û Eyşê, Xecê û Siyabend û gelekên din wa gotî veçêkirine. Lê bi heqî, cem tu kesî, xêncî F. Ûsiv nehatye standin. Wan ra li hev nehatye li ser hîmê wan karibin efrandineke usa çêkin, ku bi hêza xwe hema nêzîkî varîyanta zargotinê be.
Fêrîkê Ûsiv ruh, reng û rewşeke nû da çîrokên jorgotî. Her sê efrandin jî bi pirs û pirsgirêkên xwe alyê felsefê, bedewnîgaryê, helaqetyê navbera mirova da gelekî kûr, dijwar û pirqet in.
Destanên Dewatyê Dîlbend, Rihana Reşo, Rizayê Kurmet tiragêdyayên biçûk in. Hersêk jî bûyerên rastî ne ji emrê êla Sîpka.
Sala 1920-î leşkerên Roma reşe zulm tên digîhîjne çîyayê Elegezê, gundên Êzdîyan. Bîranînên bi qetil-qan, xûn, kuştin û mirin ji pey xwe hîştin. Helbestvan bûyareke tiragîk ji wan qewimandinên nelet hildaye digîhîjfye tomerîbûn û kurbûneke fikirdarî û felsefîye bilind.
Simkoyê Bavik, ku ji kuştinê xilaz be rûreşyê tîne rûyê xwe, destûrê dide, ku jina wî "Padşayê Tirk ra qulix bike hetanî sibê."
Destana din ya Rihana Reşo da leşkerê Tirk dergîstîyê Rihana keça Reşo, Rihana bedew dîl digrin dibin. Pey ra Rihanê didine lawê apê wê. Lê kurap dayka xwe va Rihanê têne xezevê, ji malê derdixin. Dilê xûşka Rihanê ser xûşkê dêşe. Ew jî zara nayne. Rikanî kurap va, bi rezadilî, radibe Rihana xûşka xwe dibe xwe ra dike hewî. Lê zûtirekê kumreşî xûşka "xûşkhiz" jî kor dike, hizkirna ku berê di dilê xûşkê da hebû, dikuje. Rihana bêbext vê carê alyê xûşkê va tê zêrandin, dawyê da Rihan xwe dixeniqîne.
Rizayê Kurmet: Dema mala bavê helbestvan sala 1917-a ji Qersê direvin, leşkerê Tirk meta wî, zilamê wê û keça wan va digrin. Zilam dikujin. Kurdekî bi navê Hesenîkê Şemeldanî metê xwe ra dibe. Xezala met dibe "kevanîka Hesenîkê Şemeldanî".
Sal derbaz dibin, sûr û sînorê dewleta dikevin avbera xûşk û bira. Bira nizanin çi hate serê xûşkê. Xezal malbavana bîra nake:
Ez Xezal im, êzdîya Sîpkî, Qîza Îvo, Xûşka Hesen, Xûşka Ûsiv, Kevanîka Hesenîkê Şemildanî, Sînorçîyo ez bextê te me Tuyê cawekê min ra bînî Hesen sax e, Ûsiv sax e, Kidê sax e Gelo qet wan dera nakin Pirsa halê xweyînga xwe?
Alyê hidûdî din ji xûşk-bira dikewgirin derheqa Xezala xwe ya undakirî da. Gelek sal paşê, ji pey mirina wan ra lawê Xezalê Riza tê welatê Sovêtê mêvanya xalana. Tê, wan dibîne, axê ji mezelê dê tîne dike li ser mezelê xalê, axa mezelê xalê jî dive ku bike li ser gora Xezala xerîb...
Riza vedigere, rojekê jî cawa nebxêr malxalana ra tê:
Reş girêda xalojna pîr Xalana kir şîn û girî, Bi edetê êl û eşîr Cînar hatin serxweşya wan... ….. Çi bi Riza hat, -ji hev pirsîn- Bi wî mêrê sip-silamet, Nexweşyê mir yan bi qezyê Yanê kete tora nemerd?
Kî dizane sîyasete- Setya mixenete mexsûs, Dibe mêrkê bê zîyan-zede Hesibandin çawa cesûs…
Destanên Fêrîkê Ûsiv gîşk jî serketî ne û dewlemendîya edebyeta gelê Kurd in. Xebera beşa nivîskarên Kurd, ya rex yekîtîya nivîskarên Ermenistanê, û Şêwra rewşenbirên Kurd da, ku ji bo wefeta Fêrîkê Ûsiv rojnema RYA TEZE da neşir bûye wa hatye nivîsar:
"Poêmêd wî ye Ûsivê Nevya, Rihana Reşo, Xewna Mîrmih, Hsret û yêd mayîn ne ku tenê sertacê efrandinên wî ne, lê usa jî merî dikare wan dayne rex MEM Û ZÎNA Ahmedê Xanî. "
* * *
Eva tek gereke kin bû, bîranîneke xweş li nav reng-ewaz, nexş-nîgarê baxçê helbestvan da. Borcekî min bû li ber bîranîna wî evdî, kîjanî ra devedevî 25-30 salî, min hevaltî û pismamtî kirye, em tev çûne-hatine.
Ez bawer im, jîyana Fêrîkê Ûsiv çawa helbestvanê gelê Kurd wê nû dest pê bive. Gelê hela nû qîmetê bide berhemên ewledê xweyî hêja.
* * *
Xwedê xirav bike xerîbyê, destê mirov bira-pismam, heval-hogira, heta erd û esmanê hizkirî jî diqete. Ji wefetbûna Fêrîkê Ûsiv çar meh şûnda, berêvarekê ew cawa dilêş gîhîşte min. Wê şevê ez ranezam. Ketme paşla xem û bîranînên buhurî. Emirê çûyî, rojên derbazbûyî hatine bîra min: malbata Kurdên Ermenistanê ya rewşenbiri, telayi û şîrnayî, hisret û bîranîn. Rojnema RYA TEZE, RADYOYA XEBERDANÊ KURDÎ. Rasthatin, helaqetyên me: êvaryên nivîskaran, lênhêrîna pirtûkên nû nivîsî, şevên şayê, sazbendîyê, hobêlyan, eyda. Her rewşenbirekî me şexsyetek bû, "ji her kulîlkekê bînek dihat". Kê derheqa rojên wa da difikirî? Kê bawer dikir, ku jîyan wa sersêrî kerê bê welgerandin? Qedera evd destê wî da nîn e. Me ji bo peyveke "ne cîyê xwe da", seva xeteke "sist" yan fikireke "nerast" qirka hev digirt, ji hev dixeyîdîn. Lê pey ra, roja din odên rojnema RYA TEZE yê xebatê, yan xeberdanên Radyoya Kurdî, para kurdzanyê yan mala nivîskarên Ermenistanê da, yan qawexanekê da em dihatin li cem hev.
Fêrîk pir nedihat xanê, gund da dişxûlî, lê ji êvarya nedima. Helbest xweş dixwendin. Helbesta wî ya hizkirî, ku timê eyda û êvarya da dixwend, helbesta MISTEFA BARZANÎ RA bû.
Xwendina helbestan min bi gelek zimanan him ji devê helbestvana, him jî ji devê aktorên bi nav û deng bihîstîye, xwendina Fêrîk ji ya wan kêmtir nî bû. Dengekî xweş lê bû. Degme distira lê xweş distira. Min ra li hev hatye sitirana wî him şaya, him jî şina da bibihêm.
Hamoyê birayê wî çûbû li ber rema Xwedê. Ez jî çûbûm hewaryê. Dema Fêrîk stira, birao kir, îskîn kete hazira û destmal bê hemdê xwe birin ber çavê hêsir. Qeya-zinarê çîyayê Dibûr, wekî dilê wan hebûya dijwar bikaribûna hêsirê xwe zevtkin.
Ez û Fêrîk hevalne pir nêzîk nî bûn, lê hev femkirin û hevgirêdaneke hest û ruhî li navbera me da hebû.
Qet ji bîra min naçe. Havîn bû. Çûbûme gundê me, Qundesazê. Ji wura jî bi kerekî çûme Pampê, mala Fêrîk. Li navbera gundê me û Pampê da 4-5 km e.
Demeke dirêj bû, ji xwe ra li gund xanî çêdikir.Min ra pir cara derheqa xanî da gilî kiribû. Lê ça gel dibêje: "Carek dîtin çêtir e ji hezar car bihîstin". Xanîyê wî yê bi kevirê tûfa sor hema tenişta girê li rex gund da çê bûbû. Xanî qul bi qul nîşanî min da, derheqa her kevirekî, derî û pencerekî, dîwarekî da hûr-hûr gilî kir. Çima pencere li ser wî dîwarî ye, li ser yê din nîn e, çima derî usa çêkirye, cîyê sobê û tendûrê… Dema şebeqê ro nû dertê û êvarê diçe ava li wur va çawe tê xanê. Tiştê herî balkêş axil bû. Hema dîwarê tam va li palê axilekî mezinî-merdane çêkiribû. Sûreke bi kevirê tûfa sor kişandibû dorê. Di axil da hezar pez cî dibû.
-Fêrîk, ev axila seva çiye?- min ecêvmayî jî pirsî. Ewî helbesteke nû nivîsî ji min ra xwend:
Min çê kirin ev tam-taşê tûfîn, Li dorê kişand sûreke mitîn. Û çawa pez hiz, çawa kurdê çîya, Axilek ava kir min li sirtê çîya. Ser şaneşîn û şênlikê min ra, Salê bifirin mîna sîmira Û wextekê jî du rêncber wê bên, Xwe bidin ber sîya axlê minî şên: "Hey gidî, -bêjin,- Fêrîkê remetî, Ser van tam-taşa çiqas zemet dî…"
Rastî jî sal mîna teyrê sîmir firyan û îro ez bi keser bîr tînim: "Hey gidî dinya, Fêrîkê remetî,
Ser van helbest-destana çiqas zemet dî..."
Salê dawyê timê min ra têlêfon vedikir. Lawê min radihîşt têlêfonê û zû tetik dida min:
- Apê Fêrîke.
- Çawa zanî, ku apê Fêrîke?
- Ew timê dibêje: "Kuro bavê te li male!"
Êdî min tê derdixist ew li Yêrêvanê ye, dixwaze em berêvarê rastî hev bên. Cîyê rasthatina me Sîsêrnakabêrd bû. Li bajarê Yêrêvanê, pêjber ew mehela mala wî lê bû girekî bi wî navî heye. Wergera wî navîyî kurmancî Kela Dûmeqeskê ye. Wî girî çima ew nav standîye, nizanim. Gir hela dawya salê şêstî da kirine baxçe-seyrangehekî bedew. Binatarê, alyê bakûr gelyê Zengûyêyî kûre, têra çemê bi wî navî jî dikşe. Ber çêm stadyona fûtbolê ya mezin e, ew pir bedewe û bi cûrê nûjen hatye çêkirin. Alyê girî din daristan e. Lê jorê, li nav baxçên kulîlk û darên bedew da heykelê gênosîdê ber bi esmîn bilind dibe. Heykel bawarkî ji her alyê bajêr va tê xanê. Ev heykel ji bo bîranîna wan şihîdên Ermenya hatye çêkirin, ku ji alyê dewleta Tirk va salên 1914-1920-î hatin qetilkirin.
Em tim li wî baxçeyî rastî hev dihatin. Derheqa efrandinên nû nivîsandî da gilî dikir, helbestên nû dixwend. Carna temamya naveroka axaftina me nimûneke zargotinê bû. Min tê derdixist, ku ew ser wê dixebite. Di derheqa çêkirina xanîyê xwe da diaxivî. "Karekî dijwar e, giran e. Lê hewasa min pêra tê. Ez dema ser xanî kar dikim, bi dil û ruh rehet dibim, kul-derdê jîyanê, dewranê, tiştê neqenc ji bîra min diçin… Evdên sinetçî, xebatçî helal in, rem in, heyf in,-digot."
Tim ji dinê, jîyanê xeyîdî bû. Gazin bû ji heval pismamên ace qulixhiz, perehiz, cînarên miletçî, nivîskarên bêşurete "şêr diz", "qanûn û zagonên" dewleta Sovêtêye nerast.
Wextekê, pir bi derheqa Sivêtayê, wê pîreka kurda ji bajare Tilbîsê da diaxivî. Ew kûr ketibû dilê helbestvan. Eger wê Sivêtayê jî hestê wî femkira, agirê evîna paqije bedew dilê wê jî bigirta dibe di jîyana şayîr da guhestinên bingehîn çê bûna. Tim gazin bû, ku vê dewra perehiz da kes qedirê huba esil nizanê…
Carêkê wî baxçeyî da em li ser kursîkî rûniştibûn. Li ber me mergeke kulîrka bû. Ew bi nexşên pir hewaskar, bi kulîlkên cûrbicûr û reng-rengî hatibû li hev anîn, hûnandin.
Demekê wî ker li nexş, kulîlka û renga nihêrî û got:
- Esko (ji min ra usa digot) em herd jî baçevan in. Em jî bi kulîlka nexşê wa çê dikin. Kulîlkê min hevkî qewî ne, sert in, yê te pir nazik in. Mirov newêre destê xwe bidê. Nişkêva şextek hebe kulîlkê te yê zû biçilmisin.
Paşê xwe bi xwe fikira xwe tomerî kir: "Eh, bira seva kulîlkê xwe ber xwe nekeve. Şextê dayê kulîlkê qewî jî, nazik jî li ber teyax nakin. Eger welat hebe, dewlet hebe, gelê kulîlkê xwe xweyî derkeve, tunebe kes jî me bîr nayne."
Vê dawyê nexweş bû. Nexweşya şekir pê ra hebû. Ji çavê xwe gazin bû, digot lingê min dêşin.
Dinya li hev ket. Destê me teva ji hev qetya…
Wê şevê, tenê, li devê xem û xiyalên xerîbyê da, tevî hest û bîranînên xwe rûniştibûm, xewa min nedihat. Dilê min dişewitî, ev xetên serxweşyê çê dibûn. Lê serxweşî kê ra?..
Evdê bên û herin lê Kurdistana me û gelê meyê hebin!
Bira gelê me xweş be.
SERXWEŞYA MIN
Ji bo biranîna Fêrîkê Ûsiv Keserên tel hêsira da şil bûne, wex, Giran bûne vê êvarê ser dilê min, Caw anîne, cawa nebxêr, cawa dilêş, Wefet kirye helbestvanê meyî mezin. Ew ji xwîna Cizîrî bû, ji malbeta Feqîyê Teyran, Qewalekî Lalişê bû, pêşîmamê helbestvana, Dewrêşekî Zerdeştî bû, çîrokbêj bû, Ku bang dida ji kûraya dewr-zemana.
Pala çîyayê Elegezê êla kurdan Em heval bûn, em hogir bûn, hev ra bira, Çi ferman bû li me rabû? Kê zanibû Wekî îro ewê wur be, ez li vira. Xem û xiyal, hisret-hesîn û bîranîn, Hev ketine mîna lêya der biharê, Li nav wan da rûniştime tenê, melûl, Hêsirin tek çavê min ra têne xarê.
Ne kes dengê min dibihê, ne jî rê ye, Wekî rabim, berêx bidim Pampa wêran, Xwedê bira xirav bike vê xerîbyê, Vê rev-bezê,vê qedera meye giran.
Wî Pampê da xwe ra koşk û sera çê kir, Bengî bû ser: tucar nehîşt Pampa xwe dê, Pampê da jî ew bû heykel, ew bû kilam Helbestvanê gelê xweyî heta hetê… Ezê îşev xwe bavêjim li ber bextê Van teyreda, bira nekin, minet,qisûr, Dilê minî tije hêsir baskê xwe kin, Bivin pala Elegezê, tepê Dibûr.
Serxweşya min bidin koma Êzdîxanê, Û ramûsin destê daykê meye şîrin, Bira ewan kilamekê bavêjin ser Fêrîkê me,halê Kurda, xerîbya min.
Xem û xiyal, hisret-hesîn vê êvarê Hev civyane, giran bûne ser dilê min, Caw anîne, cawa nebxêr, cawa dilêş, Wefat kirye helbestvanê meyî mezin. 10.09.1997.
|