Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Êzdiyatî di Memo Zîna Xanî de PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
HECÎ CAFER


Yek ji sûd û qezencên çîrok û dastanan ewe, rewişt û tîtal û baweriyên miletan têde tên parastin. Xanî jî di Memo Zînê de bo me çen rewişt û tîtal û baweriyên kevnên kurdan parastine, hindek ji wan pêşzayînê bi hezar sala, hindek jî dizivirin serdemê îslamê, ew rewişt û tîtal û baweriyên pêşzayînê, mirov dikare di dastan û çîrok û çîvanokên kurdî de bibîn e, herwesa dinav komela kurdên Êzdî de tên dîtin. evên jêrîjî, çend wênekên Êzdiyatiyêne Xanî di Mem û Zîna xwe de bi kar anîn, emjî dê li ser axivîn û êxîne pêşçacê xwedevanan:

1-Roj, agir û ronahî:
Xanî bi pîrûzî,roj û agir û ronahî di Mem û zînê de bikar anîne, eve jî ne kêmasî ye, çûnkî peristina rojê kevntirîn perstin bûye dinav tuxmê mirûvî da, bitaybetî dinav nivşê Arî de(2). Bigre ji Misriya, Yonaniya, Exrîqiya, Sumeriya, Bablî û Asûriya..Heta ger digehe Îtaliya û Kaşiya û Eîlamiya..hemûyan roj
perstine(3). Îşaret hene ku li welatê(Yemenê) jî roj hatiye peristin, qûrana pîroz dibêjit:Binavê xwedê mezin û Dilovan( wecedetha we qewmuha yescidûne lilşemsi min dûn Ellah)(4). Li Hindê û Çînê jî roj hetiye peristin. Êl, xêl û eşîretên Arî jî gelek birojê ve digrêdayî bûn, wan jî bihayê rojê zaniye,lewma Arîya roj peristîye û kiriye xwedewendê xwe, kû digotinê -mîtra-(5).. yan xûrda. Hejî gûtinê ye bêjim,mirovan roj ne peristîye, heta kû negehiştîne qûnaxa çandinê, di vê qûnaxê de roj hetiye peristin(6). (Şêşims)yan xwedawendê Şemis, kû xwedawendê xêr û rizqî û serbestiyê ye, bi mezintirîn xwedawendê Êzdiyan tê jimartin.(7) Belê, Êzdîya roj peristî ye û kiriye xwedawendê xwe(8), heta evroke jî dema roj dihelê Êzdî dest û çavêt xwe di şon û qesta wî cî dikin,ew cî yê rojê lê day, dê berê xwe din rojê û daxwaz û duwa jê dikin û paşî sê caran dê bi wî erdî ve maçî kin, ew erdê rojê lêday..(9)
Bihizra min dema Xanî di Mem û Zînê da gotî:
Hin roj perist û hin şeb evrûz
Hin xise revîn û hin xem endûz (10)
Mebest bigotina (hin roj perist), kûrdên Êzdî bû ye, yan nîşan bûye bo wan, çûnkî nêzîktirîn komela rojperist bo xanî Êzdî bûn. Li nik Êzdîyan xwedwendê rojê digehe pila(Tawisî Melek), hind caran jî digehe dereca xwedê (11). Xanî vî wênê Êzdîyatî yê bikar tîne,

dema dibêje xwedê:
Şemis ne ji qismê nûr û narî
Şemis ji eyan tû perdedarî (12)
Dema Êzdî daxwaz û duwa dikin, beramberî rojê radwestin û bo xwe daxwaza dilovaniyê-rehmê- ji rojê dikin.(13)
Xanî jî dilovaniyê dikevlûjankê rojê de dibîne dema dibê:
Hukam bi batin û bi zahir
Bê şşubhe muşabihin bi agir
.....
......
Rehmê kû dikin ji rengê rojin
Qehrê ku dikin cîhan disojin (14).

Agir hêma rojê ye li Erdî, lewma Kurd bi giştî Êzdî bitaybetî agir pîroz dikin, hemû rojên çarşembî û în ê, Êzdî agir li malêxwe û ciyên dînî dikin (15). Xanî jî bi gelek renga pitr ji (20) caran agir di Mem û Zînê de bikar aniya, bi hemû renga jî bi pîrozî berê xwe daye agir û
mamleyeka êzdîyan e li gel kirye. Xanî di Mem û Zînê de nexweştirîn alozî û di teng tirin delîve de, bi agir çareser dike, dibe:Xelkî agirî bi avê di vemirîne,ezavê bi agirî dikûjim...
Eve jî nîşanek dî ye, kû agir çend link Xanî pîroze, Xanî bi helbest dibêje:
Xel vedkûjît agirê bi avê
Ez dê vekûjim bi agirî avê
Mala xwe ji rengê qewmê Zerdeşt
Da agir û gazîya xwe raheşt (16)

Xanî rayeka cuda ji dûstûrê Îslamê re di vê malka jêrî de dide, agir li ser Axê çêtir dibînt,
dema dibêje:
Zîn nûraniye,ne av û xake
Mîraniye ew ji neslê pake
Nûraniye ew ne ab û xake (17)
Xanî li vir dobêje, zîn ji axê nebû ye, ango ne ji ademiye belkî ji ronayê dirust bû ye.
Xanî dema agirî li ser axê çêtir dibîne, ew wê pêwendiya xwe ya mukum li gel agirî xuya dike, diyar dike ku heta çi rade Xanî bi agirî daxbarbû ye. Li nik min ew nimûnên min anîn hemû nîşanin ku Xanî bo ola kurdiya kevin ku ola Êzdiyan ya niho ye.

2- Îblîs:
Pêşbiçîn nav babetê xwe pêwîste bizanîn Îblîs kî ye?
Di ola Îslamê de, yek bû ji melekên xwedê, belê bi fermana xwedê nekir, dema daxwaz jê kirî, wî go sucdê bo adem nabem, çunkî te ezê ji agirî çêkirîm û adewm ji axê.. vêca xwedê kire şeytan û ji behiştê derxizt.
Di tewratê de mar şûna Îblîs digrê (18)
Di Encîlê de, şeytan weku hêza şerî hatiye (19)
Li nik Îraqiyên kevin Tiyamat hebûn, ku hemû Îblîs û dêw bûn, xwedawend bûn û xelkî di perestin.(20). Li nik Misrîya, seth mîna Îblîs bû û xwedawendê wan bû xelkê di perist.(21)
Li nik Hindîya, Mara û Sîtala Mîna Îblîs bûn xwedaxwendên wan bûn û xelkî diperestin.(22)
Di dînê Zerdeştî de, Ehrîmem mîna Îblîs bû xwedawendê şerî bû bermber Ahûra Meza di sekinî.(23). Li nik Êzdîyan peyva Îblîs, yan Îblîs tune ye, ew xwe ji vê peyvê tore dikin. Belê hind dibêjin Êzdî Îblîs diberêsin, ji boy ku xwe ji şerê wî dûr bixin û xwe jê bi parêzin.
Her çende peyva Îblîs yan şeytan li cem Êzdîyan bikar nayê, lê dema mirov sebeqên wan dixwînin, Ezazîl û Tawisîmelek bi rengekî xêrê ciyê vî navî digrin û li nik Êzdiyan Ezazîl û Tawisîmelek yekin.(24)
Li nik Xanî, Îblîs, Şeytan, munafiq, Mar, Bekir û Ezazîl hemû yekin. ya li ber mijara gotina me peyva Ezazîl e, ku li nik Xanî û li nik Êzdiyan dûbare bû ye.
Êzdî dibêjin:
Ezazîl jî yeke ji heft Melekan û ewe yê şîreta xwedê ji bîr nekirî çaxê gotiye wan sucdê bo Adem bibin, ewî gotê: Sucde bo te bi tenê ya fere ezîzê min, vêca xwedê kire serokê melekan(Milyaketan), navê wî ji hingî ve bû Tawisî Melek(Melik Tawis).(25)
Di vê parçê de diyar dibe ku hizra Êzdiyan û Misilmanan hev nagirin .. Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de navê Ezazîl mîna yê şeytan biriye dema li ser saloxên(xasiyetên) pîsên Bekir di axive û dibêje:
Ew kîne welê xebîsê mudeber
Yanî Bekirê bi dil mizewir
Xewfa wî hebû, bi xef ji Tajdîn
Dayîm di dilê wî de hebû kîn
.....
.......
Xef bi Ademiyan wekî Ezazîl
Mehza xereza wî kizib û teswîl.(26)

Ji van milikan derdikeve ku Ezazîl(şeytan û Îblîs)e, Xanî jî mîna milsilmanek berê xwe daye Ezazîl, belê ji aliyekî dî ve bi çavê êzdiyatiyê navê Ezazîl hînaye.
Bi gotinek din:
Xanî bi dû çavan berê xwe daye Ezazîl bi çavê misilmanan û çavê Êzdîyan!!. bi çavê misilmanan Xanî Îblîs kire Şeytan û nekir Tawisî Melek berovajiya baweriyên êzdîyan.
Bi çavê Êzdîyan berê xwe daye Ezazîl çunkî Xanî negot: Xev ji Ademiyan wekî Îblîs...., got: Xev ji Ademiyan wekî Ezazîl, ango Xanî navê Îblîs bi navê Ezazîl bir, her wekî Êzdî bo diçin.

-Navê Ezazîl di Quranê de, di Tewrat û Encîlê de nehatiye, lê di sebeqê qewlên Êzdîyan de hatiye, heger têna xwedevanan bi vê çendê neşkê, em dê dû nimûnên dî bo hînîn, ku diyar bikin, çewa Xanî rehên Êzdîyan di Mem û Zînê de bi kar anîne:
1-Baweriyên Êzdîyan wesa bo diçin ku jêderê(serçavik) xêr û şeran yeke, ewjî xwedê ye... duwayek êzdîyan dibêj e:
Ya Rebî xêra bide şera wergerîn. (27)
Kuradên misilman jî dibêjin. Derd û derman li nik xwedê ne.
Li nik Xanî jî xwedê jêderê xêr û şera ne ..
Îblîsî çi guneh nîne(28).... Xanî dema li gel xwedê di axive dibêje:
Meqsûd û miradê dil tû şayî
Ema tû tezil men teşayî
......
Bê sucde te ey cenab mabûd
Adem kire Qublegeh û mescûd
Îblîs Feqîrê bê cinayet
Hindî te hebû digel înayet
her roj dikir hezar taet
lewra te dawî Îstitaet
Wî sucde nekir bo xeyrî mabûd
Gêra te ji ber derdê xwe merdûd (29).
Di van malikan de diyar dibe ku Xanî xwedê dike jêderê xêr û şera, wî çi bivê dike,(Tezil men teşa we tehdî men Teşa)... her wesa xanî Îblîsî bê guneh dike, çunkî sucde ji bo xeynî xwedê nebiriye.
2-Hizra dî ya ola Êzdîyan, ya ku Xanî hînaye di Mem û Zîna xwe de ewe:
Mîraniye ew ji neslê pake
Nûraniye ew ne ab û Xake(31)
Ev malika Mem û Zînê li gel vê Ayeta Qurana pîroz yek digrin:
(Bisillah El-Rehman El-Rehîm-qale mameniétek îla tescud îz emirtek, qale ena xeyir minhu xeliqetinî min nar we xeliqethu min tîn).(23)
Mirov wesa têdigehe, ku mexseda xanî ewe bêjê ku Zîn ya ji wê jêderê(serçavkê) dirust bûy a ku Şeytan jê dirust bûy, ku agir û ronayî ye, nekû mîna adem ji axê dirust bûye.
3-Birayê axretê:
Fere li vir vê pirsê bikîn, birayê axretê çiye û çi wate li nik Êzdîyan dide?
Bersiva vê pirsê nameyeka Pîr Xidir Silêman e ya ku li roja 26.06.1995 de ji min re nivîsî û dibêje.
(Li cem me dû corên xuşik î bira hene: Xuşik û birayên ji day bab, yan ji dayê bi tenê yan ji babî bi tenê, ev dibin xuşik û birayên dinê, lê li cem me xuşik û birayên axretê jî hene û core
pîroziyek têde heye, lewra di sebeqeka duwa hêvarê de eve bi yek ji pênc ferzên heqîqetê tê danîn:
Ya xwedê tû me bideye xatira,
şêx, pîr, hosta û merebî, yar û birên axretê
Ewin her pênc ferzên heqîqetê
Îro li dinê û sube li bangê axretê
Ferin bo me û çendî sunetê.
Lewra her Êzdîyek hebe çi kur çi keç, divê yan xuşika axretê yan birayê axretê hebe. Kur ji xwe re birayê axretê digre, keç ji xwe re xuşka axretê digre, car heye heger keçê birayê ji day û bab nebe ji xwe re birayê axretê digre û kur jî wesa ji xwe re xuşka axretê digre.
Divê xuşik û birayên axretê ji çîna wî, ango heger Şêx bû, divê ji tayê Şêxên xwe yên ku jin û jinxwazî di nêva wan de hey negre, her wasa tayê Pîra jî nabê xuşik û birayan ji wan babkan bigre, yên ku jin û jinxwazî di nêva wan de hey.. vêca mirîd, xuşik û biran ji çîna şêxa, yan pîra digrin î şêx û pîr jî xala me li serî baskirî raçav dikin( Nama pîrî ye dirêj e..) belê xala herî girîng bi dîtina me ewe ya ku dibêj e:
Di mîtolojiya Êzdîyan de, xuşik û birayên axretê mîna şêx û pîrên kesê mirî bi hana wî diçin û daxwaziya sivik kirina barê mirî dikin, da xwedê rehmekê pê bike û Zebênî giyanê wî ne azêrin.. lewra ye fere her Êzdîyekî xuşîk û birayên axretê hebin.
heger berê xwe bidîn nama pîrî dê karîn bêjîn.
1-Birayê dinê li nik Êzdîyan wekî birayê hemû miletanin, ewe yê ku xwedê kiriye birayê mirovî.
2-Birayê axretê, ango birayê roja qiyametê.
3-Birayê axretê li nik Êzdiyan, ewe yê ku mirov bi dilê xwe ji xwe re di bijêr e, li pey destûrê Êzdîyan.
4-Her Êzdîyekî divê birayê axretê hebe.
5-Armanc ji bijartina xuşik û birayê axretê ku li roja qiyametê harîkariya mirovî bikin.
6-Navê birayê axretê bi pîrozî di sebeqên qewlên êzdîyan de hatiye.
Bi hizra min xanî agehdarî van zaniyariyên jorî bû ye, li ser birayê axretê, lewra dema di Mem û Zînê de bi kar aniye, wî jî dû rengên birayan diyarkirne, ku birayê xaretê û birayê dinê ne.
Xanî di Mem û Zînê de bo Tajdîn birayê axretê dirust kiriye, ku Mem bû ye, Mem birayê axretê bi tenê nebû ye, belkî birayê axretê û dinê bûye, ev malikên jêrî di Mem û Zînê de bi aşkira ola Êzdîyan nîşan dikin, dema dibêj e:
Nageh sihrê ji rojê heştê
rezwan meşiya ji nêv behiştê
Mem hêj wesa li ber derî bû
Dayîm wî ser li ser berî bû
Hêja ewî mesken Astan bû
Rojan û şevan we pasepan bû(38).

4-Çil rojî:
Di ola Êzdîyan de,dîndar çil rojên çilê havînê û çilên zivistanê bi rojî dibin.(39)
Ev çil rojiyên ola Êzdiyan, Ehmedê xanî bi vî rengê jêrî veguhastine nav rupelên
Mem û Zînê û dibêj e:
Çil rojî nexwar, ne xiwab Zîn ê
Ser rane dibû ji girîn ê
Xuna dilî bû xeza û xwarin
Hêstir bi xwe şerbet û Vexwarin (40)
Ya ji min ve eve jî nîşan bûye, Ehmedê xanî daye ola Êzdîyan, ku rojîgirtin bûy e.


5-Duwaçî:
Duwaçî ew kesê dînî ye, yê ku karê wî daxwaz û duwa, bo xwe û xelkê dike. Di ola Êzdî de duwaçî heye, ew jî babe çawîş û Micêwire, Micêwir li Tewafên Êzdîyan, dema xelik li ber qubê kom dibin, Micêwir li ber derecka qubê rûniştiye, dest bi duwa, diroza, qewil û beyta dike.(41)
Babê çawîşku pîre nekû koçek e, jinê nahîna û hemû jiyana xwe di xizmeta Lalishê de(mala şêxadî) di mezêxe û karê wî yê here giring duwa ne, ew bi xwe jî duwçî ye.(43)
Xanî ev wênê ola Êzdîyan veguhastiye Mem û Zînê dema li ser zarê Sitî û Zînê dibêj e:
Ev renge bêje wan hebîban
Mecmûyê mewalî û xetîban
Hindek ji were bibin ricaçî
Hindek ji mere bibin duwaçî
Belkî kirbe xwedê muqeder
Wesla me û we bibe muyesir.(44)
Wesa diyare, ku di ola Kurdan ya kevin de(Êdî), duwaçî hebû ye, karê wan daxwaz û
duwa bûne.
Ev kese jî divê daman pak û paqij be, eger na daxwazên wî bi cî nayên.


6-Vexwarin:
Xanî di Mem û Zînê de, wênekî ji koçka mîrê Botan digre,Xanî vî wêney nîşa me dide, ku vexwarin wî demî li koçka mîrî tiştekî asayî bû. Bi gotinek din, Xanî wesa mirovî têdigehîne, ku ev wênê koçka mîrekê misilman nîne, belkî koçka mîrekî Êzdîyan e.
Nexwe çewa dibe vexwarina hemû rengên şerbet û şeraban, li koçkê hebin û Mela, şêx, Mîr û axa.. hemû têde beşdar bin. Xanî li ser zarê Mîrî dibêje:
Mecmûé Mela û Şêx û Mîran
Axa û ekabira û feqîran
Vêk re bi devê xwe wan sena kir
Têk de bidilê xwe wan duwa kir
Mîr go biqutin dev û rebaban
bînin hemî şerbet û şeraban
Da bezmeke şadimane danîn
Îrohe, ku subhe em nizanîn
dê şibhetî vî demî di xweşbîn
ya dê bimrîn û yan nexweşbîn (45)

Ne her eve, belkî hemî koçik sekran û serxweşdibin, Xanî dibêje:
Saqî şewişîn bi abî engor
Mitrib herişîn bi hîtî sentûr
Qewal û muxenî û xezelxwan
Mexmûr û siyah û mest û sekran (46)

Nekû carekê bi tenê koçka Mîrê Botan ev rewşe dîye, belkî di hemû helketina de, koçka Mîrî ev xemle di ber xwe kiriye.. bo nimûne dema Mîr ji nêçîrê vedgere û tê koçkê, Xanî dibêj e:
Saqî şerab û şemié xwestin. Dîwaneke hakimane bestin(47).
Fere bê pirsîn vî wêney çi pêwendî bi Êzdîyan ve heye?
Bi dîtina min pêwendiyek mukim pêve heye:
1-vexwarin li nik Êzdîyan, ya heram nîne, li vê koçkê jî(koçka Mîrî) heram nebû ye.
2-her çende ev koçke, ya Mîrekî misilman bû, belê wênê koçka Mîrekî Êzdiyan dide.
3-xanî diyarkiriye, ku Qewal di vê koçkê de bi rex şêx û mela û mîran ve di rûniştî bûn Qewal jî edyemeka taybete, bi ola Êzdiyan ve. eve hemû nîşanin, ku Xanî çend girêday reh û rîşalên Êzdiyan bû. Her wesa Xanî bivê yan na.. li vêre wê hizrê pesind dike, ya kû dibêj e, Mîrên cizîra Botan bi regez Êzdî bûn û ji eşîreta Xalitiya bûn.
7-Tewq-Toq-Tok(Girîvan)
Li pêşiyê fere bizanîn tok çiye, hêja Corc Hebîb dibêj e:
ji rewiştên kevin û here resen li nik Êzdîyan ewe, kirasên bi tok li ber xwe dikin, belê divê toka vekirî nebe, eve jî nîşane ku Êzdî dorpêçkirîne bi toka xwedê(Êzî),tok divê geleka xir bê lê ye birî nebe.(48)

Mêjûnivîs Rezaq El-huseynî dibêj e:
Dema Êzdî kirasê xwe didirûn, xuşka axretê kuna kirasî vedike û xir di ke,dibêjine vê kunê- Toka Êzî-ango evîna Êzî Toke bistuhê wî/ê ve(49).
Dr. Xelîl Cindî dibêje: Tok, kuneke taybetî ya cilkên Êzdîyan e. Mêr û jin û zarokên êzdîyan li ber xwe dikin , kerkirin û dirûna wî cilkî divê bidestê Êzdîyan be.. Eve nîşanên mirovê êzdî ne, kuna xir û taybetî, Toka tawisî Melek, yan Toka Êzî.(50)
li nik Êzdîyan Tok her tiştekî dî yê bi Tokê biçe, yî pîroze: wekî Toka sitoyê marê reş,gêra Êzî, Xerqa li stuyê Feqîran.
Xanî vî wênê pîroz di ola Êzdîyan de wergirtiye û di mem û zînê de bikar aniye, xanî li ser zarê Mîrî dibêj e Zînê.
Ciwaniya tebû Mem kiriye giriftar,evîna tebû Mem kiriye birîndar, ew kil te di çavan de kêşa, heta tû nedîtî dil ne êşa... Paşî dibêje wê ew Tewq(Tok), te li gerdena wî danî, ango eşiq û evîna Zînê bi tokek pîroz zanî ye, ku wekî Toka Êzdîyan ye pîroze, xanî dibêj e:
Tewqa te li gerdena wî danî
Dava te veda li qelib û canî
Çawa vekirin te herdû ahû
berdane feqîrî herdû cadû (51)
Dûr nîne mebesta Xanî li vir peyva(Feqîr) bi wê ramana giştî ne be, ya ku em dizanîn, belkî mebest pê(Feqîrê)ola Êzdiyan be, ku dîndarekî hêja ye di komelgeha êzdî de, bi taybet heger bizanîn peyva (cadû)dijî peyva feqîriye, yek tagirê şeriye, ku cadû ye, yê dî tagirê xêrê ye ku Feqîr e.

8-Derazînk-derçik(Utbet El-bab):
Derazînka xanî(malê) li nik hemû kurdan pîroz e, bitaybet li nik kurdên Êzdî pîroztir e, bi taybetî jî derzînka qapiya mezarê şîxadî û xasên Êzdîyan li laliş.
Mêjûvan Rezaq El-Huseynî dibêj e:
sala 1947 ez çûme seredana laliş, min viya ziyareta mezargeha şîxadî bikim babê çawîş gote min: pêlava xwe pêxe berî bikevî ciyê pîroz û pê xwe ne danê ser derazînkê(derçikê)(52).Heta evroke jî dema Êzdî diçine lalişê, pêlavên xwe têxin û derazînkê maçî dikin, paşdiser re derbaz dibin, ne tenê ew derazînke pîroze lê hemû derazînkên xasên Êzdîyan di pîrozin.
Derazînk li nik Xanî jî ye pîroz bû, bi taybetî derazînka koçka Mîrê Botan ku hêlîna Zînê bû ye, Xanî dibêje bayî, heger tu gehiştiye qesra Zîn tê de, berî hemû tiştî her derazînkê maçî
bike û di bêje:
carek here side el-seadet
Gavek here sidre el-nihayet
Ewel tû bibuse astanê
Paşî here pêşî dilistanê (53)
Xanî nehêlaye(ba) bigehe Zînê heta wekî derazînka xanî maçî neke, çunkî maçîkirna derazînka xanî hîma xêrê ye... careka dî Xanî dibêje (ba)y ger tû ji nik Zînê zivirî,hindek axa gergehê xaniyê Zînê ji min re bîne, çunkî ew ax dermanê derdê min e..
Bi hizra min axa dergehê xanî li vir her mebest pê derazînke(Êzdî jî dema ji ziyareta babçak û xasên xwe vedigerin hind axê bi xwe re ji nexweşên xwe re tînin mal), xanî dibêj e:
Ey badê seba, bi heq mabûd
Gava wekû tê ji pêşmeqsûd
zinhar hinek ji xakê dergeh
Bîne ji me re di gel xwe hemrah
Toza ku ji rengê tûtiyane
bîne bi xwere ku kîmyayiye (54)
Jibilî van wênên Xanî ji ola Êzdîyan wergirtîn û di Mem û Zînê de bikar anîn, nimûnên di jî hene, mîna:
Marî, çîna şêx, Mîr, mirîd û ....dîsa jî şevberat, Xidir Zinde û ...htd,ev wêne Xanî bi ciwanî û hinermedane di Mem û Zînê de bi kar anîn e.

Encam:
1-Rewişt û tîtalên kurdên Êzdî û kurdên misilman gelek caran yekin û yek digrin.
2- Kurdên misilman, hindek ji van rewişt û tîtal û baweran jibîr kirne. lê dinav Kurdên
Êzdî de man e.
3-Her çende Xanî sofiyek misilman bûye, lê baweriyên ola Êzdîyan li cem mabûn.
4-Di demekî de kurdên misilman Êzdî bûn e, li ser dînê Ezdabûne.
5-Xanî beriztirîn(bilindtirîn) sembolên ola Êzdîyan di Mem û Zînê de bikar anîn, wekî perestina rojê, Ezazîl, Tok, xuşik û birayên axretê ...
6-Rewişt û tîtalên kurdên Êzdî ku Xanî di Mem û Zînê de bi kar anîn, piraniya wan heta serdemê Xanî li nav kurdên Misilman mabûn.
7-Baweriyên Êzdiyan di nav demarên Xanî de hebûn, lewma nikariye xwe jê bi parêz e.
8-Xanî di Mem û Zînê de, rolekê hejî û pir beha daye baweriyên Êzdîyan.
9-Xanî bi çavekî pîroz berê xwe daye ola Êzdîyan.
10-Xanî diyarkiriye ku miletê Kurd bi giştî û Êzdî bi taybetî hêşta girêday barweriyên xwe yên kevnarin.
11-Xanî şarezayek başdi ola Êzdiyan de hebûye.
12-Xanî Êzdî bi Kurd zanîne, lema baweriyên wan bi karanîne, bê ku navê wan bîne.
13-Xanî sûd û qezenc ji çîrok û çîvanokan kiriye ji bo wergirtin û bikaranîna baweriyan, bi van baweriyan xanî yekêtiya neteweyî û derûnê Kurdan parastiye.

Jêder(serçavik):
1- Êzdî, Musil 1949, sedîq demelocî rupel 303..Êzdî dibêjin ola me dizivire ser demê
Birahîm Xelîl.
2-Govara Lalish jimare2-3,rupel 129, sala 1994, roj di baweriyên kevin de heta niho,
B.Ş. Dilkovan.
3-Govara lalish heman jêder.
4- Sûret el-Nemil,ayeta 24.
5-Çîroka olan, Silêman Mizhir, rupel 71-177.
6-Zaniyarî folkilor,elikzander Hicretî Girab,Ricme Ruşdî salih,rupel 33.
7- Ji bo zanîna ola Êzdîyan, xelaka yekem, Elmaniya 1992, Dr. Xelîl Cindî.
8-Govara Lalish, jimare 1 sala 1993, dihok, mihemed Salih Zêbarî, rupel 67.
9-Govara Lalish jimare 1 rupel 70. diwayên Êzdîyan Dr, Xelîl Cindî.
10-Mem û Zîn, Hewlêr, 1968, rupel l51.
11-Govara Lalish, jimare 1 sala 1993, dihok, rûpel 67.
12-Mem û Zîn, Hewlêr, 1968, rupel 21.
13-Govara Lalish jimare 1 rûpel 70. diwayên Êzdîyan Dr, Xelîl Cindî.
14-Mem û Zîn, Hewlêr, 1968, rupel 92.
15-Ji bo zanîna ola Êzdîyan, xelaka yekem, Elmaniya 1992, Dr. Xelîl Cindî rupel 12.
16-Mem û Zîn, Hewlêr, 1968, rupel 121.
17-Mem û Zîn, Hewlêr, 1968, rupel 128.
18-Ji bo zanîna ola Êzdîyan, xelaka yekem, Elmaniya 1992, Dr. Xelîl Cindî rupel 16.
19-Ji bo zanîna ola Êzdîyan, xelaka yekem, Elmaniya 1992, Dr. Xelîl Cindî rupel 16.
20-Êzdî,pişka yekem, Bex sala 1971, Samî Seyid el- Ehmed rupel20
21-Êzdî,pişka yekem, Bex sala 1971, Samî Seyid el- Ehmed rupel 20
22- Êzdî,pişka yekem, Bex sala 1971, Samî Seyid el- Ehmed rupel 21.
23- Êzdî,pişka yekem, Bex sala 1971, Samî Seyid el- Ehmed rupel 23.
24-Gundiyatî, Bexda, 1985, Xidirê Silêman rupel 27.
25- Gundiyatî, Bexda, 1985, Xidirê Silêman rupel 27.
26-Mem û Zîn, Hewlêr, 1968, rupel 90.
27-Ji bo zanîna ola Êzdîyan, xelaka yekem, Elmaniya 1992, Dr. Xelîl Cindî rupel 25.
28-Ehmed Xanî(1650-1707)Helbestvan û zana, Bex 1979, Dr.Îzedîn Mistefa Resûl rupel 296.
29-Mem û Zîn, Emînê Osman, rupel l32.
30-Gundiyatî, Bexda, 1985, Xidirê Silêman rupel 199.
31-Mem û Zîn, Hewlêr, 1968, rupel 128.
32-Sûret el- eéraf. Ayeta 11.
33-Êzdî,pişka yekem, Bex sala 1971, Samî Seyid el- Ehmed rupel 22.
34- Mem û Zîn, Emînê Osman, rupel 85.
35-Mem û Zîn, Hewlêr, 1968, rupel 49.
36- Ehmed Xanî(1650-1707)Helbestvan û zana, Bex 1979, Dr.Îzedîn Mistefa Resûl
rupel 427.
37-Êzdî, Sedîq Demelogî, rupel 70.
38-Mem û Zîn, Hewlêr, 1968, rupel 87. Herwesa Mem û zîn Rûdînko, Moskow 1962
rupel 94.
39-Êzdî demê niho û rabirdû, Rezaq el-Huseynî çap 7, Bexda 1980, rupel 81.
40-Mem û Zîn, Emînê Osman, rupel 196.
41-Gundiyatî, Bexda, 1985, Xidirê Silêman rupel 18.
42-Babê çawîşji çîna pîrane, ne ku ya koçekan her wekî min bi şaşî li jimare 5 ya Govara Lalish de nivîsî rupel 73.
43-Govara Lalish, jimare 5, peyva babê çawîşrupel 166.
44-Mem û Zîn, Emînê Osman, rupel 143.
45-Mem û Zîn, Emînê Osman, rupel 146-147.
47-Mem û Zîn, Hewlêr, 1968, rupel 120.
48-Êzdî bermayê olek kevnare, Corc Hebîb, çap 1, Bexda sala 1978, rupel 60.
49-Êzdî demê niho û rabirdû, Rezaq el-Huseynî çap 7, Bexda 1980, rupel 106.
50-Ji bo zanîna ola Êzdîyan, xelaka yekem, Elmaniya 1992, Dr. Xelîl Cindî rupel 24.
51-Mem û Zîn, Emînê Osman, rupel 335.
52-Êzdî demê niho û rabirdû, Rezaq el-Huseynî çap 7, Bexda 1980, rupel 33.
53-Mem û Zîn, Emînê Osman, rupel 218.
54-Mem û Zîn, Emînê Osman, rupel 222.


* Ev Babet di Govara Lalish jimare (8) de hatiye weşandin.

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 50 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization