|
De way-waylê, de way-waylê Delalo, mîrê Ûnisî vê sibê deng li çêra kir Go:"Gazî Dewrêşê şêx Evdî kin Weynin heramê dîwanê Destê lêxin kelamçê ye Lingê deynin li qeydê ye Bigrin, bavên zindanê ye". Delalo, dilîko Te malî piro êlî hindiko Ji xelqê re ne tişteko Ji min, we tehrê ez daketime deşta bêlecûko Têkevime nava hezar û hevsid hinarî, hinrekî ji xwere bi bijêrim, şîrino, bê dendiko. Way-waylê, way-waylê,way-waylê, Delalo, tu delalî.
De way-waylê, de way-waylê Dewrêşê şêx Evdî gote mîrê Ûnisî Go:"Ev xeber ji devê te hevt bavê te zêdeye Heta tu destê min deynî kelamçeye Lingê min lêxî qeydê ye Min bigrî, bavêjî zindanê ye Bi îzna rebê alemê, ezê sêsid mêrê Ûnisî rehet kim orta dîwanê bi soranîyê ye". Way-waylê, way-waylê, way-waylê, Delalo, tu delalî.
Way-waylê, way-waylê, way-waylê, Delalo, minê vê sibê ji xudanê xwere çi bigota, jê çi bixwesta? Mala bavê min bar kir, danîye zozanê Şerfedînê, çîyayê Eledaxê, çîyayê Girîdaxê, hersêk mil bidana, serkonê mala bavê min, bihata xarê, stûna konê pêşin ji ortê ve bişkesta Dewrêşê Şêx Evdî, hûtê binê berîya jêrîn Siyarê Senemê, xudanê zeng û zêrîn, bajota, bihata derê çadira min porkura, Xwedê bi sekinîya, şîrin taseka ava sar ji min bixwesta Minê dest bibira cêba xwe, tasa zêre-zîve nexşkiriye derxista, meşiyame ser kanîya Kurd Elo Memed paşa tijî ava sar kira, banîya, pîr, marîfet, kemedar bûma, bidama li desta Avrûyê çavê birûyê belek, şirikê xizêma xwe bi lêvê xwe bi gesta. Delalo, deliko Te malî piro, êlî hindiko Xudanê şeşxana kiniko Ji xelqê re netişteko Ji min , we tehrê dakevime deşta Bêlecûko Pêkevim nava hezar hevsid hinarî, hinarek ji xwera bibijêrim, şîrino,bêdendiko Way-waylê, way-waylê, way-waylê, delalo, tu delalî.
Way-waylê, way-waylê, way-waylê, Çûme odê, ode têre tijî, çûme dîwanê, dîwan jî têre tijî Mesînê qawê ser dara çemê wê dikelijî Min go:"Qaweçîyo, yekê tijîke, bide destê delaliyê dilê min jî". Tibêta dilê min neda, minê destê xwe dirêjî fincana qawê kir, tijî kir, birda desta, minê nizanibû ji şerma bû, ji germa bû, ji tirsa bû, destê min reçivî, çoka min lerizî, niqutek rijiya ser eba besrayê dewrêşê Şêx Evdî jî. Kubara sibê rabûm, min qolî zêrê serê xwe qetand, çûme li Hemayê, li Hekayê, li Şamê, li Bexdayê, derê dikanê wan beqala min da hevt qalib reqîya sabûnê, hildam pêda-pêda meşîyam çûme ser ava xabûrê, minê ebayê besrayê Dewrêşê Şêx Evdî, hûtê binîya berîya jêrîn, sîyarê Senemê, xudanê zeng û zêrîn,şûştî ye, hevt qalib sabûnê destê min de mefîyaye, ava Xabûrê, bextê min porkurê, ser min demiçiqîye, eba Dewrêşê Şêx Evdî temîz nebû ji vê qirêjê, ku li derdê eba ma dilê min jî.
Delalo, deliko Te malî piro, êlî hindiko Xudanê şeşxana kiniko Ji xelqê re netişteko Ji min , we tehrê dakevime deşta Bêlecûko Pêkevim nava hezar hevsid hinarî, hinarek ji xwera bibijêrim, şîrino,bêdendiko Way-waylê, way-waylê, way-waylê, delalo, tu delalî.
Way-waylê, way-waylê, way-waylê, Delalo behare, heramê derketine Xanî germ bûne, kêç ketine Pîra dîya min hatîye ber mirinê Kale bavê min hatî ye ber şûştinê Hevt birê min porkurê hatine ber kuştinê Wexta çavê min li çavê Dewrêşê Şêx Evdî, hûtê binê berîya jêrîn dikeve, ji min tirê temama saxin hingî rû dinê. Delalo, deliko Te malî piro, êlî hindiko Xudanê şeşxana kiniko Ji xelqê re netişteko Ji min , we tehrê dakevime deşta Bêlecûko Pêkevim nava hezar hevsid hinarî, hinarek ji xwera bibijêrim, şîrino,bêdendiko Way-waylê, way-waylê, way-waylê, delalo, tu delalî.
-Ordîxanê Celîl /Pirtûka zargotna Kurdan ya tarîxî
|