|
AMIR HASSANPOUR
Emîr Hesenpûr di 1943'an de li Mehabadê hatiye dunyê. Di 1960'î de çûye Tehranê. Li Tehranê di unîversîtê de beþê ziman û edebîyata îngilîzî temam kirîye. DemekêÊli Mehabadê mamostetî kirîye.
Di 1983'an de ji welatê xwe derketîye. Li Amerîkayê teza xwe ya doktorayê li ser ziman nivîsîye. Ev pênc sal in ku li Kanadayê dimîne. Li Kanadayê, li Unîversîteya Windsorê dersê dide.
Ji redaksîyona Armancê S. Rêving, Z. Xamo, Malmîsanij û M. Lewendî ligel H. Qazî pê re suhbetek kirin. Li jêrê em kurtîya wê suhbetê pêþkêþî we dikin.
S. Rêving: Pîvanên dewlemendî û feqîrîya zimanekî çi ne.
Emîr Hesenpûr: Ji alî struktura xwe ve li dunyê tu zimanekî feqîr tuneye, her ziman xwedî gramer, fonetîk û vokabler e. Lê ji alî nivîsînê ve feqîrî û dewlemendîya zimanan heye. Îro gelek ziman hene ku nayên nivîsîn, lê ji alî qaîde û awayên gramerê ve tu ferqeke wan û zimanekî ku pê tê nivîsîn tuneye. Heta hin ziman hene ku îro pê nayê nivîsîn, lê ji alî qaîdeyên gramerê ve ji gelek zimanan bi rêk û pêktir in.
Dewlemendî û feqîrîya zimanekî di nivîsînê de diyar dibe. Zimanek wexta ku were nivîsîn, dewlemendîya wê derdikeve meydanê.
Îro li dunyê nêzî 6600 ziman hene, lê ji %10'ê wan ancax zimanên nivîsînê ne ku Kurdî jî di nav wan de cih digre.
Kurdî, îro ji alî rojnamegerî de dewlemend e, lê ji alî tiþtên abstrak de feqîr e. Ji alî termînolojîyên ilmî de feqîr e. Yanê îro pir zahmet e ku em bikaribin lêkolînekê li ser felsefe an jî mewzûyeke kîmyayê bi Kurdî binivîsin. Lê bi îngilîzî, Fransî an jî bi Erebî mirov pir bi hêsanî li ser van ilman dinivîse. Ji xwe dewlemendîya zimanekî di vê de xuya dibe. Yanê mirov wî zimanî çiqasî dikare di warê nivîsînêÊde bi kar bîne.
Bêguman wexta ku ez dibêjim nivîsîn, ne ku tenê rojname û kovar in. Ji bo pêþketina zimanekî divê ku ders jîÊbête xwendin. Dersên wek fîzîk, kîmya, felsefe, sosyolojî û hwd. Wê wextê mirov dikare bibêje ku ziman pêþde diçe.
Îro li dunyê ziman hene ku pê tê nivîsîn, lê mekteb pê nayê xwendin, yanê ne zimanê dersgotinê ne.
Lê Kurdî li Sovyetê ji 1920 heta 1927'an zimanê dersdayînê bû. Li Kurdistana Iraqê ji 1920'î vir de ye her ders pê hatîye gotin, ev pêþketinek e.
Îro gava ku em li zimanê Kurdî dinêrin yê ku herî pêþde çûye tenê lehçeya Soranî ye ku ew jî tenê di seretayî, nawendî û lîseyê de tê xwendin, lê ji bo unîversîteyê ew jî têr nake. Lê di nav zimanên dunyê de Kurdî teqrîben li naverastê cihê xwe digre. Yanê ne pir pêþketîye û ne jî pir li paþ e.
S. Rêving: Di zimanekî de gelek lehçe û devok zengînîya wî zimanî ye, an feqîrî û problem e?
Emîr Hesenpûr: Hema hema çi bigre hemû zimanên dunyê xwedî lehçe û devok in. Lehçe delîlê paþketin an feqîrîyê nîne. Dikare delîlê dewlemendîya ziman be jî. Îro em dizanin ku ziman ji bo pêwendîya di nabêna xelkê û hemû endamên miletekî de wasiteyek e. Kurdî jî xwedî hin diyalekt û devokan e. Gava ku mirov rewþa siyasî ya Kurdistanê dide ber çavan, welatekî parçe parçe ye, Kurd ji hev dûr ketine, nêzîkbûnek di nav van perçeyan de nîne, pêwendîyeke aktîf tuneye ku em bikaribin ji hev fêm bikin. Ji ber wê jî dîyalektên me ji bo me bûne problem.
S. Rêving: Ferqa ziman û lehçe çi ye? Yanê mirov li ser çi esasî dikare bibêje ku Soranî û Kurmancî lehçeyên zimanekî ne?
Emîr Hesenpûr: Di ilmê lenguistikê de pîvanek nîne ku tu bibêjî ev lehçe ye yan ziman e. Lehçe beþek ji zimanekî ye. Gava ku em dibêjin Kurmancî, Soranî, Dimilî, Hewramî lehçeyên Kurdî ne, berî her tiþtî ji ber ku nêzîkî hev in.
S. Rêving: Li ser çi esasî?
Emîr Hesenpûr: Li ser esasê fonolojî, gramer, sîntaks û morfolojîyê nêzîkî hev in. Wexta ku tu Soranî bidî ber Farisî, mirov dibîne ku ji Farisî bêtir nêzîkî Kurmancî ye. Rast e, Farisî, Soranî, Kurmancî ji kokekê ji rehekê tên, lê Kurmancî û Soranî ji Farisî bêtir nêzîkî hev in. Bê guman sebebek din jî tarîxî û sîyasî ye ku Kurmanc, Soran, Dimilî, Hewramî hemû xwe û yek û din bi Kurd dizanin. Mesela, Ehmedê Xanî Kurd û Kurmanc wek du gotinên yek mane danîye, yanê wek sînonîm.
Dimilî û Hewramî di warê struktur de mumkun e piçekî ji Kurmancî û Soranî dûr bin, lê ji alî siyasî û tarîxî de ji Faris, Afxan û ji Osetîyan (zimanekî îranî ye, li Gurcistanê nêzî milyonekî ne) bêtir nêzîkî Kurmanc û Soranan e. Hewramî û Dimilî xwe bi Kurd dizanin, Kurmanc û Soran jî wan Kurd dizanin. Ev yeka tarîxîyen jî weha hatîye.
M. Lewendî: Baþ e, Peþtû û Farisî ew jî nêzîkî hev in, heta ji Soranî û Kurmancî bêtir nêzî hev in. Çima ew wek yek ziman nayên hesibandin?
Emîr Hesenpûr: Peþtû xwe Faris nabînin, Faris jî wan wek Faris nabînin. Tarîxî û siyasîyen jî gava ku mirov lê dinihêre du miletên cihê ne.
M. Lewendî: Yanê mesela yek milletbûnê ne tenê bi ziman an lehçeyan ve girêdayî ye?
Emîr Hesenpûr: Na, divê ji alî siyasî û tarîxî ve jî nêzîkbûnek wan hebe. Ji alî struktura ziman ve Farisî û Peþtû ji Hewramî û Soranî bêtir nêzîkî hev bin. Lê çi Soran bin çi Hewramî bin her du jî ji hev re dibêjin Kurd. Her du jî hevûdu wek Kurd dizanin, bi ya min ya herî muhîm ev e. Lê çi di tarîxê de be û çi jî nuha be hîç wextekê Peþtûyekî ji xwe re negotîye Faris, her xwe wek milletê Peþtû dîtîye.
M. Lewendî: Baþ e wexta ku weha be lehçe çi ye? Yanê ger Farisî û Peþtû ji Hewramî û Soranî bêtir nêzîkî hev bin, wê wextê çima em dibêjin Peþtû zimanek e, Farisî zimanek e?
Emîr Hesenpûr: Min di destpêkê de jî got; ne ji alî ziman ve, lê ji alî civakî, kulturî, sîyasî û tarîxî ve Kurmanc, Dimilî, Soran û Hewramî milletek in. Lê Faris û Peþtû wa nînin.
imkî ji alî linguîstîkî ve pîvaneke welê deqîq tuneye ku tu bikaribî ferqa di nabêna ziman û lehçeyekî de bizanibî. Ji ber wê ye wexta ku em dibêjin Dimilî, Soranî, Kurmancî, Hewramî lehçeyên Kurdî ne, ji alî sturktura ziman bêtir belkî ji alî sîyasî û tarîxî ve ye ku em dibêjin hemû Kurd in û lehçeyên wan jî lehçeyên Kurdî ne. Yanê gava ku li Dersîmê serîhildanek bû, li hemû parçeyên Kurdistanê gelê Kurd wê serîhildanê wek xebata xwe dibîne û Kurdên Dêrsimê jî wê wek xebateke Kurdan dibînin, yanê ya xwe dibînin, çimkî ji bo serxwebûna Kurdistanê serî hildane. Ev jî ji hemûyan muhîmtir e.
Tiþtekî di mesela, Hewramî zimanê resmî yê emareta Baban bû ku ev emaret yek ji emaretên herî navdarên Kurdan bû.
M. Lewendî: Belê, lê ji bo çi em dibêjin lehçe, yanê lehçe çi ye?
Emîr Hesenpûr: Lehçe þaxa zimanekî ye, wek di biyolojîyê de gava ku mirov dibêje þêr, þepal, piling û pisîk; mirov dibêje piling heywanek e ji vê malbatê ye. Yanê lehçe jî her weha ye. Yanê em Kurdî wek malbat qebûl bikin, Soranî, Hewramî, Dimilî û Kurmancî jî dikevin nav vê malbatê. Wekî min berê jî got ji xwe di ilmê ziman de jî ferqa di nabêna ziman û lehçe de bi baþî nehatîye tesbît kirin û nayê zanîn jî.
Lê wekî her car ez tekrar dikim, bi a min ya herî muhîm xwedîyê van lehçeyan hemû ji alî tarîxî û siyasî ve xwe nêzî hev dibînin û hemû him ji xwe re û him jî ji yek û din re dibêjin Kurd. Ev e tiþtê herî girîng.
imkî ji alî fonolojîk û hinek sturkturên ziman ve, gava ku mirov li Farisî, Îsfehanî, Derî, Peþtû û Tacikî dinihêre mirov dikare bibêje ku lehçeyên zimanekî ne. Lê di eynî wextê de tê gotin her yek zimanekî bi serê xwe ye. Lê xwedîyê van zimanan; em bibêjin Faris xwe bi Afganî, an jî Tacikî xwe bi Afganî qebûl nakin. Yanê her yek xwe wek milletên cihê dibînin.
S. Rêving: Te di semînera xwe de ji bo ziman behsa planekê kir ku mirov dikare ji bo pêþxistina ziman û hevnêzkirina lehçe û devokan pilanekê deyne, gelo çi ye ev pilan?
Emîr Hesenpûr: Ev ilmek e ku jê re dibêjin "Linguistik Planing". Yanê bername danîna ziman e. Bi taybetî ji bo zimanên ku problemên wê hene tê çêkirin. Min di teza xwe de problemên Kurdî raxistiye ber çavan û li gor wan probleman min jê re hin hel û çare jî nivîsîne. Lê bêguman min rewþa siyasî ya îroyîn a Kurdistanê jî raxistiye ber çavan. imkî ew çare û teorî û pêþniyarên ku min ji bo problemên zimanê Kurdî nivîsîne, ancax di rewþeke azad a Kurdistanê de dikare pêk bê.
S. Rêving: Li gor te problemên zimanê Kurdî çi ne?
Emîr Hesenpûr: Gelek in, mesela ji wan yek sê elfabeyên cihê. Sê elfabe yanê sê awayên îmlayê, sê awayên otografîk. Ev jî dibe sebeb ku di warê nivîsînê de tu pêwendîyek di nabêna Kurdan de çê nabe, li þûna ku nêzî hev bin, bêtir ji hev bi dûr dikevin.
Mesela, Kurdên Kurdistana Îran û Iraqê ku bi xetên Erebî dinivîsin, nikarin nivîsên Kurdên Sovyetê ku bi herfên kîrîlîk dinivîsin, bixwînin. Kurdên Kurdistana Tirkîyê ku xetên Erebî nizanin, ew jî nikarin yên Kurdên Kurdistana Îran û Iraqê bixwînin. Carê ev problemeke mezin e.
Problemeke din, çi ji ber rewþa sîyasî ya Kurdistanê be, çi jî ji alî aborî be, lehçeyên me li þûna ku nêzî hev bin ji hev dûr dikevin. Mesela, ez heta 17 salî bûm min hîç Kurmancek nedîbû. Kurmanc ji me 70 km dûr in, lê hatûçûnek tunebû. Lê piþtî 1958'an ku Radyoya Bexdadê dest bi weþana Kurdî kir wê wextê Soranîaxêfan jî fersend û mecal dîtin ku bikaribin guhdarîya Kurmancî bikin.
Di 1948'an de radyoya Hayfa û Erîvanê jî bi Kurmancî program diweþandin û ji bo pêwendî û hevnêzîkbûna lehçeyan kêm ba jî feydeyek wê hebû. Lê muhîmtir ew e ku xelk bi xwe bikaribe li gel yekûdu qise bike û pêwendî deyne. Yanê Hewramanek bikaribe biçe nav Kurmancan ji xwe re karekî peyde bike, Kurmancek li mintiqa Hewraman kar bike, yan jî li nav Soranan, ev yek dikare pêwendî di nav lehçeyan de çêke û wan nêzî hev bike. Ev jî bi dewletê ve girêdayîye. Lê Kurd nebûye xwedî dewlet, bi eksê wê bûne çend perçe û ji bo têkilî û pêwendîyan hîç fersendek di destê wan de nîne. Ji ber wê jî pêwendî çênabe. Ev jî ji bo yekîtî an jî lihevnêzbûna lehçeyên Kurdî astengek e, problemek e.
S. Rêving: Di wexta xwe de di nav zimanên Ewrûpî de jî problemên weha hebûn, gelo ma wan jî bi plan û programan problemên xwe çareser kirin?
Emîr Hesenpûr: Di zimanên Ewrûpî de ev plana lenguîstîkî nehatîye kirin. unkî ê wan bi awayekî tebîî bûye. Di dewra feodalîzmê de Fransî, Îngilîzî, Almanî jî xwedî gelek lehçe bûn. Wê demê piranîya xelkê li ser zevîyên xwe kar dikirin, hat û çûnek di nav wan de tunebû. Li gundê xwe ji diya xwe dibûn, li gundê xwe dimirin. Lê piþtî ku sermayedarî dest pê kir, gund hêdî hêdî mezin bûn, bajar peyde bûn, sen'et peyde bû, burjûvazî peyde bû, produksiyon (berhem) peyde bûn. bi vî awayî ew kesên ku hatin bajêr lehçe û devokên wan nêzî hev bûn, Lê di vê merheleyê de ew bajar, mintiqe an jî emareta ku xwedî sermaye bû, lehçeya wan jî bû serdest. Di warê nivîsîn û kulturê de jî ew lehçeya ku desthilatîya wê hebû hukum kir. Yanê îro lehçeya Parîsê, ya Londonê ku bûne zimanê standartê van welatan, li gor wan þertên ku me li jorê rêz kir di van merheleyan re derbas bûn. Bêguman ev yek di sedsala 15-16'an de tenê li Ewrûpa Rojava weha bûye.
Li Kurdistanê merheleyek weha peyde nebûye. Ger peyde bûbe jî her dewletên dagirker tesîrek gelek mezin li ser rewþa Kurdistanê kirine. Di roja îroyîn de jî em nikarin vê yekê bikin, yanê tekerura tarîxê nabe. Ji ber wê yekê ye ku ez dibêjim divê ku ji bo Kurdî em pilaneke zimanî çêkin.
S. Rêving: Baþ e li gor rewþa zimanê me ya îroyîn tu ji bo zimanê Kurdî pilanek çawa difikirî?
Emîr Hesenpûr: Li Tirkîyê her gotine Kurdî nîne. Li Îranê jî her dibêjin Kurdî devokeke Farisî ye. Yanê resmiyeteke zimanê Kurdî tuneye. Pêþî divê ku ji alî van dewletan ve Kurdî wek zimanek resmî bête qebûl kirin, ev gava yekem e. Gava duwem jî êdî nivîsîna zimanê Kurdî ye. Ji gotinên Kurdî bigrin heta bi gramer û kitêbên mekteban divê bête nivîsîn. Ferhengên baþ ên lehçe û devokan derkevin û her weha kitêb û kovar û rojnameyên cûre cûre jî ji xwe wê her hebin.
Ev her du gav pêwendîya wan bi hev re heye. Bi van herdu gavan zimanê Kurdî dikare bigihîje nuxteyeke baþ.
S. Rêving: Di mesela lehçeyan de planek çawa lazim e. Mesela îro li Kurdistana Iraqê azadîyek heye û li wê derê du lehçeyên me yên sereke; Kurmancî û Soranî jî hene.
Emîr Hesenpûr: Li Kurdistana Iraqê Soranîaxêf ji Kurmancîaxêfan zêdetir in. Ji alî xwendin û nivîsînê ve jî ew ji yên Kurmancîaxêf pêþdetir in. Lê dîsa jî divê ku bi temamî azadîya herdu lehçeyan jî hebe. Yanê ji mekteb û TV'yê bigre heta bi rojname û kovaran, divê ku bi herdu lehçeyan jî hebe.
S. Rêving: Di mekteba seretayî (ilkokul) de divê ku zarok fêrî herdu lehçeyan bibe?
Emîr Hesenpûr: Di mekteban de divê herkes bi lehçeya xwe bixwîne, lê lehçeyên din jî fêr bin.
S. Rêving: Li Kurdistanek mezin, çar lehçe, bi vî awayî ji bo dewletekê nabe mesref û zehmetiyek mezin?
Emîr Hesenpûr: Na, nepêwîst e û lazim jî nîne ku her zarok çar lehçeyan fêr bibe. Mesela, Hewramî gelek kêm in, Kurmancek pêwîst nake Hewramî fêr be. Lê Hewramî divê ku azadîya wî hebe. Eger ew bixwazin divê mektebên wan jî hebin.
S. Rêving: Yanê tu dibêjî em pilanek welê çêkin da ku zaraveyek an du zarava bi ser kevin, yên din hêdî hêdî bihelin û wenda bibin?
Emîr Hesenpûr: Ev li gor þertên Kurdistanê ye. Lê divê ku azadîyek hebe. Yanê azadîya her lehçeyî hebe, çûn û hatinek, pêwendîyek dibe, xelk ji hev fêm dike. Wekî Kurdên ku nuha li Ewrûpayê ne. Bi xêra têkilî û pêwendîyan nuha em ji hev fêm dikin. Bo nimûne nuha tu bi Kurmancî dipeyivî ez jî bi Soranî lê em ji hev fêm dikin.
Dimilî, Kurmancî, Soranî wê di dewleteke serbixwe de bêtir nêzîkî hev bin. Lehçeyên din an jî lehçeyek di nav lehçeyeke din de bihelin, ev jî alternatîfek e. Lê divê ku ne bi zorê be. Yanê divê pêþî azadîya wî lehçeyî hebe.
Z. Xamo: ar zarava û gelek devok, yanê di rewþa me ya îro de ji bo nêzîkbûna wan divê em çi bikin, çi pêwîst e?
Emîr Hesenpûr: Di þertên îroyîn ên her parçeyekî Kurdistanê de divê ku program werin çêkirin. Yanê mesela em Kurdistana Tirkîyê bigrin dest, du lehçeyên me yên sereke li vî perçeyî hene; Kuramancî û Dimilî. Divê ku rojname û kovar bi herdu lehçeyan bin. Ger pêþde hin heq werin dayîn, divê ku mekteb, dersên mektebê, TV, radyo hem bi Dimilî û hem jî bi Kurmancî hebin. Ev jî wê nêzîkbûnekê têxe nabêna herdu lehçeyan.
Z. Xamo: Na, na, ne tenê Kurdistana Tirkîyê, ez ji bo hemû perçeyan dibêjim.
Emîr Hesenpûr: Programek ji bo ziman em dikarin deynin, lê divê ku azadîyek hebe. Ger azadîya te tunebe, program jî li hewa dimîne, nakeve jîyanê. Ji ber wê jî divê ku organîzasyon û kovar û rojnameyên ku li Kurdistanê hene divê li gor þert û mercên xwe hin programan çêkin û bixebitin.
Malmîsanij: Ez jî dixwazim tiþtekî bibêjim, îro hin heval hene dibêjin gerek zimanekî standart çêbe. Lê gava ku Kurmancek vê yekê bibêje qesta wî ya ji zimanê standart Kurmancî ye, ger Soranek be qesta wî Soranî ye. Li gor xwe sebeban jî tînin, dibêjin Kurmanc piranî ne, an jî Soranî pêþketî ye û hwd.
Di vê meselê de bi ya min jî divê ku her lehçe azad be. Divê ku em ji wan bipirsin, yanê ew bi kîjan zaravayî bixwazin divê ku bi wî ya bixwînin. Yanê em ji Dimilîyekî re bi zorê nikarin bibêjin bi Kurmancî bixwîne. Plan jî ew e ku em alîkarîya hev bikin. Lehçeyên me nêzî hev bin, ji hev dûr nekevin.
Mesela wextekê kak ¸mer ºêxmûs di Berbangê de nivîsîbû ku gerek Kurmanc bi Soranî û Soran jî fêrî Kurmacî bibin. Lê Hewraman û Dimilî divê fêrî her du lehçeyan jî bibin. Yanê çi? Ev ne pilan û programek e ku zaravayên me nêzî hev bin. Ev rast e rast alozîyek e, muþkîleyek e ji bo zmanê Kurdî. Yanê çima ezê rabim hînî Soranî bibim û Soranek wê hînî Dimilî nebe?
Emîr Hesenpûr: Na, ez jî welê nafikirim. Carê divê em bawerîya xwe bi vê yekê bînin ku her lehçe divê azad be, heqê her lehçeyî hebe ku mekteb û hwd hebe. Îcar eger Dimilîyek dixwaze Kurmancî bixwîne an jî Kurmancek dixwaze bi Dimilî bixwîne ew jî azadîya wî ye, êdî ew dizane. Li welatekî ziman, aborî û siyaset divê ku bi hev re kar bikin. Yan na her muþkîle derdikevin.
S. Rêving: Ez dixwazim pirseke din bikim, wekî tu dizanî îro Kurdî bi sê elfabeyên cihê tê nivîsîn; Kîrîlî, Erebî û Latînî. Ev yeka jî bûye sebeb ku em ji nivîsên hev fam nakin, bêtir dûrî hev dibin. Gelo ji bo vê tu çi difikirî?
Emîr Hesenpûr: are heye, lê plan û programên ku em çêkin wê çawa bi cîh bên. Yanê îro meriv þertên Kurdistana Tirkîyê bide ber çavan, mirov nikare bi herfên Erebî, an jî li Kurdistana Iraqê bi herfên Latînî binivîse, yanê ev jî dîsa bi azadîyê ve girêdayî ye.
S. Rêving: Îro Kurdistana Iraqê azad e, li wê derê mirov nikare vê problemê çareser bike?
Emîr Hesenpûr: Li wê derê problemeke wan a alfabeyê tuneye. unkî alfabeya wan têrî zimanê wan dike. Lê eger tu bibêjî kîjan alfabe, ew tiþtekî din.
Bi a min qet ferq tuneye. Alfaba Kurdî ya Latînî û ya Erebî, herdu alfabe jî fonetîk in. Zimanê Kurdî pê tê nivîsîn. Di mesela fonetîk û data û tenîkê de jî di nabêna herdu alfabeyan de qet tu ferqek tuneye.
Rast e, baþtir e ku em alfabeyekê qebûl bikin, alternatîf ew e. Lê þert ne musaîd in. Yanê îro em bibêjin ku bila hemû Kurd bi herfên latînî binivîsin, lê ku li her derê Kudistan neyê qebûl kirin? Fayde nîne. Her eynî tiþt ji bo alfabeya din jî derbas dibe. Yanê divê ku otorîteyek hebe. Bi ya min ew jî îro nîne.
S. Rêving: Lê hebûna sê elfabeyan me ji hev dûr dixe û yek alfabe me nêzî hev dike, her çendî hudûd jî di nabêna me de hebin.
Emîr Hesenpûr: Rast e, çare ew e ku tenê elfabeyek be, kîjan dibe bila bibe, lê kîjan alfabe? Em bibêjin latînî. Li Îran û Iraqê nabe. ºert ne musaît in. Îro li Ermenîstanê azadîya Kurdan heye. ó biryar jî girtine ku derbasî elfaba latînî bibin, lê þertên wan ên ekonomîk dest nade, ji ber wê jî rojnama Riya Teze hê jî bi herfên Kîrîlî derdikeve.
Z. Xamo: Îro li Îran û Iraq û Sûrîyê elfabên resmî yên dewletê Erebî ye. Kurdên van perçeyan Latînî bi riya îngilîzî, Fransî an jî Almanî fêr dibin. Lê li Kurdistana Sûrîyê li gel wê jî her Kurdekî welatperwer Kurdî bi latînî dixwîne û dinivîse. ima li Sûrîyê weha bûye, çima li îran û Iraqê nikare bibe?
Emîr Hesenpûr: Tu behsa rewþenbîrên Kurdên Sûrîyê dikî, neku xelkê normal, neku zarok. Yanê zarokekî mektebê an dikandarekî Kurd texmîn nakim bikaribe bixwîne. Lê li Kurdistana Iraqê ne weha ye. Her Kurd dikare rojname û kovarên xwe bi hêsanî bixwînin. Lê divê em hewl bidin herdu alfabeyan jî fêr bin, bi taybetî ronakbîr. Li kîjan perçeyî dibe bila bibe em piçekî xwe biêþînin emê fêr bin.
S. Rêving: Tu bi xwe dibêjî bo min ferqa alfabê tuneye. i erebî, çi latînî. Herdu jî fonetîk in. Li gor zimanê Kurdî ne. Lê elfabe divê ku ji bo zarokan welê hêsan be, hem xwendinê, hem nivîsandinê hem têgehiþtinê hêsan bike. Dema em alfaba Kurdî ya Latînî û Erebî didin ber hev, ji alî îþaretan ve Latînî li gor ya Erebî hêsantir e. imkî kêm îþaret in. Yê duwem alfaba Kurdî ya Erebî vokaleke Kurdî, vokala "i" dixwe. Mesela "KIRIN" gava ku bi herfên erebî were nivîsîn wek "KRN" tê nivîsîn.
Dîsa di alfaba latînî de rastnivîsîn heye. Tu dikarî bi herfên mezin dest pê bikî. Di erebî de ev nîne. Alfaba serdest îro Latînî ye. Ji alî teknolojî ve û hîn gelek tiþtên din jî. înî jî nuha munaqeþê dikin ku derbasî herfên latînî bibin.
Emîr Hesenpûr: Mesela îþaretên liser herfan ne mesee ye. Li herfên Yûgoslavî û Tirkî binêrin îþaretên wan jî pir in, mesela: º, , 1/4, ¶, ¸, ¦.
Ji herf bêtir þikil muhîm e. unkî þikil di mêjî de cih digre. Mesela "MÎR", gava ku ez vê gotinê dixwînim, ez nabêjim "M" "Î" "R", ez yekser dibêjim "MÎR". Yanê wekî ku bibêjim "SER", lê nabêjim av, Poz, Dev, Por û hwd. Alfaba îngilîzî latînî ye, lê gelek zahmet e. unkî ne fonetîk e. Lê Tirkî fonetîk e. Ji bo her dengekî herfek heye. Di Fransî de dengê "o" bi gelek awayan tê nivîsîn, bo nimûne "couteaux" (kûto), li vir "eau" dengê "o" dide. Lê di ya fonetîk de dengê "o" bi îþaretekê, yanê bi "o" yan jî bi " " tê nivîsîn. Nuha ji van herduyan kîjan zehmet e? Bê guman ya Fransî zehmettir e. Ya îngilîzî jî her weha ye. Ji xwe muddeta fêrbûna alfaba Kurdî û Tirkî kêmtir e ji ya îngilîzî.
S. Rêving: Gelo ya Erebî û Farisî jî weha ye?
Emîr Hesenpûr: Na ya wan piçekî zehmettir e. Ez di sinifa çaran de bûm min hê jî nikarîbû bi baþî bixwenda û binivîsanda. imkî zehmet bû. Lê nuha metodên nuh çêkirine. Zarok zûtir fêr dibin.
Lê di elfaba Kurdî ya bi herfên Erebî de problemek weha tuneye. unkî ew jî elfabeyek fonetîk e. Ji bo her dengekî îþaretek heye. Kêmasîya ku di ya erebî de ye ew jî wek we got mesela herfên biçûk û mezin e, lê ew jî ne muþkîle ye nuha. Dengê "i" ku wek îþaret di elfaba Kurdî ya Erebî de tuneye, bi min ne problem e.
Malmîsanij: Baþ e ger mesele tercîh be? yanê îro gava ku tu dibêjî "MIN" û bi elfaba erebî " " (MN) tê nivîsîn. Di ya latînî de nûnerên hemû dengan hene, lê di ya erebî de tenê yê du dengan heye. Gelo ya latînî rasttir û hêsantir xuya nake?
Emîr Hesenpûr: Rast e, belkî ji bo Erebî û Farisî weha be. Mesela di Farisî de " " dikare wek "MIN, MEN, MUN, MóN, MON" were xwendin. Lê di Kurdî de problemek weha tuneye. unkî " "ê di Kurdî de tu mecbûrî wek "MIN" bixwînî. Ji ber ku " " (MEN, MAN, MUN, MóN, MON" di Kurdî de her yek bi awayekî tên nivîsîn. Ji ber wê jî gava ku Kurdekî xwende vê gotinê; " " bixwîne, bêyî "MIN" nikare b tu awayekî din bixwîne. Lê ev yek ji bo Erebî û Farisî ne weha ye.
Ev problem di gelek zimanan de heye. Heta di gelek zimanên ku bi latînî dinivîsin de jî heye. Mesela di îngilîzî de herfa "X" nûnerê sê denga ye, "îks", "S" , "Z" ye.
Ji alî teknîkê ve jî computer û teknîkên din ên ku ji bo latînî hene hemû ji bo herfên erebî jî hene.
Bi ya min di alfaba Kurdî ya erebî de ji alî fonetîkî ve qet problemek weha mezin tuneye. Têrî zimanê Kurdî dike. Tenê kêmanîya herfên Erebî ji ya Latînî bi min du tiþt in ku ew jî : 1-Herfên mezin û biçûk tuneye, 2- Di nivîsînê de herfên Erebî bêtir cih digrin.
Ev nivîs ji hejmara 134 ya Armancê hatite wergirtin
|