Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Plandanîna zimên PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Hesen Qazî

Plandanîna zimên di serdema me de aliyekî girîng ê zanista zimanasiyê ye. Heke em wisa zimanê nivîskî û zimanê ragihandinê yê giştî di ber çavan re derbas bikin, em dibînin ku hê jî valahiyeke mezin di vî warî de dixuye. Tenanet di wan cihan de jî ku derfetên amadekirina projeyên wisa hebûna û hene jî, ta ew cihê ku ez dizanim li ser vê yekê bi awayekî tekûz û plankirî xebat nehatiye kirin.

Hezkiriyên ku em projeyên herî pêşketî û herî tekûz jî derxin holê, heke deshilat û derfetên me ji bo xistina wan projeyan ji bo jiyanê tune be, em di warê normpêdana zimanê/zimanên nivîskî yê/n xwe de bi ser nakevin.

Min wekî di nivîsên xwe yên rojnameya A. Welat de dabû xuyakirin, ez di vê baweriyê de me derfet heye - her çiqas zemîna wê tengeber be jî ku li gor plan hewl bê dayîn ji bo kêmtir ji hev dûrketina kurdiya ku bi tipên latînî tên nivîsîn û kurdiya ku bi elîfbeya guhartî ya erebî tên nivîsin.

Helbet tercîha herî baş xwe êşandina nivîskar û xwendevanên kurd ji bo fêrbûna hemû wan elîfbayan e ku ji bo nivîsandina zaraveyê/zaraveyên kurdî tên bikaranîn, lê bi awayekî din û bi dijwariyeke kêmtir, heke dil hebe mirov dikare zewqa xwendinê di xwe de bi hêz bike. Bila çend eserên kurdî bêyî ku tu guhartin di wan de bê kirin raste rast bên transkripsyonkirin li ser elîfbaya latînî (romî) -min ev kar bi kitêba Tarîk û Rûn a Hêmin Mukriyanî dest pê kiriye ku beş beş di kovara Hîwayê de wê bê weşandin- heke hejmarek ji xwendevanên wan nivîsên Hêmin soz bidin bê navber van nivîsan bixwînin, êdî jê û bi şûn de ji ber xurtirbûna adeta xwendina wan, bi hêsanî dikarin deqên (tekstên) kurdiya navîn (soranî) bixwînin. Li aliyekî din ew kesên ku bi elîfbaya erebî ev tekstên berê xwendine, lê çavên wan bi xwendina zimanê nivîskî bi elîfbaya latînî hîn nebûye, heke deqên Hêmin bi xetê latîni (romî) bixwînin, ew jî bi hukma adetên xwendinê, êdî ji bo xwendinê teksteke ku bi şêwaza kurdiya jor hatibe nivîsîn, tê de wê pir zehmetiyê nekişînin.

Ezmûnkirineke wisa, ne dijwar e û ne tu zerarê dide axivûr û xwendevanên cihêreng ên kurd, belkû şêwazek ji şêweyen plankirina zimên tîne holê.

Plandanîn ji bo her zimanekî zîndî gerek e li gor rastiyên wê bê kirin. Emê li ser wê pintikê (xalê) dîsa bi hev re bişêwirin.

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 21 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization