Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Destpêka peydabûna zimên PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Îkram Balekanî
Alfabeya Pehlewî:

Îraniyan alfabeyeke din a bi navê "Elfabeya Pehlewî" hebûye ku 24 tîp bûne û ji aliyê rastê ve bo aliyê çepê dihate nivîsîn. Kevintirîn belgeyên vî zimanî ku heya niha bi dest ketine, çend qeware ne ku li Hewramanê peyda bûne û li ser çerm (post)ê askê hatine nivîsîn.
Alfabeya Masî ya Soratî:


Kurdan elfabeyeke din a bi navê "Alfabeya masî ya soratî" hebûye ku ew alfabe 37 tîp bûye. Îbnê Wehsiye di berhema xwe ya bi navê "suqelmistiham fî meirifet rimuzil eqlam" de ku di sala 241'ê koçî de ji bo "Ebdulmelek Merwanî" nivîsiye, dibêje: "Gelê kurd piraniya nivîsên xwe bi tîpên Masiya Soratî dinivîsin. Min di gereke Naûsiya Bexdayê de Sê pirtûkên kurdî ku bi tîpên Masiya Soratî hatibûne nivîsîn dîtin. Niha jî li samê du cild ji wan pirtûkan li bal min in ku ji wan yek qala perwerde û çeqandina dara xurmê û darên dinê dike û yek jî qala peydakirina avê di herêmên hisk, dêmî û bê av de dike. Min ev her du pirtûk wergerandine ser zimanê erebî, da ku her kes kelk û sûdê jê wergire. Ew alfabeya ku bi Masiya Soratî bi nav û deng e, pistî ku ji wê tîpên ebcedî wergirtin û ji elif heta xeyna erebî jê derxistin, lê çend tîpên dinê zêde man, pistî ku tîpên 'P' û 'Ç' jî jê derxistin, lê belê dîsa jî heft tîpên dinê zêde man ku di tu zimanê din de tune bûn û tunene. Her wiha deng û fonetîka wan di tu alfabeyeke din de nayê dîtin.

Me ji bo 6 tîp ji wan tîpan tu deng û wêneyek di nav tu alfabe û zimanekî de nedît. Diyar e ku dengên pir seyr û balkêshene û bi arîkariya wan tîpan xwendina her nivîsekê bi her cure zimanî ji bo kurdan hêsan e. Her wiha Quranê jî wekî erebên destê dixwînin û belkî bastir jî dixwînin. Pêwîst e bê gotin ku gelek peyv û bêje di bingeh û koka xwe de bi kurdî ne û ereban ji kurdan wergirtine û niha bi navê ereban têne bikaranîn lê di rastiyê de koka wan tenê û tenê di zimanê kurdî de tê dîtin."
Alfabeya Êzdayî:

Gelê kurd alfabeyeke din a 31 tîpî ya bi navê " tîpên Êzidî" hebûye ku ji aliyê rastê ve tê nivîsîn.Ew alfabe ji tîpên avestayî, pehlewî û erebî hatiye wergirtin û pirtir di nav kurdên me yên Êzidî de belav bûye û hatiye nasîn. Pirtûkên Cilwe, Mishefa Resû hin pirtûkên din ên olî bi van tîpan hatine nivîsîn û wek diyarî mane.
Zimanê Avestayî:

Her wekî me got piraniya sareza, rojhilatnas û lêkolîner li ser vê baweriyê ne ku çavkaniya zimanê kurdî zimanê medî ye ku Avesta bi vî zimanî hatiye nivîsîn. Noldkesdibêje: "Ger berdenivîsên pasayetiya Medan bi dest bikevin ez bawer dikim dê wekî berdenivîsên parsiyan bin."

Hirtsfilud ê bi nav û bang ê rojhilatnas dibêje: "Zerdest ji binemala Sipîtameya Med e ku di destpêkê de desthilatdarê bajarê Rey bûn. Peyva sipîtme navê binemaleya Zerdest e ku di Gatayê de wekî Spîtme hatiye nivîsandin û bi wateya regeza Spî yan binemala spî ye."

Pilînûsê mezin ku pêszayînê di navbera salên 23–79'an de jiyaye, di cizma sîhem û benda duyem a perawa xwe ya bi navê "Mêjûy Xorskî" de dibêje: "Zerdest ji binemala Med e û Avesta jî bi zimanê medî nivîsiye.

Babe Yadîgar ku yek ji pêseng û vehûnerê mezin ê sedsala hestemîn e, di berhema xwe ya bi navê "Zulal zulal" de dibêje: "Zerdest ku ji binemaleya Espîmane ye, di dema pasayetiya Gustasip sahê keyanî de serî hildaye û gel, deste deste li dora wî kom bûye û rê û rêçikên wî hîn û fêr bûne. Wî jî agir pêxistiye û gel ji bo nasîna xudayê yekane han daye."

Mînorskî dibêje: "Her çend ku ji zimanê medî ji bilî çend navên taybetî tu tist li cih nemaye jî, lê belê pistî ku ew sened û belge ketine destê me, derdikeve holê ku gelê kurd pasmayê qewmê med e û diyar e ku zimanê wan jî besek ji zimanê medan e ku Avesta pê hatiye nivîsîn."

Herodot di dîroka xwe de çend peyvên medî dane ku ew peyv niha jî di zimanê kurdî de hin caran têne bilêvkirin. Ji bo mînak Herodot dibêje: "Medan ji dêlesegan re gotiyê sipako" ku niha jî di zaravayên kurdî de ji segan re dibêjin sipak, sipa, sipe û siplot."

Ji ber ku ji me re ron û diyar be ku zimanê avestayî û zimanê kurdî her yek ziman e, emê çend peyvên Avestayê di gel kurdiya niha mînak bidin, da ku bê zanîn pistî derbasbûna demeke dûr û dirêj hîna jî zimanê kurdî ji zimanê Avestayê cuda nebûye û neguheriye:

Avestayî kurdî

espe hesp

axistî astî

afirîne aferîn

oxistir hêstir

benge beng

pasne pajne

tenûre tenûr

xesûre xesû

masiye masî

mûste must

nêze nêze

nifrîne nifrîn

warînte baran

weç wese

weraze beraz

wes bes

Bi van mînak û belgeyên ku me dan diyar bû ku zimanê kurdî pasmayê zimanê medî ye û Avesta jî ku Zerdest diyarî me kiriye her bi zimanê medî hatiye nivîsîn. Her wekî me got Pilînûsê Romî ku berî zayînê di salên 23-79'an de jiyaye di berhema xwe de gotiye: "Zerdest ji binemala med bûye û Avesta jî bi zimanê medî nivîsiye. Êdî, ger di paserojê de Medistan yan Kurdistan bikeve ber lêkolînê û berdenivîs an sûnewarek bi dest bikeve ew mebeste bi tevahî dê ron û diyar bibe. (Dê bidome)

Ev nivîs ji pirtûka Sidêq Borekeyî (Sefîzade) ya bi navê "Dîroka wêjeya kurdî" hatiye wergirtin.

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 11 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization