Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Rewşa Êzdîyan di navbera dijwariya dîrokê û jiyana serdem de PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
- Civaka Êzdî li demê borî di çi rewş de bû?

- Zilm û zora li ser Êzdîyan di çi astê de bû?

- Erê wê jiyana civakî û olî ya Êzdîyan di paşerojê de
  çawa bimeş e?

- pêwendiyên Êzdîyan bi dîn û miletên derdor re?

- Êzdî çawa li Ewrupa jiyan dikin û wê ji Îro şunde
  rewşa wan çawa be?

- Euro-êzidîzim ji mere çiqas giringe?
 

Ev pirs û gelekên dî di runiştinekê de Mecîd Heso ji Dr. Darwêş Şero
pisporê nexoşiyên dilî û hudirî(M.B.,Ch.B,Ph.D) li Berlin kirin.

Berî bersivê bidim min divê bi kurtî li ser demê borî bisekinim û bêjim, wek tê zanîn çend hezar salin êzdî nişteçiyên vê herêmê(Mezopotamiya), lê mixabin bi dirêjiya hezarên sala wan milet, ol û dewletan nikarîn êzdîyan entegrire bike û dîsa nexwestin wan hembêz jî bikin, belkî heta îro jî bişêwekî fermî li hind welatên ku êzdî lê dijîn qedexeye ola wan di nasnama wan de mîna mafekî mirovan
ê bingehîn were naskirin, eve hemû jibili wan ferman û malwêranî û koçberiya bi serê wan hatî, çinkû di wan welatan de li hind deman sîstema olperistiyê bû û Fetwa miftîyekî karibû miletekî ji nav bibe, ji ber olperistî û (mystik- xurafe)ê moral û rewişt û boçûna mirovan û jiyana civakê bi mystikê( xurafe ) ve girêday bû, zanîn û sanistî ya hem civak, hemjî siruştî rolek pir lawaz dilîst û vê karîgeriyek wisa xiste ser kû netewe û olên deshelatdar bi hêza dewletî
(leşker, polîs. aborî û...htd) hindikayên di van welatan de dijîn bi çewsîn, wan bê maf bikin û hebûna wan qebûl nekin.
Encama vê binbirkirnê wisa kir ku ew milet ji jiyana civakî û siyasî qutbin(Isolation), Êzdî jî baştirîn nimûneye kû gorî vê siyasetê bûy, ew cînosîda olî û derxistina hina bo Sovyeta berê û binbirkirna wan êzdî yên li Misrê û Libnanê baştirîn nimûneye bo rewşa wê demê..
Lewre rabirdûya êzdîye bi dîtina min çî kesên êzdî li Eurupa bêriya wê nake yan muhle(Nostaligie) li cem dirust nabe, ev bîra olperistî û carna Fenatîk ji aliyek din ve miletên herêmê bi gîştî ji ilm û zanînê dûrxistin û heta îro em dibînin beşekî mizin jê nexwîndewar(bê elfebêt)in û zanîna wan ya giştî ji mirovekî dihat, ke tenê hind tişt ji alîyê olî ve nîşanî xelkê dida û xelik bê par ma ji aliyên din yên ilmî wek sosiyologî, fîzîk, kîmiya....htd.

Li Ewrupayê mecal û derfetek baş ji milet re peyda bû, wek aşkiraye Ewrupa di mêjûya xweda centera guherîn û pêşketinên fikrî civakî siyasî û zanistîbû, gelên Ewrupî gelek qurbanî û êş û azar kişandin heta karîn vê civaka îro ya demokrat û qanûnî(destûrî) avabikin, ku têde hem mafê mirovan û hemjî mafên civakê û hindik netewe û dînan parastiye. wa bizanim Ewrupa li paşrojê jî wê motora yekgirtin û nêzîkbûna welat, netewe û miletan be.

Qedera êzdiyan wabû ku para pitir koçber û penahinde bûn , mirov dikare bêje ewhatine nav civaka Ewrupa ya amade, ango(hatine ser sifra hazir), wate bê peşdar bûn di qûnaxa avakirna wê de û hîç qurbanî jî ji bo guhertina komela Ewrupî nedan, lewre bi rastî serbor(tecrube) û amadebûna fikrî, civakî û exlaqî li cem dirust nebû, carna zorê dikşînin ji bo têgehiştin û famkirna vê civakê, bo nimûne bîreke tiradisiyon bû li cem êzdîyan ke xwe ji xwindin û
zanînê dûrxin, çinkû ewan ev damûdezgeh di dîtin wek alet û dezgayên sîstema dewletî ya zordar û represîv û ewan dezgehên ilmî bi negatîv di dîtin û ilm û marîfet wek tehdîdek ji olê re di dîtin.
Mixabin ev bîrkirna şaş heta niha jî li cem hindek kesan maye, binêre (zanayek) alimek Physîkî li labora etoman kar dike, yanjî Biologek yê mîkroba vedixwe, yan jî Astronaut bi meha li ezmana dimîne ne tenê ji bo aliyê hizkirin yan ji bo qazancek abûrî, lê mirov dikare bêje ku naverokek mirovay û baweriyeka ruhî û îmanî jî têde digre, çinku ji gelek kesan re tenê dogmên olî, pêwîstî û daxwaziyên mirovan yên ruhî û moralî tijî nake.Lewra her çend diçe rolê ilm û zanistî di jiyanê de kûrtir dibe. Êzdîyên li Ewrupa jî divê gelek boçûn û rewiş t û danûstandinên di civaka xwe de li gora pîvan û nirxên miletên Ewrupî bi cî bînin.

Çend aliyên positîv hene ku pirosêsa berê nû (integration) yê êzdîya di nav miletên Ewrupa de hêsan bikin hene, yek jê ewe ku çi konfelikt, dijayetiyên mêjûyî û olî di nêva êzdîyan û gelên Ewrupa çênebûne, gelek caran li dema Osmaniyan Engilîz û feresayan êzdî ji çendîn tengaviyên mezin xelas kirne.
Êzdî jî wek gelekî Hind û Ewrupî, ango ji familiya miletên Ewrupî ne.Di civaka êzdîyan jî de çend faktor hene divê rê xweş bikin bo vê tevlîbûnê(integrationê), yek ji wana ku êzdî mîna gawir tamaşay hîç milet nakin û ji aliyê hindek rewiştan ve nêzîkî gelê Ewrupa ne wekî rêdana vexwarna alkohûl ê, neveşartina ser û çavên jinan ji aliyê olî ve û sinûrên nêva jin û mêran gelek tijî û mukim nîn in. Li welatê dayikê Kurdistan bi hukmê hebûna pir netewe û olan wekî Ermenî, Asûrî, Suriyanî, Sunî û Alewî ango danûstandinek baş li gel vê mozayîka cihê reng heye.Toleransek bi wan re heye, amadeyi heye bo qebûlkirna fikra cêwaz, ji aliyê olî ve jî rêz û hurmeta olên dî digrin, bo nimûne Şêxadî di hindek gotin ûnivîsînên xwe de pala xwe dide gotinên hind pêxeberan mîna Mûsa, Îsa, Sulêman, Muhamed, her wisa êzdî rêzek mezin ji Alî Bin Ebî Talib re digrin û di hind têkist û stiranên folkilorî de bi navê Aliyê şêr hatiye binav kirin.
Qezenc û pêşketinên êzdîyan li Ewrupa de dibîst salên dawiyê ji sedsala bîstan de bi dest ve anîn li ber çavin, zarokên nexwindewar (bê alfabêt) nemane, jin û mêr bi hevre beşdariyê di jiyana civakê de dikin ji aliyê çandî, abûrî, komelayetî û perwerdê bigre heta bi jiyana siyasî û rêxistinî hata ku gehiştine parlemanta Ewrupa de, ne tenê ev belkî çendîn jinên êzdî niha di bazarê de jî hene ango sermaya wan heye, dîsa bo cara yekeme di dîroka wan de çendîn bingeh, komele û malên êzdîyan çêbûne û jiyanek azad û bêtirs dimeşînin.
Ji aliyekî dî ev serbestî û pêşveçûne wê hindek nakokî û zehmetiyan jî bi xulqîne wekî hilanîna sîstema bavînî(Patiriyarkî) û malbatî ango eşîrtî, ladan ji hind formên tiradisiyon û moralên kilasîk û kevin, boçûn û dîtinên nû li ser jiyana komel û civatê û olî peyda dibin, wek tiştekî logîk (Mentiqî) carna jî tuşî zehmetiyan dibin di danûstandina xwe ya bi miletê Ewrupî re, çinkû bo cara yêkê ye êzdîyatî rastewxwe tevlî civakek îlmanî dibin, ji ber nebûna tecrubê di vî warî de renge tevlîheviyek(kaus) civakî peyda bibe.
Heta êzdiyatî hinek mekanizman bibîne ku bi karibe hem li gel gelên Ewrupî bide û bistîne hem di nêva xweda jî li hev hatinekê di navbera olî û civakê de dirust bike, pêwîstî bi guhertin û reforman heye, bi kurtî mirov dikare bêje rengek (corek) Euro-êzidîzim bê holê û jiyanek nû bê afirandin. Ev guhorîn û reforim wek tiştek logîk(mentiqî) divê ji nav êzidyên Ewrupa ku îro Sosiolog, Psixolog, Dîroknas û hindek tiyolog jî peydabûne ku bi giştî aliyên baş û xirab yên civaka Ewrupî nasdikin, lê li ser wan ji derve neyê çespandin çunku eger wisa be çêdibe encam û rêaksiyonên negativ bi xwe re bîne.

Qeder û dîroka êzdîyan wisa bû ku ji dema Şîxadî û hêrve deselata olî, civakî, politîkî, û tiyologî bi rengekî monopol û malbatî kete destê hindek Teokratan de, ku pitirê biriyara carna li gorî berjewendiyên demî lê dinêrîn. Ev rewşa aloz( komplex) ya êzdîya li Ewrupa û pêwîst bûna gihorînan ji bona întegrasiyonê imtihanek mezine ji vê Teokratiya olî re.

< Prev
 
 
 
Who's Online
We have 13 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization