Heta niha ji ber sedemên ramiyarî û îdeolojî rola Kurdan di jiyana nefsî ya mirovahiyê de wek hûrik û bêkartêkîn hatiye nîşankirin. Raya giştî ya cîhana pêşvaçûyî mafên hebûnê ji me nastîne, lê dîsan jî netewayê Kurd wek xudanê şaristaniya heralî nas nake. Ji bo redkirina vê nîgara nerast Êzdiyatî jî wek pergaleke hem kevinar, hem jî di dema xwe de reformkirî, dikane karekî bêdubare bike. Zargotina Êzdiyan, çawa parçeyeke wêjeya Kurdan, nîşan dike, ku gelê me rêza mirovên biyanî jî digire û amade ye, ku ji hizrên nûxwaz û ciwan fêr bibe. Dema Kurdên Êzdî qewlan li ser Sofiyên bi navûdeng yan pêxemberên buhurî diafirandin, wana diselmand, ku cîhanbînîna gelê me ne teng e. Belê, cihbûna Sofiyan di bîr û baweriyên Êzdiyan de ne babeteke asan e. Lê mirov gerek e bipejrîne, ku Hellac karîgariya pir mezin li ser Rojhilata Navîn bi giştî û Kurdistanê bi taybetî hîştiye. Lewma jî gotinên derheqa wî di nav Kurdên Sunnî, Elevî, Êzdî û Kakeyî de bela bûne. Wusa jî balkêş e, ku cemawereke Kurdziman ya navê Hellac lê ye, li ser sînora Komara Azerbecan û Iranê dijî. Bi hizra Kurdên Hellac, berwelatê wan dilê Kurdistanê, Hekkarî ye. Mebesta vê gotarê jî du qewlên ayînî li ser Hellac in, yên ji zarên Êzdiyên Ermenîstanê û Başûr hatine wergirtin. Têksta yekem di pirtûka Ordîxan û Celîlê Celîl bi navnîşana "Zargotina Kurda", têksta duwem jî di pirtûka Pîr Xidirê Silêman û Şêx Xelîlê Cindî Reşo "Êzdiyatî" de hatine weşandin. Hejayê gotinê ye, ku xwendina qewlên Êzdiyan bi seda salan karê Qewalan bû, lê gel jî wana di bîra xwe de xwey kiriye. Bêguman, min destûrê neda xwe, ku guhartinan di têkstan de bikim, û ew bi cûrekî orîjînal hatine pêşniyazkirin.
Hellac kê bû?
Sofiyê bi navûdeng Ebû Muxîs el-Huseyn bin Mensûr el-Hellac (858-922) wek Mensûrê Hellac, Hellacê Mensûr yan Huseyn el-Hellac tê nasîn. Malbata Hellac Zerdeştî bû, lê bapîrê wî bûbû Misilman. Wusa jî, gelek belge hene, ku bi koka xwe ew Kurd bû. Hellac gelek kiriyametên berbiçav dikir û di nav gelê Bexdayê û hemû Rojhilatê de ji xwe re dostan çê kiribû. Lêbelê, hizrên wî yên Sofî ne herdem ligor Islamiyeta fermî dimeşiyan û lewma Hellac gelek neyaran jî ji xwe re peyda kirin, bi taybetî di nav mella û rêvebirên Bexdayê de. Ji ber vê yekê û bi sedema gotina wî ya navdar: Ene el-Heqq (Ez Rastiya Xwedê me) ligor biriyara dadgeha Bexdayê, Hellac hatibû kuştin. Bi dû kuştinê, piştgiriyên wî di wê baweriyê de mabûn, ku ewê hê vegere û heyfa xwe û hejaran hilde. Helbestavanê Ereban yê mezin, Ebû l-'Ela el-Me'errî di sala 1008 de, yanê 86 sal bi dû dadgeha Hellac, li Bexdayê temaşe dikir, ku hinde kes hêviya vegerandina Hellac bûn û di baweriya hişk de bûn, ku ewê ji ava Dîclayê rabe. Wek din, dîroknasê bi navûdeng el-Îstexrî dinvîsî, ku gelek fermandar, katib, dadwer û serokbajêrên Rojhilatê bawermendên xwedavendiya Hellac bûn. Jimara mirovên wusa bi taybetî li Îraqê, Cizîrê û el-Cîbalê (Kurdistana Başûr) mezin bû.
Ziman, Bûyer û Ramanên Qewla
Li Rojavayê nêrînek heye, ku wêjeya Rojhilatê tijî sembol û hizrên tarî ye. Helbet, gelek tiştên raz di wêjeya Kurdan de jî hene, ji ber ku hinde peyv û daxwaz bi eşkere nahêne gotin. Lê çawa em di qewlên li ser Hellac de jî dibînin, gelek gotinên nezelal ne bi maneya veşartinê hatine afirandin. Sedema wan pirsên civakî, aborî û ramiyarî ne, yên îro ji ber dûrbûna zeman em başfehm nakin. Herwusa jî em têkstên kevin wek ciwan û nihênî dibînin, lê di dema xwe de ew bi zimanekî normal hatibûne afirandin, bi zimanêkî, yê mirovên wan çaxan lê dipeyvîn. Berî her tiştî, di qewlan de em pir caran rastî sozên dilgermî tên. Kurdên Êzdî gunehê xwe bi Hellac diînin, ji ber ku ew wek dostê hejaran ji zulma dijminan cefê dikşîne.
Herça ew Bexdayîne, Xwera şa dibûn, dikenîne, Go: "Em herin Husêyînî ber miskîne".
Di herdu qewlan de, xwîşka Hellac heye bi navê Xecê (têksta Ermenîstanê) yan Xecîce (têksta Başûr): Xeca Xuristanî. Bi rastî tê zanîn, ku xwîşka Hellac hebû, li Xuristanê jî Hellac propagandeya dînî dikir. Qewla li Başûr wergirtî daxeke wusa dike zarên Xecîcê:
Hey Husêno birê minê axretê Hero ku roj hiltê ji milê ometê Heft kasî qudretê Tên bo min hurmetê.
Dîsan di herdu têkstan de, Hellac bi vî cureyî banga Şêx Cinêd dike: Hey Şêx Cinêdo birê minê axiretê. Hem Xecîce, hem jî Şêx Cinêd li vir wek Êzdî têne temaşekirin, ji ber ku her mirîdekî Êzdî xwîşk yan brayê xwe yê axiretê heye. Maneya wê ew e, ku têkiliyên giyanî di navbera wan de berî jidayîkbûnê hebûn û wê pey mirinê jî berdewam bin. Hizra xwîşk yan brayên axiretê nêzîkî biraderên Kakeyan e, lê li ba Kakeyan çend kes peymana xwe dikin, ku bi dû mirinê wê yekgirtina xwe nebirin. Bêguman, ew dabûnerîteke kevinar e, ya bi koka xwe digihîje şaristaniya Îrana Kevin, bi taybetî bîr û baweriyên Skîthan. Di herdu têsktan de Xecê basa mêvanekî dike:
Ew Xeca mal Xuristanê, Go: "Husêyîno, birao, mala min rîya hevt mehane, Minê kiriye hevt gavane, Sêla mine kûçane, Nanê minî sere, Çûkê minî bere, Evê hucrayê ber xwe bike, Mêvanê minî here î sefere".
Li vir bûyereke rastî xuya dike: dema Hellac hatibû girtinê, şagirtên wî bi lez diçûne Xuristanê, ku piştovanên wî tomar bikin. Herçendî ew ser neketin jî, armanceke wusa li ba wan hebû. Di têkstan de, Xecê dike-nake, nikane Hellac ji Bexdayê derîne: Huseynê Hellac bi aramî û dilsarî hêviya girtina xwe ye. Di rastiyê de jî wusa bû, çûnke Hellac baweriya xwe nedibirî û digot, ku Xwedê wê wî di zehmetiyê de tenê nahêle. Kurdên Êzdî, wek gelên din, dibêjin, ku çaxê bi dû dadgehê, neyarên Hellac keviran diavêjinê de, Şêx Cinêd newêre alîkariyê bidê û gulek diavêje wî de. Lê em dizanin, ku Şêx Cinêd (Cuneyd el-Bexdadî) hê di sala 910 de emrê Xwedê kiribû û Sofiyekî din, eş -Şîblî, gul avête Hellacê cezakirî. Ji bo me ne gelek zelal e, gelo çira hem Kurd, hem gelên din dewsa eş -Şîblî, Cuneyd el-Bexdadî neheq dikin? Êzdî ji bo Hellac tengav in: di jiyana xwe de ew herdem ji bo alîkariyê bide xelkê amade bû, lê çi di dadgehê de, çi piştî biryar hate standinê, tukes nehate aliyê wî. Wusa jî babeta xwînê di felsefa Hellac de girîng e. Di dadgehê de, Hellac çend caran risteya "Allah fî demî" ("Xwedê berpirsiyarê xwîna min e" bi maneya "Ez ne sucdar im") dubare kir. Ligor legendeke Rojhilatê, wextê leşê Huseynê Hellac parçe-parçe dikirin, xwîna wî rêjiya erdê û 84 caran navê Allah lê kir, ji ber ku 84 kes biriyara kuştina Hellac anî bûn. Diyar e, ku di bîranîna civakî ya Êzdiyan de babeta "Hellac û xwîn" hatiye xweykirin. Qewlê Êzdiyan bi rengekî mecazî wusa şirove dike:
Be(h)ra heq sêwirand, Hingê kafira ciniyazê Husêyîn dihincirand, Xûnê hevraz avît, Husêyîn go: "Eynulsere, vêra dikubirand". Lê çi dibe, bila bibe, baweriya Hellac naperçiqe: Ew Husêyîn, Husêyînî delale, Qaziyan û mellera ceng û qale, Go: "Hûn çi bikin, sura we sureke betale".
"Sur" di Sofîzmê de dilşadiya kûr e. Hellac serfiraz e û dixwaze bibêje, ku kêfxweşiya dijmin û peyketiyên wî pûç e. Bi nêrîna Hellac, şabûna dirûst ji Yezdan tê û ew xwediyê vê şabûnê ye. Babeta avê jî di dabûnerîtên cudah-cudah li ser Hellac de rola mezin dilîze. Misilman, endamên Mandeyan, grûpeke dînî, û cemawerên din dibêjin, ku xwîşka Hellac di ava Dîclê de xwe şûştibû, bermayên brayê xwe daqurtand, giran bû û piştî 9 mehan kurek anî. Di variyanteke gelerî li ser Mem û Zîn de jî pêwendiya avê û zayînê bi eşkere dibe. Lê ligor zanîna me, kevintirîn nivîsarnasî, ku zarokanîn ji ketina di nav avê de çê dibe, ji dînê Zerdeştiyan tê. Di pirtûka Avestayê de tê gotin: berî kutaya cîhanê keçeke bêguneh di avê de wê xwe bişo û Mehdî bi navê Astvat-Ereta wê jidayîk bibe. Koka nêrînên wusa girîngiya avê ji bo pakijmayînê, hênikbûna beden û giyanê, parastina dijî nexweşiyan û hişiyarbûna taqetê ye. Qewlên Êzdiyan jî avê bi jîndar dikin:
Husêyîn borê xwe zîn kir, Evê diniyayê çû, terka diniya derewîn kir. Avê bihîst, go: "Husêyîn Bexdayê kuştin". Vê çaxê Xecê dixwaze avê bide sekinandinê: Avê pêlda, vegeriya, Hingê Bexda ber bû du ciya.
Ev jî risteyeke mecazî ye: li Bexdayê du civak hene, yek baweriya xwe bi Hellac diîne, ya din jî koma neyarên wî ye. Balkêşe, ku li vir em dîsan carekî qonaxa têkiliya zargotina Kurdan û qewlên olî dibînin. Xecê bi van gotinan ve nêzîkî avê dibe, yên gel bawer dike, ku ji Feqî Teyran (1307-1375) wergirtiye:
Xecê çû pêşiya avê, Go: "Herê avê, herê avê, Cara îcarin Bexdayê xirav meke.
Feqî Teyran û Av "Herê avê, herê avê ... Kêra diki vê tuabê...".
Lêbelê, xelk hêvîdar e, ku Hellac wê vegere û ji çavên nepakan re biîne:
Çi siyarekî hat çek reşe, Can û camaqî hat çek reşe, Ewî êvara îniyê ketiye nava Bexdayê, Qaziyan û mella temam kiriye şêsid şêst şeşe.
Em dizanin, ku Îsa di cîhanbînîna Hellac de roleke taybetî dilîst. Li ser serê Îsa jî tacek wek nîşana Xwedawendiyê xuya dikir û Êzdî bi curekî werxas diselmînin, ku Hellac çav dida Îsa:
Husêyîne, Husêyînî Helace, Sêrî heye tace...
Helbet, di têkstên Êzdiyan de peyvên Erebî, bi taybetî bi Sofîzmê ve girêdayî, hene. Lê gelek caran ew wusa hatine guhartin û Kurdkirin, ku koka wan êdî xuya nake:
Xecê go: "Husêyîno, birao, vir mereve, Wê sivê vira bive qal û ceng û şere, Rev heye mêrara iêve, Kuştina te heye neecêve, Serê te serîkî ber hesêve".
Peyvên Erebî bi rengekî dewlemend kêrî raman û helbesta dînî hatine: sivê (sibê), qal (axaftin), şer (ceng), êv e (eyb e, şerm e), neecêve (ne ecîb e, ne behetî ye), ber hesêv e (ber hesab e, yan biryara cezakirina te hatiye girtin). Bi xwe navên Huseyn û Xecê jî ne Kurdî ne. Kê çi dibêje, bila bêje, lê zimanê me mezintirîn desthilata me ye! Nêrîneke dawî derheqa zimanê têkstan. Qewlên Hellac jî wek piraniya çanda me nirxandina lêkolîneran rastûdirûst der dixin. Cudahiya Kurdan û Ereban ew e, ku gelên Samî (Semît) pêdviya qanûn û sînoran in, lewma kaşa (wezna) qasîdên wan girtî ye: dixwazî-naxwazî di çarçoveyên destnîşankirî de biafirîne. Lê Kurd dilvekirî û seraza ne: heta bîhna xwe hil nedin, risteyên helbestan kuta nakin. Bêguman, ev nêrînek ji bo wêjeya devikî ye û di qewlên Hellac de jî xuya dike:
Husên li Helace, Ewî vexwaribû ji kasa sîh û mîlance... Husênî serê xo dikire armance.
Paşgotin:
Zargotina Êzdiyan diltengiya dost, şagirt û piştovanên Hellac dema dadgeh û kuştina wî dighînin me. Ew girîngiya dîrokî, civakî, ramiyarî û felsefî diyar dikin û diyardeyên edebiyata bedew di nav xwe da xwey dikin. Lêbelê, Kurdên Êzdî hinde tiştan serzêde dikin, daku Hellac di naveroka civaka xwe de cihbicih bikin: Destê Husêyînda heye ulmê dîwanê, Destê Sultan Êzdîda heye dayînê hetanî stanê. Hêjaiyê gotinê ye, ku dijî veqetandina demdirêj di navbera Êzdiyên Ermenîstanê û Başûr de, hevîra herdu qewlên Hellac yek e. Ev jî belgeyeke hêza wan ya wêjeyî û giyanî ye, belgeya hêza şaristaniya Kurdistanê ye.
Jêder: Ordîxan û Celîlê Celîl. "Zargotina Kurda". Moskova, 1978. Xidirê Silêman û Xelîlê Cindî. "Êzdiyatî". Bexda, 1979.
* Di Kovara Hîwa, hejmara 35, 18.08.2001, rûpelên 14-15de hatiye weşandin.