Center Of Yezidi Culture in Moscow (RUSSIA)  
   
 
Thursday, 04 December 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Russian
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forum
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Download
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
72 yan 1072 Ferman, Fermana 73 "Dersên Dîrokî" PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Esker Boyik
 

Dîroka koçberiya kurdan ji kûraya dewrana tê.Gelê bê dewleta tomerî,hukumat û leshkerên yek,bê tifaq timê bin zulm û zora hukumdara bûye.Dewletên Ereb,Ecem û Tirk qewatên kurdan boy kara xwe,çawa dijî dewlet û gelên cîran,usa jî dijî kurdan dane kêranînê.
Êl û eshîrên kurdan zordestiya welatên dagirkir û zulm-nehqya hev temûl nekirine,dijî wê zordestiyê derketine.Carna bi bereka,qebîla,carana êl û eshîra,carna jî bi gund û qeza sher kirine,xûn rêtine,lê wextê dîtine qewata wan dijminê wande naçe,cî û warê kal-bava hishtine,revyane,koçber bûne.Ji cîkî reviyane cîkî din.Carna nêzîk,carna dûr .Carna jî dewletên hukumdar bi menyê cûr bi cûr(boy xweyîkirin û mehkemkirina hidûden dewetên xwe,boy sherkar ya dijî gelên din,boy shikênandin -perçekirina qewat û yekîtiya kurdan,boy boy helandinê) êlên kurdan ji cîkî koçberî li cîyê din kirine.
Koçberî henek laqirdî nîne.
Koçberî kul û derde,ganzulme,keser.hêsirin,hisret,û.axîne.Hêsîriye,belengaziye,xelayî.nexweshîne,bêmaliye,bêgumaniye,xerîbiye,undabûne.Kes hêsa,bi kêfa xwe koçber nabe,kes ji ciyê bade warê kal-bava ,mal û milk,hebûna xwe nahêle,serê rêyên nenas nakeve,nizane li serê wan riya ciye hiviyê-qencî yan xiravî ?
Lê koçberiya kurdên Êzîdî zulm û zehmetir bûye,ji bo kurdên Êzîdî hin ji zulma dewletên hukumdar,hin jî,ji qir û bîra êl-eshîrên birên xweye kurdên musulman revyane,koçber bûne.
Neyarên kurdan,wekî wana timê bin destê xweda xwyîkin,bi xwestina xwe wana bimeshînin,qewatê wan perçe-perçekin betifaqkin,li nava teryê û nezanyêde bihêlin gelek mecalênbêtifaqyê anîne holê ji wan yek jî,lape xûnrêj û zul cudatî û dijîhevtiya olê bûye: "dîn dijminatî"
Bi hezaran salan neyarên kurdan kurd kirine qirka hev.Kultûra kurdaye berî îslamê nehate xweyîkirin,hate shewitandin, dewsê kultura nüye miletiyêye bi zimanê gel nehate çêkirin.Îdiayên îslamêye rastî neketine nav ruhê gelê kurd.Dewsê gotinên derew û qelp,îdiayê ne ku tenê dijî îslamê lê dijî xwedênasya tije sere gel kirin,gelê kurd li hev kirin neyar û berî hev dan.
Ez difikirim: "Wê bash nîbûya,wekî gelê kurd carekera,tomerî îslam hilda ji vê qir û birê,vê xûnrêtin û qatlemê xilasbûya.
Divek zûda dewleta kurda hebûya ? Kurd tifaq û yak bûna? Bi xwendin û nivîsarbûna?"Yanê dive ku zimanê dînê nû,ruhê ziman û ruhê gel altkirina,gel jî holê rakirana û navê gelê kurd li rex navên gelê mirî îro kitêbên dîrokêda bihata bîranîn ? "
"Dive ku ev halê gelê kurd têda (Nexweditî,nezanya zimanê dîn,dutiretiye nava hebandinada) kurditî.xweyî kirne.Evê antagonîzmê timê gel hishiyar hishtiye?"
Bi texmîna min gelê kurdî sade.bi bawarî û kar barên xweye jiyanê navê kurdîtiya xwe,ziman î heyîtiya xwe xweyî kirine.Yan na ji 100-î go hukumdar ,serleshkerên kurdzane û dîndaran quluxî gelê cînar ,dewletên dagirkir,kultur,ziman û kara wane miletiyê kirine.


Bi navê dîniye qelp ,li nava hezaran salan de bi destê kurda xûna kurda mîna çemê Diclê û Feratê kishyaye.
Kurdên "dîndijmin" bi neyartiya lape kîn,bi nemantiya lape xirav xwestine hev kok birkirin.
Propaganda dînî dijî evdên ne musulman ji aliyê dîndar û hukumdaran neqencda li nav gelê sadeye cahilda usan xurt bûye,ku heta ew kurdên nû ji Êzdîtiyê musulman dibûn îdî her tisht bîr dikirin û bi fanatizma berk dibûne kokbirê koka xwe.Heta hinek ronakbîr û zanyarên kurdaye wê demêye bi nav û deng,ku navê wan bi herfê zêrîn nava dîroka gelê meda maye û em ber emek û bîranîna wan temene dibin ji wê fikra dutiretiyêye neqenc paqij nemane.Eva tishtekî pir ecêve ,xeysetekî wa li nava miletekî cihanêyî dînda degme hebe,ku bi hezara sala pareke gel kina xwe bikute para din û bi nya cudetiye dînî wê qirke.......
Serê xelqê cahil tijî dikirin ,ku eger giva "vê dinyayê da" buhusht,jîyana xwesh li dest wan nakeve sucê"kafirstanêye".Êzidî û gelê dinêye ne musulmanin,ku rex wan dijîn û wa axa pîroz diherimînin. Wekî her musulmanek çend "kafira" bukuje, yan bîne ser dînê heq,wê xwere xêreke mezin bike û dinya dînde here buhushtê....

Dîrokzanê kurdayî mezin,yê sedsalya 19-a Mele Mehmûdê Bayazîdî dinivîse: "Di nav Êzidî ü meleyên musulman da sherekî oldarî digere û her yek ji wan li fersendekê digere yê din bikuje"
Kushtina mirovên Êzidî li cem kurdan ne guneye û her carê,gava rê dikevê kurdên musulman,Êzidiyan dikujin û jinên wan xwere dikin carî. Ew ji dukanên qesabiyê Êzidiyan gosht nakirin çimkî Êzidiyan mûrded dihesibînin."
Gelek beg,axa û serokeshîrên kurdên musulman çend sala carek" borcê xweyî axret û îmanê" hesav dikirin fermanê Êzidiya rakin,bi destê zorê wane biqulibînin,yanê jî qirkin. Heta gelek serokên ûsyan serhildanên kurdaye miletiyê ye mezine bi nav û deng,ku îdî digîhîshtine derê azaya Kurdistanê li nava wê qerbalix shêr û wî wextê dîrokyêda ,yê seva bextê gel cawdarda"barcê" xweyî û "xwedênasyê yî" birakujiyê bîr nakirine.
Dîrok îzbat dike,ku menîke shikestina qewata hinek serhildanên gel shashyên serokên wane oldare nezan bûye.
Ferman pey fermanê li êlên Êzidiyan radikirin. Her fermanekê de bi hezaran Êzidî qir dibûn,bi deha hezara jî cî û warê xwe dihîshtin direviyan,wekî serê xwe xilaskin. Ewan di reviyan koçberî kîjan warê Kurdistanê ji dibûn, antgonîzma olê-"dîndijminatiyê" xilas nedibûn. Ji ber vê yekê jî berê xwe didane welatê dur.
Mera eyan nîne,nava hezaran salada çiqas êlên Êzidiyan ji cî û warên xwe revyane welatên din,lê tishtek rastiye hesavê wan hindik nîbûye. Çûne û wunda bûne ,heliyane. Çûne û niha tunene.
Bi sal-zamana tunebûna dewleta miltiyê ye tomerî,yekîtike miletiyêye kar,tifaq û fikrê,bi massayî tinebûna xwendin-nivîsarê bi zimanê dê Kurdisatanê de timê anarxîya bûye kesî dengê kesî nebihîstiye,kesî derdê birayê xwe derman nekiriye,kesî destê dagirkira negirtiye,ku birayê wî nekuje. Hela geleka boy kara xweye shexshî alî dagirkira kirine. Ola nuh jî pakî nekete serê xelqê,wekî hema bi xof tirsa olê xelq bê zerfkirin.Gel bûbû mîna gura û ketbûne qirka hev.Malek,ku têda çil malxê hebin,ew jî yê nezane,cahile bi serê xwe,wê malêda kare tifaq ,yekîtî ü edlayî hebe ?
Her axak,begek ,dîndarekî xweyê hukum û qewat ,bi kêfa xwe çi xwestiye anye serê gelê sade. Ji destê wan kurdên Êzidî bi hemû cûreyî hatine zêrandin: Jinê wan birine,mêr kushtine ,hebûna wan talan kirine,mal û milk jê sitandine,koçber û malwêran kirine, dijî axa û begên dijminê xwe dane kêranînê.

....Ji wan zalima,seva kirê xweyî zulmkariyê tu kes ber data miletiyêye heq nesekiniye,ji pey wan gilîkî tel gazin jî nehatiye gotin.Çimkî ew dat û fikira rastiyê tune bûye. Heta li ser hineke kilamê mêrxasiyê,pasindanê hatine sewrandinê û hê-hê jî stiran têne gotinê ça gel dibêje! "Yekî xudanê xêrê tunebûye,ku destê wan zalima bigire û bêje,ev qir û bir,ev birakujî,xûnrêtin, evcerd û talan,van ecêvên ,ku hun tînine serê gelê xwe seva çi ne ? Karê didine kê ? Hun bin defa kêda direqisin ?
Nizanbûna zimanê ola xwe,nava gelda kembûna dîndarên xurt,zanyarên ola musulmanyê,rastî jî gelê me bê dîn û îman kirinbûn,bê tirs û bê xof,bê isaf kirbûn,destê dagirkira da kirbûne hacet.....
Bin navê dînî kê çi bigota gel bawer dikir.

Mirovê neqenc derheqa Êzidiyada sher û shrltayê nebüyî kiribûne serê xelqê,ku giva Êzidî bêxwedêne,kafirin,nizanim çi dihebînin,poça wan heye,qoçê wan heye,heramin,hosila xwe(rûn,penîr,toraq) dikine eyarê kuçika,hevîtirshkê wan nizanim ji xûna çî ye,xurekê destê wan herame,destkuja wan herame,bê dîn ü bê îmanin,bê kitêbê dînî û defterin,wana pêxexmber kushtine.....
Nava dîrokê da kem nîbûne usan ji neqencên xirav,ku bin navê dînî da merem û xwestinê xweye pîs kirine mîaser bi destê xelqê nezan xelqê am-tam qrrkirine,berdane ji cî-warê wan derxstine bûne xweyê war,milk û malê wan.
Ev kiren ,ku êl û eshîrên kurdan anîne serê hev, yan destê hukumdarên Ereb,Ecem ü Tirk hatine kêranînê,yanê jî wanra dest dane,ew bêtifaqî,dutîretî boy kara xwe dana xebatê,her tisht kirine,ku ew betifaqî daha kurbin. Xeysete kurdayî fanatîzma olêyî kor hukumdaran ji kurda çêtir zanibûye û ku cû hatiye,kî hingê kara wan xwestiye bi hostatî dane û naka jî didine kêranînê. Ew mecaleke cêribandiye,ku bi wê nahêlin nav gelê kurda da yekîtya esil çêbe,kurd kara xweye miletiyeyî heq zanibin.
Dibêjin 72 ferman li Êzîdiyan rakirine.Kê ew qetleme jimartine,hesav kirine ? Çima 72, ne 1072? Kê derheqa her fermanekê da bîranin xweyî kirye,nizanim,tek wê zanim,ku her fermanekêda gelê kurd ziyana nebûye mezin kishandiye,qevata gel shikestiye,bêtifaqî û bêbawerbûn hindawa hevda kûrtir bûye.Her fermanekêda gel xêncî unda kirina mirovan usan jî bawarya xwe,xwedênasiya xwe îsaf û morala xwe,gumana serxwebuna welêt unda kiriye,shên û warên xwe wêran kiriye.Koçber bûne,malwêran bûne,meremên dijminên Kurdistanê xwe anîne cî.
Ferman jî çi ye ? Ferman kokbirîye,bi her qewl û qanûnê gênosîdê fermanê radikirin,ku koka evdên wê qebîlê,wî gundî yanê wê êlê birin,dînê wî erf,edet,rabûn,runishtandinên wî,ziman û kulture wî jî cîhanê biqelînin,ci ku navê wîva girêdaye bishewitînin,tunekin.

Bi hezeran evdên ji hashîsha olê,yanê miletçîtiya sexte korbûyî,fanatîk bi seroketiya mirovên xweyê meremên neqenc,bi alîkariya qewatên dewletê,mîna lêya biharê davêjine li ser gund û shêna,xelqê am-tam,li ber tu tishtî nasekinin,zarokan,kal-pîran,jin-mêran qir dikin,shêna talan dikin,wêran dikin,dishewitînin,keç û bûkan xwere divin,hate zyaret û ciyê wane bu hurtî jî diherîmînin.
Serekbajare Mûsile,Badredîn Lûlû êrêshî dibe ser Lalishê û Êzidiyan.Wî gora Shîxadî vekir û li ber çavên Êzidiyan shewitand.Bi hezara Êzidî hêsîr kirin,gelek kushtin,gelek avîtine zindanên Mûsilê. Dîrok dibêje wî nêzîkî sed giregir û rêvabirên Êzidiyan bi hovîtî kushtin û lashê wan darava darda kirin. Lashê mêrê wan perçe-perçe kir û deryê bajarê Mûsillêve kir. 1)
Di sala 817-da, weke ku di pirtuka"El-Silûk li marîfet diwal el milûk" ya nivîskar Maqrîz da hatiye nivîsar,li çiyayê Hekarî li welatê kurdan ,li Lalishê Mela Yûsif Helwan shafiî destûra kushtina Êzidiyan,yanî fetwa dabû û dîsa gora (mezelê)Shîxadû vekir û hestiyên mabûn shewitandin.Hinek mîrên kurdan bi leshkerekî pir giran êrîsh dirine ser ciyê Êzidiyan"Lalish" quba Shîxadî hilweshandin,bê qedar ji gelê Shîxadî kushtin û welatê wan talan kirin )
Fermana here mezin zemanê Mîr Ceferê Dasinî de li Êzidiya rakirine (Wî çaxî Êzidiya ra digotin Dasinî). Salê 225-226-hicrî xelîte Hebasiye Mohtesim ,lawê Harun Reshîdê Ereb du cara bi leshkerê giran tê ser Êzidiyan lê tê shikenandin. Cara sisiya bi serokiya Eytaxê Turkmen leshkerê wî Êzidiya dishkenîn,gund û ware Êzidiya dishewtinîn,wêran dikin,xelqê qir dikin. Mîr Ceferê Desinî wekî nekeve destê wan jere duxwe,xwe dikuje.Eytaxê Türkmen 10 hezar malê Êzidiyan sirgûnî Tîgirê li rex Bexda ê dike....Wekî serê malê 7 nefer bê hesavkirin,usane tek fermankeda 10 hezar kurdê Êzidî koçber kirine ber bi undabûn û tunebûnê.

Fermaneke pir xûnrêj û jan bûye,ku destpêka sedsalya19-a Mîrê Soran: Mîr Mehmed bi gotina Mele Xatî Êzîdiya rakir. Ewî Mîrê Ezidiya Elî beg hêsîr girt û 2000-î zêdetir keç-jinên ciwan bi destê zorê bir û da beg û axayên Mosil ,Êrbileye Ereb û kurdên musulman. Gilî dikin ku tenê gundekîda 500 mirovê Êzidî dikujin û dikine gorekê.......
Sala, 189/-e Firiq Pasha (navê wiyî esil Emer Wehbî Pasha,eslê xweda kurdê Sulêmanyê ) êrîsheke pir dijwar dibe ser Êzidiyên Shengalê û Shêxan. Tawis û nîshanên Êzidîtiyê bi zorê ji wan distîne, Lalishê dike mediresa Îslamî. Bi destê zorê dixweze Êzidiyan biqulubîne.
Xelqê deshtê teslîm dibe,lê yê çiya sher dikin....
Gilî digîhîje konsûlên Fransa, Înglîza,Rûsa.Bin hukumê diplomatiyê da dewleta Osmaniyê jî xwesrina xwe pashda dishine û dîsa Lalishê dide Êzidiyan.
Eva,min ça nimune,çend deman dîrokêye bi keder bîr anîn....Lê demê wa,demê xunrêj li nava dîroka kurda da çiqas pir büne.
Gilî dikin ,ku wextê fermana ,evdên ku ji qir -birê serê xwe xilas dikirin,direvyane çiyê û hêsîrê xweva diketine shikefta .Fanatîk û leshkerên olperest ber dere wan shikefta tije sergîn ü darê shil dikirin.agir berdidanê,bi dû hesîr gishk têda difetisandin. Kal-pîr,jin-zarok kirine hundur mereka,derî dadane agir berdanê,gishk shewitandine,shur zikê jinê hemlera kirine zarok bi serê shûr derxistine.Zarokên biçûk cêrgê dane sekunandinê,shert girtine ,çika bi shür kê kare derbekêra serê çend zaroka bifirîne yan bi fishekek tifingê çend a kare bukuje.
Êzidiyan jî ew zulm hêsanî qebûl nekirîne.Wana jî dijî wê zulmê zalima xwe danîne,cî hatiye wana jî "heyfa xwe hildane" wana jî kushtiye,wêran kiriye,shewitandiye.Mirovê ku wan qetlema da nefer,mal û milkê xwe unde kiribye,bey sûcê xwe dibe gur,bi kîn û neyartî kare zulmê xiravtir bike
Heta niha jî aliyê musulmanada birina her keçek yanê jineke Êzidî (zorê yanê bi rezadilî) dibe tiragêdiyake hem Êzdîtiyêye mezin. Êzîdî dikevne pey heta herduwa jî nekujin hêsa nabin. Dîrokêda mesele pirin,ku ser jinekê kurdê Êzidî û musulman qira hev dane.

Meselek li nava musulmana da heye,dibêjin: "Nanê Êzidiyan herame,lê delinga wan helale" yane giva mêre musulman ra xêreke oldaryêye mezine,wekî xwera pîrekeke Êzidî bine bike musulman û kê giva hesavê Îslamê zêde dike li "dinya din" diçe buhushtê. Êzidî ji wê fikirê pir diqehirin.
Derheqa van qetlada ,ku gelê me anye serê hev,derheqa van zulm û zordestiya da destê mirov jî nagre binivîse. Hinek dive gazina jî bikin,ku ez çima wan demên xûn,wan deqên reshe dîroka me tînime bîr.
Bi texmêna min gerekê wê derheqê da gelê kurdî sade rind bizanbe,pashwetiye xweda dersa jê hilde. Kar û ziyana xweye miletiyê bizanbe boy yekîtî,tifaq azadiya xwe. Ez ser wê bawariyême ku payê gelê mayî pirê derheqa van deme reshda rastiyê kem zane.
Serê bavê kurdê musulman jî,serê bavê kurdê Êzidî jî, elewî jî, usan jî serê bavê kurmanca, Sorana, Zaza, Gorana, Lora, serê bavê hemû partiya,hêz ,komele û komên kurdan,azaya wan,rizgariya wan,rizgarî û azaya welêt,qeweta wan yekbünê dane,hevfamkirnê da-yekîtiyê bê qelpî,yekîtya femdaryêye rast,yekîtiya bi ruhê kurdi,bi zimanê kurdî.Yekîtiya bi zanebün,bixemxurî û dilêshî, girtina qedrê ol,erf edet,eyd-erefatên hev.
Hev xapandin,tirsandin,gilî-gotinên vala,soz û gazyê welatparêzyêye qelp(ku niha pir têne bihîstin) tucar,tucar tu kar nedane,ne jî wê bidin.


Dûmayi heye

* Ev babet di govara Roj jimare 6 de hatiye belav kirin.

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 12 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization