Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Rûpelek ji peywendîyên Ermrnîya û Kurda yên dîrok- çandî PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Prof.Celîlê Celîl
Pisporê kurdnasiyê li Ûnîvêrsitêta Wîêna


Girêka hijmara 66 ji fonda Nr. 11 li Arşîva Komara Gurcistana Sovêtê ya Dewletê ya Dîrokê [SGIA GSSR - C.C.] hevgirêdaneke kaxazaye ziravoke. Li ser hev hemû pênc belgin û hatye navlêkirin: "Lavanivîsa dersdarê dibistana Rindwanê Pêtros Xazarov, tev li nama êzdî Mîrza-axa ji bona [jêra] dermanê çava bişînin". Destpêka bingehdanîna girêkê îşaret kirine 2-ê yanvarê sala 1831, lê dawîhatina wî 30-ê yanvarê sala 1831.2
Di girêkêda çar dokûmênt tên parastin: Lavanivîsa dersdarê bajarê Rindwanê Pêtros Xazarov li ser navê serokleşkerê Korpûsa serbixwe [taybetî - C.C.] ya Kavkasê gênêral-fêldmarşal koms Paskêvîçra, bi zimanê rûsî, 22-ê dêkabrê sala 1830; Nama Mîrza-axa koms Paskêvîçra, bi zimanê ermenî, 22-ê gulanê sala 1830; Dokûmênta sisya wergera vê namêye bi zimanê rûsî; Lê ya çara, nasnameye bi zimanê rûsî, ser navê Pêtros Xazarov ji bona ku ew karibe bê astengî ji ser erdê Kavkasê derbaz be here welatê xwe. Dema nivîsarê 30-ê yanvarê sala 1831-e.
Li nîveka sedsalîya XIX amadekerên berevoka dokûmêntên pircild ya bi navûdeng "Aktî" lavanivîs û nama Mîrza-axa ser zimanê rûsî li cilda Nr. 7 çap kirine.3 Paşwextîyê, ev dokûmêntana tevî dokûmêntên mayîn, li sala 1900 careke din ji alîyê P.Î.Avêryanov li paşkoka pirtûka wî ya bi navê "Kurd di dema şerên Rûsyayê, yên ku li sedsalîya XIX dijî Îranê û Turkyayê pêkhatine" çap bûne.4
Kî bû Mîrza-axa û hêjatîya dîrokî ya van dokûmêntên li jor navkirî çi bûye?
Bersiva van pirsa heta îro nebûye bingeha lêkolîna kurdnasa. Wek tê dîtin, karkirina Mîrza-axa, bi taybetî şerê wî yê azadarîyê pêşberî turka, mêla wî ya [sîyasî] berbi Rûsyayê, usa jî hisa wî ya dostanîyê himberî gelê cînar - ermenîya, balkêşya van pirsa bi xwe gelekî mezine. Lêkolîna kar-jîyana Mîrza-axa balkêşe usa jî bi wê, ku heta îro parçekî gelê kurda - kurdên êzdî di xezna zargotina xwe ya zengînda hê-hê bi dilovanî û dildarîke mezin şirdana strana, ya ku li ser Mîrza-axayê Rindwanê (her ew Mîrzikê-zazaye), hevkarê wî Keşîş Polo (Keşîş Poxos bi xweye), hevdemên wan bûyara yên navdar: Şêx-Mîrzo û şêx Miço hatye sêwirandin, diparêze.5
Dêmek, lêkolîna vê pirsê bi awakî zanîyarî giringayê distîne him li ser bergeha dîrokê û him li ser bergeha fîlologîyê.

* * *
Şerên Rûsyayê dijî Îranê û Turkyayê li dawîya sedsalîya XVIII û li nîveka pêşin ya sedsalîya XIX di çaranûsa gelên Balqanê û Pişkavkasêda [Berkavkasê] rûpelê dîrokêye nû vekirin.
Rohilata Ermenistanê kete bin bandûra Rûsyayê û ev bûyar ji alîyê gelê ermenî, bi taybetî ji bona parçayê ku di bin giranîya nîrê Îranêda nêze-nêza wî bû, bi şabûneke mezin hate qebûlkirin. Nîştivanên roavaya Ermenistanê jî gumana azadbûna xwe bi Rûsyayêva girêdidan. Bi vê armancê ewana li salên 1828-1829-a bi çelengî tevî şerê rûsa-turka bûn û alî kirin, ku hêzên rûsa yên çekdar di meydana şêrda serkevin.
Nîştivanên ermenî, yên ku ji deşta şêr dûr bûn, ewana tevî cînarê xwe - kurdên êzdî, ji xwera rê digeryan, ku peywendîyên xwe tevî serokleşkerên hêzên rûsa yên di deşta şêrda bûn, daynin.
Di nîveka sedsalîya XIX ya pêşinda li nivîsarxana dîwana dîplomatîyê ya cîgirê sar (qeyser) li Kavkasê li ser serhildana Mîrza-axa - serokê kurdên êzdî yên Sêrtê dijî turka û li ser mêldarîya wî berbi rûsa çend belgnivîsar cî girtin, yên şedetîyê didan ser wê, ku mîrê kurda cêribandîye tevî fermandarîya rûsa ya Kavkasê peywendîya hevkarîyê dayne.
Li wê demê Sêrt wek senceq dikete nava wilayeta Bitlîsê. Senceqa Sêrtê bi xwe ji heft qeza pêkhatibû: ji qeza Sêrtê, Rindwanê, Şîrvanê, Êrûnê, Xatê, Berwarî û ya Hezo. Senceqa Sêrtê hukumdarîya turka her bi nav li ser xwe nas dikir. Lê di rastîyêda serokên êl û eşîrên serbixwe û nîvserbixwe serwêrîyê li ser xelqê vê herêmê dikirin. Binelîyê vira piranî kurdên êzdî, ermenî û aşûrî bûn û li ser wana bandûra mîrê bajarê Rindwanê êzîdî Mîrza-axa mezin bû. Her tenê li qeza Rindwanê (jêra Rodovan, Ridvan jî gotine) 111 gund hebûn.6
Bajarê Rindwanê ber kenerê çemê Diclê, li ser destê çepê, ji Sêrtê 32 kîlomêtra dûr, perê xwe vedabû. Dora bajêr çîyayên Cînganê û Gurdîlanê yên serbilind hesar girtibûn. Navê bajêr bi şirovekirina gel ji gotina kurdî çêbibû, bi mena "cîyê rind" û ev şirovekirin, wek rêwîyên yêvropî şedetîyê lê didan, bi temamî angorî bedewîya û rindîya tebyeta dorbera vî bajarî bûye. Kelefên xanîyên kevn yên nav bajêr, şedetîyê didan, ku bajar ji dema mêjva avadan bûye. Kesên ku bi çavê xwe Rindwanê dîtine divêjin, ku hê heta destpêka sedsalya XIX di bajêrda kolan mabûn, yên bi kevirê sel rûgirtî bûn û ji dema antîk dihatin. Ser berpala bilindcîkî li dora bajêr, ser kelefên kevn qesr-qonaxa Mirza-axa hatibû avakirin.7
Arxêlogê înglîsa yê bi navûdeng Lêyard li nîveka sedsalîya XIX li ser bajarê Rindwanê di bîranînên xweda dinivîse: "Rindwan - navê bajêr li ser wî bû, ji ber ku bazara w hebû û wek navenda qezayê dihat naskirin. Têda 800 avayîyên necuwan hatibûn avakirin. Bajar li ber çemê mezin pervedabû. Çem 5-6 kîlomêtra wêda dighîşte milê Diclê, milê ku ji Dîyarbekirê derdiket. Li Rindivanê xên ji sed malên ermenîya, 40-50 malên yakobîya û kildanîya jî hebûn. Yê mayîn hemû malên kurdên êzîdî bûn".8
Serwêrîya Mîrza-axa li ser xelqê ermenî û kurdên wan derdora bêhempa bûye. Ewî ew êla giran bi meclîsa rûspîya serwêrî lê dikir. Li wê hemû: nuênerên ermenîya, kurdên êzdî û aşûrîya, bi mafê weke hev cî digirtin. Bi şedetîya Lêyard Mîrza-axa ji alîyê êla xwe ya pirmilet hizkirî bûye. Gotinên Lêyard diha baş têne têgihîştin, gava em li bîranînên wîda dixûnin, ku Mîrza-axa wek nîşandayîna rêz û dostanîyê, himberî xaçparêzên bin fermandarîya wî, li Rindwanê dêrekê ava kiribû. Dema Lêyard ser vê kirinê dinivîse, bi heybeteke mezin serda zêde dike, divêje: wekî ev kiryar "...mînakeke xweş û balkêşe li ser bînfireyê û destvekîryê, ji bona merivên şaristanîra mînakeke ji bona jê hînbûnê".9
Îzbatîya wê yekê, ku navê Mîrza-axa li nava nîştivanên herêmên derdora Sêrtê gele naskirî û belabûyî bûye, di çavkanîke ermenîyada em van xeta dixûnin: "Li wê demê li Sêrtê û li Rindwanê mîrek rûdinişt, yekî bi navê Êzdî Mîrzik, mîrekî Medaye serbixwe û bi eslê xweda şêx. Ew bi xemxurîya dilovanî li ser hemû ermenîya, aşûrîya û êzdîyên ku di bin bandûra wîda bûn, mêze dikir. Mîrzik mêrxas bû, bi xeysetê xwe dilpak, ji ber wê jî gelek kesên, ku ji bin nîrê zulma zalimên mayîn direvyan, dihatin cem Mîrzik, sitara xwe didîtin û her kes azad dînê xwe diparast. Ji vê jî nîştivanên qezayê pir bûn û bihêz bûn, bûne şabûna piştovana û strî ji bona çavê zulmkarên dorberê".10
Mîrza-axa baş fam dikir giringîya rewşenbîrîyê û xwandinê. Ji ber wê jî, ew neku tenê di bajêrda rê ber van tişta vedikir, wekî ewana cî bigrin û pêşva herin, lê belê, bi xwe zaroyê xwe cem dersdarên ermenî dabû ber xwendinê. Ronakdarê ermenîyayî bi navûdeng Xaçatûr Abovyan di wûtara xweye " Êzdî"-da dinivîse, wekî keşîşekî ermenî ji Rindwanê hatibû Yêrêvanê û şedetîyê dida, ku ew bi xwe mehava li Rodovanê, nedûrî Mûsilê, zarokên serokeşîrê êzdîya Mîrza-axayê navûdeng bi zimanê ermenî hînî xwandin û nivîsarê kirye..."11
Di salên 20-30-yên sedsalîya XIX-da li Kurdistanê bûyarên sîyasî pêk hatin, yên ji ber perîşanbûna hêza Împêratorîya Osmanyê ya abûrî, leşkerî û sîyasî peyda bibûn. Ev bûyarana serhildanên ji bona azadarîyê di nava gelên bindest: kurda û ermenîyada dijî turka gelekî jîr û bi hêz kirin. Çelengîyên sultan Selîmê III û ya sultan Mahmûd, bi rîya rêforman hilweşîna Împêratorîyê bidin sekinandin, cî negirtin.
Emîratên kurdaye fêodalî yên serbixwe û nîvserbixwe, ku fermandarîya paytextê li ser xwe nas nedikirin, bi şerê nav xwe mijûl bûn. Di van şerada hine emîrat awqas xurt bibûn, ku berê şerê xwe zivirandin berb Împêratorîya Osmanîyê, bi wê armancê, ku nîrê turka ji ser xwe wêda bavêjin. Yek ji wana emîreta Soran bû li Rewandûzê li bin fermandarîya Mîr-Muhemmed, ya dinê jî emîreta Botanê bû li Cizîrê, li bin fermandarîya Bedirxan-begê.
Têkoşîna mîrên kurda ya sîyasî ji bona rizgarbûnê, gelek cara bi bîrûbawarîya îslametîyê perwerde (rêber) bûye. Ew rêberî carna berê têkoşînê zivirandîye dijî xelqê cînar, yên ku li ser parasatina îslamê nîbûn. Bi vê kirinê ewana ji rîya têkoşînêye rast dûr ketine û taybetîya rizgarîyê jî qels kirine. Di vê rewşêda bizûtneweyên kurda dewsa ji bona armanca xweye giring - azadîyê hevkara ji xwera bidîtana, wana bighîandana xwe, li ser rîya xwe astengîya çêdikirin, êl-eşîrên ermenîya, aşûrya û kurdên êzdîyên serbixwe û nîvserbixwe dêşandin û wana di rêzên dijminada didîtin.
Hêzeke waha xurt û giran bû êla kurdên êzdîya, ermenîya, aşûrya li herêma Sêrtê bin serokatîya Mîrza-axa. Hêrîşên leşkerên turka, reformên sultana ber bihêzbûna mîrnêşînên kurdaye nîvrizgar bêtaqet bûn. Ji bona Dergê Mezinra mecaleke xewna şeva bû, ku bi karanîna dijbûna oldarîyê di navbera xelqê musulman û yên li ser dîyaneta mayîn, şerê navbixwe çê bike.
Hukumdarên turka armanca sîyasî li ber çava, agirê bêtfaqîyê gur kirin û mecal ji destê xwe bernedan û li sala 1828-a leşkerê giran derxistin himberî kurdên êzdî û ermenîya, pêra jî helanê dan, ku kurdên musulman jî tevî meşa wana bibin.
Hêzên turka û kurdên musulman, nêzîkî Rindwanê di şêrda ber çekdarên kurdên êzdî û ermenîya, yên ku çend cara ji dijmin kêmtir bûn, şkestin. Xaçatûr Abovyan ser bingeha gotina merivekî, ku amadeyê van bûyara bûye, dinivîse: "Angorî gilîkirina merivekî, ku bi çavê xwe dîtye, li vê axiryê Mîrza-axa û ermenî keşîş Poxos ecêbên mêrxasîyê û dilpolayê nîşan dane. Li sala 1828-a li ber kela Redwanê (her ew Rindwane - C.C.), rex Mûsilê, her yek bi êla xwe tê nêzîkî cêşa turka û kurda dibe, ya ku ji 30.000 şerkara pêkhatibû û bi hêzên xwe yên biçûk hesêbankî hemû cêş dihincirînin. Ser vê bûyarê kurd stranek hûnandine..."12
Û rastî jî, X.Abovyan di paşkoka wûtara xweda parçekî wergera vê stranê tîne bin navê: "Straneke êzdîya ya cengewarîyê derheqa şerê, ku dijî serokê [leşkerê] turka û kurda şêx Qasim pêkhatye".
Ser şêx Qasimda ji bîranînên rêwîtîya A.Lêyard melumetîyên hewaskar gihîştine me. Ji wî em pêdihesin, ku şêx li gundê Goya jîye, li ser rîya di navbera Bitlîsê û Cizîrê û dewra wî li karê tûjkirina dijminatîyê û neyartîyê himberî êl-eşîrên ku di bin bandûra Mîrza-axada bûn, mezin bûye. Ser şkestina wîye bêrûmet Lêyard dinivîse: "Gundê kurdayî mezin Goya ser rîya me bû. Ew gundê şêx Qasim bû, yekî ji wan fanatîkên olperestîyê, ku bibûn bela serê Kurdistanê.
Şêx Qasim bi dijminatîya xwe himberî êzdîya navdeng bû. Ewî li ser erdê êzdîya karê kavilkirinê dabû ber xwe û hemûya kî ku diket ber destê wî dikuşt. Hêrîşa wîye dawîyê ser neket. Ew paşda vekişya û gelek mirîdên xwe unda kir."13
Himberî hêza turka û kurdên musulman ku ji 30.000 kesa pêk hatibû, hêza nîştewanên êzdî, ermenî û aşûrî ji 10.000 kesa disekine.
Di vî şerîda Mîrza-axa serokleşkerê êzdîya bû, lê yê ermenîya - Têr Poxos bû. Di şerê jîyan û mirinêda dijî hêza, ku sê cara ser wanara zêdetir bû, ewana nek tenê berxwedan, lê hela ser ketin.
Li ser vê têkoşîna pehlewanîyê, li ser mêrxasîya Têr Poxos [KeşîşPolo - C.C.] di nivîsara yekî, ku li vî şerî amade bûye, di çavkanîkî ermenîyada em dixunin: "Û gava hemû ecêb man, tirsyan û dudilî bûn, nizanbûn çi bikin, bi hîvî berê xwe dan keşîşê ermenîya Têr Poxos. Ewî bi zanîna xwe, axaftina xwe û hebûna xwe di qezayêda bi navûdeng bû, şêwirdar, piştovan û hizkirî bû ji alîyê Mîrzik, ermenîyê ku bi zimanê kurdî diaxaftin û êzdî, gişka jêra digotin Kêşê Polê. Gava hemû çavtirsyayî bûn, eva çû pêşîya xelqê axaft û ji wanara şirovekir, wekî ev şer taybetîye, ne weke şerê mayîne, ku ne ji bona nav û fermandarîyê, yan jî ji bona tolehildanêye, lê ji bona wêye, ku xelq bindest kin, ol-parastina wana ji holê rakin. Heger em ji ber şer birevin jî emê bên kuştin û heger em ber bisekinin, berxwe bidin, emê bêne kuştin, lê emê bikujin jî û navê mêrxasîyê qazanc bikin. Destxweda werin deşta şêr, jin û zarê me wê me ruhdar kin û wê ji bona jîyanê, serketinê, yan jî ji bona şerkirinê û mirinê mînakên bêxofîyê nîşanî me bidin."14
Leşkerê Têr Poxos ermenî bûn û şerkarên wî hîmlî peya bûn, bi tiving, şûr û balta [aspar], lê leşkerên Mîrza-axa sîyarî bûn bi rima.
Pey vî şerî heman çavkanîya ermenî dinivîse: "Fermandarîya Mîrzik mezin bû, navê Têr Poxos hêjayî pesnê bû. Navdengê wî heta mirinê saw û xofê di nava Medada bela dikir."15
Kela şabûna serketinê hê sar nebibû, gava sala 1928-a di navbera rûsa û turkada şer destpê bû. Şer gûmaneke nû anî nîştivanên bin fermandarîya Mîrza-axara.
Hîvîya rizgarbûnê hên rêal bû, piştî ku artêşa rûsa li payîza sala 1828-a li padşatîya Bazîdê, binya Patnosê, di deşta şêrda hêzên turka şkênand. Gumrehbûyî ji vê xeberê, Mîrza-axa du nuênerên xwe şande cem gênêral Paskêvîç û piştgirîya xwe ji rûsara beyan kir. Lê belê, herdu nuêner jî rêva ketin destê turka û şehîd bûn.
Gava Mîrza-axa vê yekê dibihê, merivekî dinê bi navê Kîrakos Arakêlov dişîne nava leşkerên rûsa, ji bona rastî serokleşkerê wana bê. Namabir li destpêka yanwarê sala 1829-a dighîje Erzirûmê û ji ber ku Paskêvîç ne di cîyê xweda bû, rastî serleşkerekî wî, gênêral Pankratyêv tê.
Ji mira lev hatye li Arxîva Lênîngradê ya dîrokê rapora gênêral Pankratêv (ya 12-ê yanvarê sala 1829-a) ji gênêral Paskêvîçra, li ser rastpêhatina wî tevî nuênerê Mîrza-axa, peyda bikim. Pankratyêv di vê raporêda dinivîse: " Li van roja nîştivanê kela Rodovanê ermenî Grêkos hate cem min. Rodovan başûrî Sêrtêye, rîya nîv rojî dûrî Hazoye, nêzîkî çema Diclê. Ewî ji minra nama mîrê Rodovanê êzdî Mîrza-axa û keşîşHovhannês anîbû. Nama rêva li Bitlîsê turka ji destê wî girtibûn. Ev Girêkos ji minra got: Mîrza-axa, usa jî êzdî û ermenî gişka pir şabûne ji ber wê, ku hêzên rûsa Paşatîya Bazîdê girtine destê xwe û divêjin, gava hêzên rûsa meşa xwe berdewam bikin, pêşda herin, ewana wê bi çelekîya
mezinva xizmeta xwe ji mera bikin. Di bin destê Mîrza-axada ji du hezarî zêdetir malên êzdîya û awqas jî malên ermenîya hene. Ewî dikare sê hezar peya û hevsid sîyara li deşta şêr derxe. Serwêrê bajarê Sêrtê Taxî-axaye û ew di bin bandûra Mîrze-axayê Rodovanêdaye. Du sala berê fermandarên turka paşayê Dîyarbekirê guhastin û ji wê rojê şûnda hemû mîrnêşînên herêma Dîyarbekirê fermandarîya tu kesî li ser xwe nas nakin".1


Gênêral Î. F. Paskêviç-Êrîvanskîy

Gênêral-mayor Pankratyêv namekê ji Mîrza-axara bi zimanê rûsî dinivîse û bi destê Kîrakos jêra dişîne. Name bê qezya dighîja destê xwayî. Ji ber ku tu kes ji dorbera Mîrza-axa rûsî nizanbû, name dimîne bê xwendin. Lê belê, Kîrakos Arakêlov xeber dighîne şêx li ser dilovanîya gênêral û li ser dilgermîya serokatîya serokleşkerên rûsa himberî hemû pêşnîyarên şêx.
Mîrza-axa dixwast serhildan destxweda destpêbikra û gavên xwe tevî meşa rûsaye leşkerîyê girê bida. Xebera ku Kîrakos Arakêlov anîbû, têra şêx nedikir û wî dicedand nuênerên nû bişîne cem Paskêvîç.
Nama xwe ya sisya Mîrza-axa bi destê du ermenîyên amin dişîne: yek her ew Kîrakos Arakêlov bû, yê dinê jî dersdarê bajarê Rindwanê ermenî Pêtros Xazarov bû.
Name li meha gulanê sala 1830 hatye nivîsandin, yanî li wê demê, gava şer li navbera rûsa û turka îdî zûva sekinîbû û li 14-ê meha sêntyabirê sala 1829 peymana aştyê li Adryanapolîsê hatibû girêdan.
Nuêner bê qezya dighîjin Erzirûmê û li vira jî derheqa dawîhatina şêr pê dihesin. Lê ji bona ku nama Mîrza-axa bighînin xwayî - Gênêral Paskêvîç, ewana rêdikevin diçin Tilbîsê.
Paskêvîç li wê demê li Pêtêrbûrgê bû. Heta Paskêvîç vedigere Kîrakos Arakêlov û Petros Xazarov li Tilbîsê dimînin. Şik tê tune ku ewana di wê navberêda peywendîya xwe tevî ermenîyên ji çîna ruhanîyê û rewşenbîrara girêdidin.
Zûtirekê Kîrakos Arakêlov ji nexwaşîya xolorê dimire, lê Pêtros Xazarov heta meha dêkabirê dimîne li Tilbîsê, bi hîvya vegera Paskêvîç.
Pey vegera Paskêvîçra Pêtros Xazarov 17 dêkabirê sala 1830 lavanamekê jêra - cîgirê sarra li Kavkasê, dinivîse û têda mena hatina xwe şirovedike û pêra jî nama Mîrza-axa, ku bi zimanê ermenî hatibû nivîsandin, dighîne destê wî. Lavanama Pêtros Xazarov bi zimanê rûsî hatye nivîsar. Xuyaye name bi alîkirina merivên ji dîwana cîgir yan jî bi destê ermenîyên Tilbîsê yên rewşenbîr hatye nivîsandin. Têda Xazarov bi kurtî wan pirsa rêz dike, yên bingeha navaroka nama Mîrza-axa bûn û jê lava dike bersivê bide.
Nama Mîrza-axa wek me got bi zimanê ermenî hatibû nivîsandin, ji herdu serya jî: ji jorva û ji jêrva mora Mîrza-axa li ser bû.
Jêrê em vê namê raber dikin bi giştî:
"Ji alîyê hêsîrê Xwedê Mîrza-axayê Rintwanê, gelek silav û kilavên dostîyê ji mêrxas û leşkerê Îsayî bê qisûr, hêja Paskêvîçê altindarra, (daxaza mine nama min) bighîje destê wî di dema şadîyê û bextewarîyê.
Piştî wê ku min şadetîya rêz û evîna xwe ji tera beyan kir, Paskêvîçê nenas û ji dûrva hizkirî, bira ji tera belû be, ku tu serbilindî û piştovanê minî, ez êzdîme û miletê min biçûke. Bin destê minda 1500 sîyar û 5000 leşkerê peya hene. Raste gelê min hindike, lê bizanbe rastîyê, gava min bihîst derheqa hatina te li Patnosê, min namek bi destê nuênerê xwe tara şand, lê heta naka ne namek, ne jî xeberek ji te negihîştye destê min. Sala ku leşkerê te hatine Patnosê, ez, welatê min û hemû xelqê êzdî û xaçparêz bi tevayî ser hatina te gelekî şa bûn. Îjar cara sisyane ez name bi destê nuênerê xwe dişînim tera. Nuênerên pêşyê negihîştine te, xuyaye turk wana rêda kuştine. Ez nizanim çi hatye serê wana. Cara duda gava min bihîst derheqa kuştina wana, careke dinê min vî merivî bi navê Kîrakos (cara paşin jî dîsa ew bû) şande cem te. Ewî çû Bazîdê cem gênêral û ji wêderê tevî leşkera hate Qersê, ji wêderê jî tevî hêzên te hate Erzirûmê û li wêderê bi alî kirina Xwedê hûn gihîştine hevdu û we bajar kire bin destê xwe. Nuênerê min ne ziman zanibû, ne jî nasê wî li bajêrda hebû, wekî gotinê min bigîhanda te. Li nava leşkerê teda gêneralekî mezin hebû. Ew li nava gênêrala ji gişka çêtirîn bû. Nuênerê min diçe cem wî gênêralî û gotinên min jêra divêje. Ew ber gotinên min namekê dide destê nuêner û ew tê. Gava ew hat, min nama girt, vekir. Mora te li ser wê bû. Ez gelek şa bûm. Min gazî keşîşa kir bixûnin, wana nikarbû bixanda. Min tu xêr ji namê nestand. Îjar cara sisya û cara paşin ez du kesên xaçparêz, yekî bi navê Kîrakos û ye dinê bi navê Pêtros dişînim bal te. Tu şikrîn û serbilindaya min, dixwazim bizanibî, raste ez bi gelê xweva hindikim, lê li ber çavê osmanîya gelekî mezin têm xuyakirin û bi seya Xwedê sed sîyarên min dikarin ser sêsid sîyarên osmanîya. Ji ber vê jî osmanî min dijminê xwe dibînin. Heger ev raste, divê tu bizanibî nêta dilê min, ji ber ku tu padşê minî mezinî, ez xulamê teme. Emê hezar carî şikirya xwe bidin [Xwedê], gava dengê hatina te li Baxêşê, ku bi xwe Bitlîse, bighîje ber guhê me, yan jî nuênerê min vegerin û bêjin, wekî hat. Wê demê tu binêre ser xulamê xwe, tu rûsê mezin, ez jî wek gênêralek, serîkî min heye, ezê serê xwe qurbana te kim û temamîya gelê min jî mîna min.
Her sax bin û rehma Xwedê li ser we be. Amîn.
Careke din ez ji te lava dikim, bona xatirê hizkirina te ber bi min, tevî nuênerê min dermanekî bona çavê kurê min bişînî.
Name 22-ê meha gulanê sala 1830 hatye nivîsandin."17

Şêx Mîrza nama xwe ji Pêtros Xazarovra bi zimanê kurdî gotye û ewî jî bi zimanê ermenî nivîsîye. Em wa difikirin, ji ber ku destxeta namê û mor-destxeta Pêtros Xazarov di binya lavanivîsa wî ya bi zimanê rûsîda mîna hevin.
Paskêvîç bi dostanî nama Mîrza-axa qebûldike û bê eglekirin, di nava mehekêda daxwaza wî: dermanê çava ji bona kurê wî, bi pêşkêşên bahava, bi destê nuêner jêra dişîne.18
Ji bona ku Pêtros Xazarov bikaribe bê astengî erdê Kavkasêva derbaz be, li Tilbîsê nasnamekê didine wî. Têda nivîsî bû: "Dîwana dîplomatîya berêz gênêral fêldmarşal, koms Paskêvîçê Yêrêvanî şadetîyê dide, wekî xwayê vê nivîsarê dersdarê Rindwanê Pêtros Xazarov ji cem Berêzîya Wî [Paskêvîç] bi pêşkêşava: ya ku ji xelatê û dermanê çava pêk tê, vedigere bal êzdî Mîrza-axa.
30-ê yanvarê sala 1831."19

Ber destê meda tu melumetî yan îzbatî tune ser wê, gelo Paskêvîç ji Mîrza-axara bersiv bi nivîsar şandye yan na? Em dikarin texmîn kin, wekî ji ber peywendîya sîyasîye nû, ku li wê demê li navbera Turkyayê û Rûsyayê pêk hatibû: peymana aştîyê hatibû girêdan, Paskêvîç nexwastye delîlek, dokûmêntekî nivîsar ji Mîrza-axara bişîne, da ku ew nekeve destê fermandarên turka.
Bi gilîkî, hîvîya Mîrza-axa û nîştivanên Sêrtêye kurdê êzdî, aşûrî û ermenî ser rizgarbûnê bi cî nehat. Piştî şkestina giran di şerê rûs-turkada, fermandarîya turka ji bona bihêzkirina bandûra xwe li ser herêmên rojhilata împêratorîyê, li salên 1833-1834 bi serokatîya Reşîd-paşa, paşê jî bi serokatîya Hafiz-paşa hêrîşekî leşkeryê ya xurt bir ser Kurdistanê û di wê pêvajoyêda bi destê agir û alavê, şûr û qetlê karîn emîret, êl-eşîrên serbixwe û nîvserbixwe yên kurda û ermenîya bişkênin, bikin bin bandûra xwe.20
Gorî nivîsara kesên dema van bûyara, hêzên Reşîd-paşaye leşkerîyê ji 40.000 kesa pêk hatibû. Pêvajoya pêşin ya bindestkirina Kurdistanê ji sala 1833 heta payîza sala 1836 domand. Lêyerd dinivîse "...dema, ku Reşîd-paşayê navûdeng bakûrî Kurdistanê kire bin destê xwe û livya berb başûr, Mîrza-axa ji hatina leşkerê sultan tirsya û qayîl bû qaymeqamê turka di qesra xweda qebûl bike."21
Ser bingeha deng û besên ku dûrva gihîştibûn Kavkasê, X.Abovyan dinivîse: "Ancax li sala 1836-a Reşîd-paşara lev tê wana [Mîrza-axa - C.C.], usa jî gelek eşîrên kurda bîne bin fermandarîya turka".22
Fermandarên turka haşji mêla Mîrza-axa berbi rûsa hebûn. Divek zanibûn jî li ser peywendîya, ku li navbera wanada hebûye. Pêra jî, hilbet ji bîra nekiribûn şikestina xwe li şerê nêzîkî Rindwanê, ku ji wanara bibû rûreşî û biryar digrin heyfa xwe ji mîrê êzdîya derxin.
Qaymeqamê Rindwanê turk Emîn-paşa, gava bi mêvandarî tê mala Mîrza-axa, hemû edetên mêvandarîya rojhilatê pêpes dike û jina wîye bedew direvîne. Ji tirsa ku heyfê wê jê hilînin, Emîn-paşa bajarê lê rudinişt dihêle û direve Dîyarbekirê, xwe davêje ber stara Reşîd-paşa.
Mîrza-axa fena li wana dike, Reşîd-paşa dide bawarkirin, ku Emîn-paşa nek jina wî revandye, lê carîke mala wî revandye, ji ber vê jî, ew dikare bêtirs vegere hêwirgeha xwe.
Emîn-paşa jî ser bawarîdayîna Mîrza-axa tê xapandin, bi xizmetkarên xwe vedigere Rindwanê û dikeve defikê: bi destê Mîrza-axa tê kuştin.
Gava Reşîd-paşa dibhê kuştina Emîn-paşa bi leşkerê giran diçe ser Rindwanê. Lê ji ber bûyarên hên mezin, girêdayî bi armanca, ku mîrê Rêwandûzê Mîr Mehemmed bike bindest, hêrîşa xwe li ser Mîrza-axa demekê paş dêxe.
Li payîza sala 1836-a, piştî ku Reşîd-paşa berxudana mîrê Sorana Mîr Mehemmed dişkêne, li ser rîya vegera xwe li Dîyarbekirê, biryar digre heyfa xwe ji Mîrza-axa veke. Lê dema ku Mîrza-axa bê şert û şirûta bandûra fermandarîya turka li ser xwe nas dike, rîya kuştina mezin [ber Reşîd-paşa] tê birîn. Ji ber ku navê Mîrza-axa ser nîştivanên vê herêmê mezin bû, Reşîd-paşa jî ji hindava xweda fermandarîya wîye silsiletî li ser êl-eşîrên, ku di bin qolê wîda bûn nas dike. Lê zûtirekê, piştî çend meha, Reşîd-paşa li meha yanvarê sala 1837-a li Dîyarbekirê ji xolorê dimire. Di heytehola çalkirina paşada û li pîrozkirina cîgirê wî, welîyê Dîyarbekirêyî nû, nava rêza mêvanên navgiran, navê Mîrza-axa jî tê dinivîse. Welîyê nû xwast ev vexwandin ji bona armanca bi mixenetî kuştina Mîrza-axa bi kar bîne. Mîrza-axa dema bi mêvandarî çûbû Dîyarbekirê ji bona pîrozkirina hatina welîyê nû, li birca welîda bi mixenetî hat kuştin.
Jina şêx, yak pey kuştina Emîn-paşa biribûn Dîyarbekirê, sera Reşîd-paşa, gava besa kuştina mêrê xweyî hizkirî dibhê, xwe dikuje. Sîyarên şêxe çekdar, ku pêra çûbûn, bi şerê mêrane, cinyazê mîrê xwe ji lepê dijmin derdixin, tînin dighînin Rindwanê û li roavayî bajêr, ber kenerê çêm, li ser bilindayîkê, bi qedrekî mezin tesmîlî erdê dikin.
Pey kuştina Mîrza-axa, ji ber ku zaroê wî hê biçûk bûn, serwêrîya êla giran xizmê wî Nazîr dike. Nazîr nikarbû ber fermandarê turka berxwe bide, kela şêx dihêle dertê û dûa roja xwe di tenêbûnêda berdewam dike.23
Gava turk kela Mîrza-axa, ku di dema xweda gelekî asê bû, bê xwayî, berdayî dibînin, hêrîşdibin ser û wêran dikin, dikin kelefe. Pey van bûyara dawîya nîvserbixweya mîrtîya Sêrtê tê.
Fermandarên turka û çeteyên ji xelqê herêmên dorûberê dijî nîştivanên Sêrtê dest bi zordarîyê hergavî dikin. Qismekî ji êl-eşîrên kurdên êzdî, ji ber zulm turka mecbûr dibin xwalîya kal û bava bihêlin û rîya koçberîyê bidin ber xwe. Payê pirê ji koçbera xwe li rîya bakûrê digre û tê li ser erdê Ermenistanê, ku li bin qola Rûsyayê bû, dihêwire.
Rojnama "Kavkas"-ê ku bi zimanê rûsî li Tilbîsê çap dibû, li sala 1848-a miqalekî taybetî dîyarî êzdîya dike û bi dilovanî, xêrxwazî dinivîse: "Împêratorîya Osmanîyêra lev hat serbixwaya van eşîra, bi taybetî ya kurda û êzdîya birûxîne. Qismekî wana tuneya wana hat, bela bûn çûn, lê qisma dinê serê xwe ber fermandarîya turka danî. Çaranûsa vana hên xirab bû, ji ber ku mecbûr bûn dest ji ola xwe bikşînin: "...gelek şerkar mirinê qebûl kirin, hatine kuştin li ser rîya ola kal-bavê xwe, yê mayîn mecbûr îslamî qebûl kirin û ber wê azadî standin. Her tenê ji hinaka ji wana lev hat birevin berbi Îranê, erdê ku rohilat bakûrê Turkyayêye û Ermenistana Rûsyayê. Vira ewana bi saya qanûnên Rûsyayê yên dua [Xwdê] li ser, di bin agahdarîya dilovan ola xwe azad diparêzin.".24

* * *
Nîgara Mîrza-axa, hevkarên wî, her usa jî dîroka mêrxasîyê ya kurdên êzdî, ermenîya û aşûrîya li wê demê li herêma Sêrtê, şopeke mezin hîştine di bîrawarîya gelda. Ser mêrxasên nemir stran hatine hûnandin, serhatîya wana devbidev ji silsilara gilî kirine û îro di xezna zargotina kurda, ermenîya û aşûrîyaye dewlemendda, wek cewahirên ronak em rastî gelek stran û serhatîya tên, yên ku nimûneyên geşin li ser şerên egîta, heykelin ser rojên buhurî, ji bona bîranîna mêrxasîya mêrên xwas.
Çend sala şûnda pey van bûyara, gava X.Abovyan li gel yekî ku ji Sêrtê hatibû Kavkasê diaxive, jê dibihê ku li ser şerê Mîrza-axa û hevkarê wî keşîşPoxose mêrane, li nava gelda distrên. Ronakdarê ermenîyayî mezin ev stran nivîsîye û bi wergerandin di paşkoka wûtara xweyî "Êzdîya"-da çap kirye.25 Çend sala şûnda, li sala 1852 zargotinzan Poxos Tovmasyan li Mûşê li dêra Sûrb Arakêlos ji rûspîkî kal keşîş Sîmon, ku ji Sasûnê ji gundê Kacaransê hatibû, serhatîke ermenîya ya gelêrî li ser têkoşîna dijî turka li bin serokatîya Keşîş Polo (Keşîş Poxos) û Êzdî Mîrzik dinivîse. Paşwextîyê ev serhatî folklorzanê ermenîyayî navbang G. Srvanstyans li berevoka xwe ya "Hinos û Noros"da çap dike.26 Li sala 1869 li Şamê rohilatnasên alman Êûgên Prîm û Albêrt Sosîn tev li gellek nimûneyên zargotina aşûrîya ji devê zarbêj Cano derheqa serpêhatîya Şêx Mîrzaye reşbextîyê serhatîk bin sernivîsa "Ozê û Emşê" dinivîse.27
Stran û serhatîyên ser êzdîyên mêrxas wek Mîrza-axa, Şêx Mîrzo, Miçoyê şêx-Îsa û yên mayîn li nava kurdên êzdî, zêde-zêde nava mihacirên ku koçberî hatibûn Ermenistanê, hertim hatine stran û besa wana kirine.28 Evana şedetîyên bi dengin ji diroka mêrxasyê ya buhurî.
Lêkolîna çavkanîyên zargotinê û berhevkirina wana, bêşik, wê alî me bikin ku em rupelekî giring û hêja ji peywendîya ermenîya û kurdaye dîrokî û çandî safî bikin.

Nivîsarnasî:

1 Wûtar bi zimanê ermenî çap bûye li kovara Welat û gelên Rohilata Nêzîk û Navîn. Cilda 13, Kurdnasî, Yêrêvan, 1985, r. 93 - 108; Bi zimanê kurdî çap bûye li rojnama Hêvî. 1999, Nr.Nr. 120,121.
2 SGIA GSSR, f.11, d.66
3 Akti, sobrannîyê Kavkasskoy arxêografîçêskoy komîsîyêy. Cild VII, r. 957
4 Avêryanov P.Î., Kûrdî vi voynax Rossîî si Pêrsîyêy î Tûrsîyêy vi têçênîyê XIX stolêtîya. Tîflîs, 1900, r. 10-12.
5 Derheqa stranên ku li ser Şêx Mîrza hatine sêwirandin, wûtarekî taybetî hatye çap kirin. (Binihêre Celîlê Celîl, Stranê kurdên-êzdî yên mêranîyê li ser bûyarên koçberîya pêşîyên wana li Rûsyayê li salên 30-î sedsalîya XIX. Berevoka "Îranskaya fîlologîya", Lênîngrad,1964, r.130-143).
6 Cuinet Vital, La Turquie dAsie: Géographie, administrative, statist. Descriptive et raisonnée de chaque province de lAsie Mineure. Parîs, 1891, t.2, p.606.
7 Her li wêderê, r.607
8 Layard A.H., Discoveries in the ruins of Nineveh and Babilon, with travels in Armenia, Kurdistan and the desert: Being the result of a second expedition undertaken for the trustees of the Brit. Museum. London, 1853, Vol. 1, p. 45.
9 Her li wêderê.
10 Srvantzyanz G.V., Hinots yêv norots, Kostantînopolîs, 1874, r. 171-172.
11 Abovyan X., Yêrkêrî lîakatar joxovasû. Yêrêvan, 1958, vol. 8, r. 267.
12 Her li wêderê, r. 260.
13 Layard A.H., Discoveries in the ruins..., p. 38.
14 Srvantzyanz G.V., Hinots yêv norots, r. 174 - 175.
15 Her li wêderê, r. 184.
16 SGÎAL, f. 1018, op. 3, d. 104, r. 1 - 1ob.
17 SGIA GSSR, f. 11, d. 66, r. 2.
18 Di bin lavanivîsa Pêtros Xazarovda bi destê merivekî din hatye nivîsîn: "Qumaş, parçe û bîstûpênc çêrvonêts dirav ew xelata Pêtros Xazarove, herweha dîsa dermanê çava. 28-ê yanvarê 1831." SGIA GSSR, f. 11, d. 66, r. 5.
19 SGÎA GSSR, f. 11, d. 66, r. 5.
20 Ser vê pirsê hûrgilî binihêre pirtûka Celîlê Celîl, Kurdî Osmanskoy Împêrîî vi pêrvoy polovînê XIX v., Moskva, 1973.
21 Layard A.H., Discoveries in the ruins..., p. 45
22 Abovyan X., Yêrkêrî lîakatar joxovatsû, vol. 8, r. 260
23 Layard A.H., Discoveries in the ruins..., p. 45.
24 "Kavkas", 1848, Nr. 8, 21 fêvral, r. 31. Şarazayê jîyana X.Abovyan Dr. P.Hakobyan bi lêkolîna navaroka wûtarê xisûsyeta ziman û stîla nivîsarê îzbat dike, ku ew bi destê X.Abovyan hatye nivîsar. Ji ber wê jî ev wûtar eslê wî bi zimanê rûsî û bi wergera li ser zimanê ermanî li berewoka nivîsarên X.Abovyanda, li cilda heyşta cîwar kirine. Sîtat me ji wergera ser zimanê ermenî ji cilda VIII wergirtye. (Binihêre Abovyan X., Yêrkêrî lîakatar joxovatsû, h. 8, r. 405 - 406).
25 Abovyan X., Yêrkêrî lîakatar joxovatsû, vol. 8, r. 281 - 282.
26 Srvantzyanz G.V., Hinos yêv noros, r. 166 - 184.
27 Eugen Prym, Albert Socin, Kurdische Sammlungen. Erste Abteilung. Arzählungen und Lieder im Dialekte des Tur Abdin, SPb, 1887, s. 57 - 61; Ot Axîkara do Cano, M.-L., 1960, r. 361 - 366.
28 Evan strana û serhatî cara pêşin ji devê kurdên êzdî yên Komarên Ermenistanê û Gurcistanê hatine nivîsîn. Şaxên pêşin ku li berevokada çap bûne, evin: Ordîxanê Celîl, Stranê cimeta kurdaye tarîqîyê, Yêrêvan, 1975, r. 41 - 51; Zargotina kurda, Moskva, 1978, vol. 2, r. 256 - 259.

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 54 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization