Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Dewrêşê Evdî: Şaxa 3 PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Wey delal, wey delal, wey delal, wey delal
Ber dilê evdalî xwedê de, tiyo netişteko
Ber dilê min evdala xwedê de, hinarî desta
Bêlacûkê, xurê kalan û pîran bêheb û bêdendiko
Di devê, mesînê qawê ser darî darçinîya dikelijî
Ezê çûme alê dîwanê, dîwane tijî
Ezê çûme alê malê, male tijî
Ezê çûme alê odexanê,şêst û pênc pelewan têde rûniştî
Wexta min ça û qawe digerandî,
xema min mehrûma xwedê nîbû
Wexta ezê diçûme tûşa Dewrêşê Evdî, lewandê şevê, lawkê êzdî
Nizam kerbiyana bû, şerma bû, yan ji tirsan bû,
çavê min reşeve dihatin, tilîpêçîyê min,
dihijyan, çokê min dilerizîn, minê niquteka qawê, rijandibû ser eba dewrêşê Evdî.
Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal
Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re, nabêjim tu delalî

Divê navê kapêk pol pere cem min tine bû
Minê destê xwe bire nava sîng û berê xwe,
zêrekî diha dîtibû xercê şeherê bavê minî hevt sala bû
Minê hildabû, ez çûme dikanê van etara
Minê go, dikançîyo, ha, dikançîyo, minê niqutka qawê rijandî ye ser eba Dewrêşê Evdî
Minê hildabû hevt qalib sabûne, teşt û sîtile,
ezê çûme ber çemê payê vê mîrayê
Çemê payê mîrayê, ava çil û çar kanîya bû.
Ava çil û çar kanîya min şikîya bû
Tilî pêçîyê min maşîya bû
Hevt qalib sabûna min helîya bû
Teşt î sîtilê min qul bibû,
Hela hê niqutka qawê ser eba dewrêşê Evdî neçû bû.
Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal
Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re,
navê mêra nayînime ser xwe.

Divê, beharê, heyamê êlê derketinê
Malê me kevin bûne kêç ketinê
Hevt kurapê minê ber girtinê
Kale bavê mine li ber mirinê
Pîredayîka mine li ber şûştinê
Herçî çavê min çavê dewrêşê Evdî dikeve,
minê tirê, gişte xweşe rû akara dinê.
Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal
Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re, nabêjim tu delalî

Mîr go:"Gelî qewaza, rabin pêya
Herin bêjin Dewrêşê Evdî bê, mîr te dixwaze ji dîwanê ye".

Cotê qewaza rabûn pêye
Çûn go:"Dewrêşê Evdî, mîr te dixwaze ji dîwanê ye!"
Dewrêş hat go:"Mîr, te çi divê ye?"
Mîr go:"dewrêşo, dilê min dibê ye
Wexta li xamê jêrin dibe qîrîna kurê,
kurmanca, norîna meneqîya, şingîna kose misirîya,
wexta xûn devê zenguyê meneqî yane, gelo wî çaxî,
mêr beramberî çend mêraye?"
Dewrêş go:"Mîr, dilê min dibê ye
Wexta xamê jêrin divê qîrînîya kurê
kurmanca, norîna meneqîya, şingîna kose misirîya,
wexta xûn devê zenguyê menegîya, ancax,
mêr beramberî mêr dertê ye".
Mîr got:" Gelî qewaza rabin pêye!
Destê dewrêşê Evdî lêxin lelêye!
Stuyê wî lêxin kelemçêye!
Lingê wî lêxin Qeydê ye!
Milê Dewrêşê Evdî bigrin, bavêjin kela zîndanê ye!".
Wey delal,ezê pey Dewrêşê Evdî,
lawkê êzdî re, kesekî re nabêjim tu delalî

Dewrêş go:"Mîr, ezê wî kim Îlahîye
Ezê gava rabim pêye,
ezê te temam kim sêsid û şêst û şeşmêrê di rimêye".
Mîr go:"Dewrêşo, dilê min dibêye kivava kara karxezlê ye".
Dewrêş go:"Mîr, dilê min dibê ye
Dilê te ne kivava kara karxezlê ye
Tu dixwazî min bi şînî pêşîya,
hezar û hevsid mêrê eskerê Emerê Ûnise, min hatî xezê ye".
Wey delal,ezê pey Dewrêşê Evdî,
lawkê êzdî re, kesekî re nabêjim tu delalî


-Ordîxanê Celîl /Pirtûka zargotna Kurdan ya tarîxî

< Prev
 
 
 
Who's Online
We have 49 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization