Çavkaniyên Macaran li ser Êzdiyên Kurdistanê û Qavqasê
Saturday, 02 April 2005
Dr. Zorabê Bûdî Aloian
Pêşgotin:
Dîroka gelê Kurd û Êzdiyên Kurdistanê ne tenê di naveroka Rojhilata Navîn de dikare bê mêzekirin. Ewropa jî herdem nêzîkî çanda me bû. Ji bo nimûne, wêneya Dewleta Bîzantî di nav Kurdên Êzdî û Misilman de wusa girîng e, ku heta roja îro jî Tirkiye çawa "Roma Reş" tê nasîn: yanê dewleteke bêxêr û bêbext ya cihê Bîzantiya kevn girtiye. Wusa jî, nivîsên Macaran li ser Kurdan bi giştî û Êzdiyan bi taybetî dibine selmandineke nû ji bo pêwendiyên dûr û dirêj di navbera me û gelên Ewropî de. Êdî 1100 sale, ku gelê Macar li Ewropayê dijî. Di sedsaliya 9an de, eşîrên Macaran ji herêmên Asiyayê koç dikin û bi rêya Rûsiya, Qavqasê û Ukrayna îro têne Ewropayê. Di sala 1001an de, padişahê Macaran dînê Xaçparêziyê dipejirîne û bi destûra Papayê (serokê dêra Katolîk), Macaristan dibe desthilateke berfireh, ya çend welatên Ewropî hembêz dike. Hêza Macaristanê bi destê Osmaniyan di salên 1526-1686an de hatibû şikestin. Bi dû Osmaniyan, Macaristan bi xwezayî dibe parçeyeke Împeratoriya Austuriya (1686-1918). Peymana Triyanonê, ya encama Cenga Cîhanê Yekem bû, dewleta Macaran biçûk dike. Îro Macaristan endamê NATO û berendamê Yekîtiya Ewropa ye. Bandora Macaran li ser Ewropayê belî ye - di warê mûsîk, xwerin, ramyar û sînemayê de. Herçend babeta Kurdan di nivîsên Ewropî de qenc-xirab tê nirxandinê, em bala xwe bidine daxuyaniyên li ser Êzdiyan.
Macaristan di Serdema Osmaniyan de
Li Macaristanê, destihilata Osmaniyê wek dagîrkirina Tirkan û rûpeleke reş û tarî tê dîtin. Piştî peykara nêzîkî bajêrê Mohács (Mohaç) ya sala 1526an, Dewleta Osmaniyê xaka Macaristanê bingehîn kire bin destê xwe, û ev rewş heta sala 1686an didomand. Em dizanin, ku dema Tirkên Osman nêzîkî Anatoliyaê dibûn, ew rastî eşîrên Kurdan dihatin. Berî dewleta Tirkên Osman cihê xwe di dîrokê de bigire, mîrnişîniyên Kurdan li ser bingeha ziman, rêvebirin û çanda neteweyî dimeşiyan. Siltanên Tirkan jî serwaxt bûbûn, ku cengên dijî Kurdan bi zehmet û çetin in. Lewma serokmalbatên Osmaniyan diyarî û nîşanên rêzgirtinê didane axa û begên Kurdan û wana ji xwe re dikirine dost. Lêbelê, ji ber sedemeke din jî bav û kalên me xwe bi sirûştî digîhandine Tirkan: bandora Sefewiyên Şiî ne bi dilê Kurdên Sunnî û Êzdî bû. Lewma ne behetî ye, çira Hakim Îdrîsê Bitlîsî karibû peymana sala 1514an di navbera Siltan Selîmê Yekem û 23 serokeşîrên Kurdan amade bike. Çawa baş tê zanîn, mîr û mîrnişîniyên Kurdan -wusa jî yên Kurdên Êzdî - xweseriyeke (autonomiyeke) berfireh qezenc kirin. Merca vê xweseriyê ew bû, ku Kurd alîkariya leşkerî û aborî bidana Dewleta Osmaniyan. Lê em vegerine sedsaliya 14an, dema leşkerên Osmaniyan hê bi dagîrkirina Balqanan ve mijûl dibin û hêdî-hêdî nêzîkî sînorên Macaristanê dibin. Di salên 1440-1442an de, peykarên cuda-cuda di navbera tîmên Osmaniyan û Macaran de jî çê dibin. Tê zanîn, ku di wan peykaran de, eşîra Germiyan û begê wan Osman jî beşdar bûn. Di sala 1442an de, eskerê Germiyan dide der û çavkaniyên Macaran êdî basa wan nakin. Hilbet, ev lihevketina yekemîn di navbera leşkerên Kurd û Macar de bû. Herweha balkêş e, ku Êzdiyên Germiyan gava pêşin avêtin. Lêkolînên bi zimanên Tirkî, Fransî û Înglîzî diselmînin, ku eşîra Germiyan ji Kurdên Êzdî û ji Tirkan nêzîkî sala 1275an hatibû avakirinê. Nêzîkî sala 1300an, mîrnişîniyeke wan li Kütahiya çê bû. Ji wan çaxan de jî, Tirk di nav Êzdiyan de helyia bûn û eşîra Germiyan, êdî wek cemawereke Kurdên Êzdî li Ewropayê çalakiyên leşkerî dikir. Paşwextiyê, parçeyeke civaka Germiyan li Rojava Anatoliyayê cihwar bû, parçeyek jî vegeriya Kurdistanê. Binemaliyên Germiyan yên li Tirkiyê man, zimanê xwe wunda kirin û delîveyek heye, ku civaka Texteciyên Tirkziman jî ji wan derketiye. Dibêjin, ku erf û edetên Texteciyan û Êzdiyan di warê rêzgirtina Tawûs, vexwarina mestê (îçkê) û hinde hêmanên din de digihîjine hev. Bi curekî mecazî em dikarin bibêjin, ku têkiliyên Kurdan û Macaran ji Êzdiyan dest pê dibin.
Çavkaniyên Sedsaliya 19an
Di sedsaliya 19an de, dema Macaristan li bin kontrola Împeratorîya Habsburgan ya Austuriya bû, dîsan carekî pirsa kevn bûbû babeta nirxandin û gengeşeyan: gelo koka Macaran çi ye û gelê Macar ji ku hatiye Ewropayê? Niha em dizanin, ku zimanê Macarî zimanekî Fînn-Ugor e, nêzîkî ziman û zaravên Fînlandiya, Estoniya û komarên Rûsiya yên autonom (wek Ûdmûrtiya, Komî, Hantî û Mansî) ye. Lê zaniyariya sedsaliya 19an hê vê pirsê zelal nekiribû. Wê çaxê ji bo gelên Ewropî bi giştî û ji bo Macaran bi taybetî dema hişiyarbûna neteweyî hatibû. Di naveroka vê pêvajoyê de têgehîştina kok, ziman, çand û zargotinê girîng dihate dîtin. Di salên 1848-1849an de, niştimanperwerên Macar ji bo rizgarkirina welatê xwe şoreşek dijî Austuriya pêk anîn. Encama vê bûyerê giranbuha bû: herçend şoreş nikaribû ser biketa, Qeyserê Viyennayê di sala 1867an de neçar ma, ku dewleta xwe bike du-parçe. Lewma jî navê Desthilata Habsburgan ya fermî heya sala 1918an " Împeratoriya Austuriya-Macaristanê" ye.
Ji ber ku teoriyên cuda-cuda dîrok û çanda Macaran şirove dikirin, Rojhilat jî bûbû babeteke balkêş . Nivîsên Macaran li ser Rojhilatê ronahiyeke biçûk diavêjine Êzdiyên Kurdistanê û Qavqasê jî. Mirov dikare çendik-çend mînakan biîne. Lêkolînerê berdar, Elek Fényes (Elek Fêniyeş) di sedsaliya 19an de pirtûkek li ser erdnîgariya Dewleta Osmaniyê çap kir; ewî bi firehî Kurdên Misilman û Êzdî jî anî zimên. Mixabin, Fényes bi xwe Êzdiyan nedîtibû û lewma nomancên (boxdanên) neyaran dubare dikir. Bi gotina wî, Êzdî "Dêwparêz, dijminên Xaçparêzan, xirabtirîn Kurd û hemû barbar in". Lê çawa tê zanîn, di sedsaliya 19an de, Êzdî ne dijî Xaçparêzan bûn: li vir xudanê pirtûkê bi dengekî biyanî ve dipeyve. Lêbelê, ne hemû nivîskar û rewşenbîrên Macaran bi neyênî (negatîv) basa Rojhilatê dikirin. Yek ji wan kesan, kê bi dilgermî Rojhilatê temaşe dikir Mór Jókai (Mor Yokayî), baştirîn nivîskarê romantîk, bû. Jókai (1825-1904) beşdarê şoreşa 1848-1849an bû û di pirtûkên xwe de xwezanîna Macaran ya dîrokî û hûmanîzmê geş dikir. Rojhilat ji bo Jókai kahniyeke avpaqij ji bo çanda mirovahiyê ye. Ji seda zêdetir roman û kurtenivîsên Jókai hene, lê em bala xwe bidine novella Agirê Yûnanî, bi taybetî parçeya yekem - Riyûmîn. Berî her tiştî, gerek e bê gotin, ku di Agirê Yûnanî de daxuyaniyên rastûdirûst û berxwederxistî tevlihev in. Bûyerên novellayê di sala 1836an de dest pê dibin, çaxê artêşa Qeyserê Rûs destê xwe diavêje erdê Çerkesan li Bakurê Qavqasê. Fermaneke raz dighîje efisêrekî (zabitekî) Rûs - navê wî Oleg Riyûmîn - ku di navbera Deriya Qaspî û Deriya Reş de welatekî tijî zêr heye û pêwîst e, ku Riyûmîn wî welatî vekolîne. Oleg Riyûmîn, bi xwe mirovekî cîhandîtî û perwerdekirî, lê bi armanca dagîrkeran, rê dikeve û dibe nasê gelên herêmê. Hinde ji wan gelan îro jî li Qavqasê hene, lê hinde encama xiyala Jókai ne: Çeçenî, Cîgetî, Sapsûhî û yên din. Yek ji wan gelan - Êzdî (di novellayê de, jezid) - bûbû xudanê dewreke girîng. Bêguman, li ser bingeha nivîsên Ewropî, Jókai Êzdiyan wek oleke balkêşmêze dikir: Riyûmîn jî dibhîse, ku erf û edetên Êzdiyan gelekî behetî ne. Di dawiyê de, keraseteke xwezayî welatê tijî zêr dikeve û Jókai wusa dinivîse: "Gundiyên Êzdî hê pê nehesiyan, çawa berfê cihê wan dagîr kir". Keçeke Qavqasî dibe dosta Riyûmîn û dibêjê da: "Ez vê herêmê baş dinasim. Li vê derê, bavê min gelek caran xwe ji Êzdiyên qaçax xelas dikir".
Ligor agahdariyên, yên Jókai li ser Êzdiyan kom kiribûn, Êzdiyên pirtûka wî jî cerdbaş in û kerwanên cîranan dişêlînin. Carekî mirovên Êzdî camêrekî ji gelê Xîray dikujin. Riyûmîn dilşad dibe û bi maneya heyfhilanînê gelê Xîray belapêşgerî Êzdiyan dike. Wek encama taktîka Riyûmîn, şereke dijwar di navbera herdu cemawerên cîran de der dikeve, û rêya zêran ji Êzdiyan tê standin. Mesaja Jókai ji me re zelal e: heyf û mixabin, ku gelên Rojhilatê li himber hevroşkariyên (provokasiyonên) metîngeran bêparêz in. Lewma jî zengîniya wan dibe belayê serê wan. Pêşîya Cenga Cîhanê ya Yekem dest pê be, li Macaristanê nivîsên deheqa Rojhilata Navîn dihatine wergerandinê wek pirtûkên Karl May, û xwendevanên Macar jî wusa Êzdiyan nas kirin. Lê bi taybetî em dikarin li ser Hugó Makas (Hugo Makaş) rawestin. Hugó Makas, di dawiya sedsaliya 19an û destpêka sedsaliya 20an de, di naveroka projekta Akadêmiya Rûsiyayê têkstên Kurdî - û di nav wan de têkstên Êzdiyan jî - tomar kiribû û pêşkêşî zaniyariyê kiribû.
Nivîsên li ser Êzdiyan di Sedsaliya 20an de
Yek ji giringtirîn siyasetmedar û zanayên Macaran di sedsaliya 20an de Graf Pál Teleki (Pal Telekî) bû. "Graf" navnîşaneke cindîtiyê e: binemaliya Teleki li Ewropayê ji ber koka xwe û karûbarên xwe bi navûdeng bû. Hêjayê gotinê ye, ku Pál Teleki roleke taybetî li Kurdistana Başûr jî lîstbû û ewî hizrên xwe li ser têkiliyên Êzdiyatiyê û Kurdewariyê ji me ra hîştiye. Teleki (1879-1941), li paytextê Macaristanê, Bûdapeştê, hatibû duniyayê û li wir bûbû serokê Akadêmiya Zaniyarî û siyasetmedarê navdar. Di navbera Cengên Cîhanê yên Yekem û Duwem de, Teleki karên zanistî û ramyarî bi hev re dikir, kovaran der dixist, bûbû wezîr, serokwezîr û nûnerê Macaristanê di civînên navneteweyî de. Dema Cenga Cîhanê ya Duwem dest pê bû, Teleki serokwezîrê Macaristanê bû, lê nexwest siyaseta rûreş bidomîne. Ji ber vê yekê, Teleki wek siyasetmedarekî xwedînamûs di sala 1941an de gule berda serê xwe û di nameya xwe dawî de wusa nivîsî: "Ji tirsan, me peymana xwe [tev Yugoslaviyayê] seqet kir". Lê em vegerine rola Teleki li Rojhilata Navîn. Çawa tê zanîn, di Peymana Sevres ya sala 1920an de, merceke autonomî ji bo Kurdistanê hebû. Lêbelê, Kurd bêparêz mabûn û neyarên wan li Lausanne, di sala 1923an de, mafên Kurdan yên neteweyî perçqandin. Wek encama wan bûyeran, hem Komara Tirkiyê, hem jî Brîtaniya Mezin - wek xudana mandata li ser Îraqa nûçêkirî - wîlayeta Mûsilê ji xwere dixwest. Gotûbêjên di navbera herdu dewletan de bêsemer (bêencam) bûn, û pêşeroja Wîlayeta Mûsilê bûbû babeta agahdariya Civata Neteweyan (League of Nations). Lewma di salên 1924-1925an de Civata Neteweyan, ji bo amadekirina pêşniyazan li ser herêma Mûsilê, komîsiyonekê dişîne Kurdistana Başûr. Endamên wê komîsiyonê sê kes bûn û yel ji wan Pál Teleki bû.
Wek erdnîgarzanekî navdar, Teleki zanayê sînoran bû û karê wî jî di komîsiyonê de pir girîng bû hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo hêzên, yên dixwestin bibûna xwediyê petrola Kurdistana Başûr. Di rapora komîsiyonê de, Teleki nêrînên zanistî û etnografî cihbicih dike: "Kurd ne Ereb, ne Tirk in, ne jî Faris in; lêbelê pêwendiyên wan bi Farisan re nêzîk in. Kurd bi zelalî ji Tirkan cuda ne, ji Ereban hê cudatir û dûrtir in". Dokûmenta fermî ya Civata Neteweya nas dike, ku Kurd netewayekî serbixwe ye û hêjayê dewleteke seraza ye. Di vê dokûmentê da wusa jî basa Êzdiyan tê kirin: "Eger argûmenta etnîkiyê bi xwe girîng bê dîtin, pêwîst e Dewleta Kurd ya serbest bê avakirinê, ji ber ku rêjeya Kurdan li wir [wîlayeta Mûsilê] 5 ji 8 e. Wek din, eger çareseriyeke wusa bê nirxandin, Êzdî jî, yên bi koka xwe mîna Kurdan in, û Tirk [Turkman], yên bi asanî di nav Kurdan de têne helandinê, gerek e wek Kurd bêne jimartin. Bi hev re, rêjeya wan dibe 7 ji 10 (% 70) ji nifûsa herêmê". Helbet, serboriya Kurdistana Başûr karîgariyeke mezin li ser hizrên Teleki hebû. Lewma paşwextiyê, di lêkolînên xwe de, Teleki li ser Êzdiyên Başûr jî radiweste. Li serdema sosiyalîzmê, Macaristan bûbû dostê Îraqê, Sûriyê û hemû hêzên "dijî Împeriyalîzmê". Pêştirî dostaniya îdeolojî, dewleta Macaristanê têkiliyên aborî û ramyarî bi Tirkîyê û Iranê ve xurt dikir. Ji ber vê yekê, nivîskarên wusa hebûn, yên, mînanî Katalin Czellár (Katalin Tsellar), bi tengetavî hebûna Kurdan û ola Êzdiyan dipejirandin û risteyên nepak li ser gelê me dinivîsîn.
Lê mirov gerek e rastiyê bêje: li dema sosiyalîzmê nivîskarên peyvgiran û babetî (objektîv) jî ne kêm bûn. Wusa endaziyarê geolojî Géza Szurovy (Gêza Sûrovî) di salên 1960î de li Zanîngeha Bexdayê ya Teknîkî fakûlteya petroldîtinê damezirandbû û li Kerkûkê karekî praktîk kiribû. Di pirtûka xwe de - "Herêm û mirovên Îraqê" - Szurovy bi dehan rûpelan pêşkêşî rewşa Kurdistana Başûr dike, dîmenên gundên Êzdiyan bi zindî dike û jiyana wan ya roj bi roj şirove dike. Wusa jî xudanê pirtûkê bîr û bûçûnên mêrekî Êzdî ji xwendevanan re dihêle, daku bihizrînin: "Gelek di cîhana me de diçerçirin, lê dilroniya rastî sêrek e. Sedem ew e, ku Dêw bi hêz e. Em jî pêwîst e hurmeta desthilata Dêw bigrin. Yan na, emê seranser bişkên û xerabî li duniyayê wê hê zêde bibe".
Paşgotin:
Çawa em dibînin, nivîsên Macaran derheqa Êzdiyên Kurdistanê û Qavqasê diselmînin, ku ola me gelek bala Ewropiyan dikişand. Ligor çavkaniyên Macaran, Êzdî bi Kurdan ve girêdayî ne, di şer de jîr in, lê wek hemû civakên Rojhilata Navîn bi asanî têne dilgermkirin û xapandinê. Herweha, car-caran di nivîsên Macaran de jî nomanc û xerabhizrên Ewropiyan li ser Kurdan bi giştî û Êzdiyan bi taybetî têne dubarekirin. Lê balkêş e, ku hem nivîskarên dilvekirî, hem jî xudanên nivîsên neobjektîv, basa taybetmendî, parastin û pîrozdîtinên Êzdiyan dikin. Wek din, Êzdî dibine qehremanên sereke di novella Mór Jókai de. Bêguman, ew destnîşanek ji bo rola civaka Êzdiya li Rojhilatê ye. Lêbelê, girîngitrîn encam ew e, ku çavkaniyên Macaran jî (wek nimûna eşîra Germiyan diselmîne) ronahiyeke hewas diavêjine dîroka Kurdên Êzdî.
Têbînî: Ev gotar parçeyeke lêkolîna min "Kurd û Macaristan" e, ya bi alîkariya Open Society Support Foundation (Prague, RSS Grant 486/1998) hatîye amadekirin.
Çavkaniyên li ser Êzdiyan: -Czellár, Katalin. Irak [Îraq]. Budapeşt, 1979. -Fényes, Elek. A tşrşk birodalom leirása [Li ser Împeratoriya Tirkan]. Peşt, 1854. -Generál, Tibor. Allah serege: az oszmán-tşrşk haderõ kialakulása és fénykora [Leşkerê Allah. -Damezrandin û serdema ronahiyê ya eskerê Tirkên Osman]. Budapeşt, 1987. -Jókai, Mór. Gşrşgtuz [Agirê Yûnanî]. Budapeşt, 1998. -League of Nations. Question of the Frontier between Turkey and Iraq. Geneva, 1925. -Makas, Hugo. Kurdische Studien. Heidelberg, 1900. -Makas, Hugo. Kurdische Texte im Kurmandji-Dialekte aus der Gegend von Mardin. Sankt Petersburg, 1897-1924. -Szurovy, Géza. Iraki tájak, iraki emberek [Herêm û mirovên Îraqê]. Budapeşt, 1973. -Teleki, Pál. "The Migrations of the Peoples". Fşldrajzi Kşzlemények, 1936, hejmarên 9-10. -Teleki, Pál û Andrew Rónai. Memorandum on the different types of ethnic mixture of population. Paris, 1937.
* Di Kovara Laliş (Beilefeld), hejmara 16, 2001, û hejmara 17, 2002 de hatiye weşandin.