|
Di
çavkaniyan de di navbera serhejmêra êzîdiyan de gelek ferq heye. Sedema
vê yekê ew e, ku li tu dewletan, der barê hejmara êzîdiyên ku dijîn de
lêkolîn nehatiye kirin û serhejmêra wan nehatiye tespîtkirin.
Xêrnexwezên êzîdiyan her tim hejmara wan kêm kirine û hindik nîşan
dane. Bi texmînî, çawa hinek serokanî dinivîsin û wisa jî pê gotina
hinek dîrokzanên êzîdiyan û kesên êzîdî ên pispor, hejmara êzîdiyan li
hemû cîlanê digihije mîlyonekê.
Piraniya êzîdiyan bi eslê xwe li Iraqê jiyane. Eslê wan ji Sîncarê ango
ji çiyayê Şingalê û devera Şêxan ango ji Welatşêxê ku li geliyê Laleşê
ye tê. Geliyê Lalêş cîhwarê pîroz ê zîyareta hemû êzîdiyan e û bi navê
Laleşa Nûranî tê nasîn. Li Şingalê nêzîkî 13 gundên êzîdî hene û
hejmara êzîdiyan nêzîkî 400 hezar kesî ye. Navenda devera Welatşêxê jî
Mergeha Şêxan, Êsivinê ye. Li wê derê hejmara êzîdiyan digihije 100
hezar kesî. Êzîdî li Iraqê, li devera Welatşêxê, li bajêr û gundên
mîna; Êsivin, Cerwan, Mam Reşan, Mûsekan, Qendel, Bêristek, Êsiyan,
Baedrê, Milçeper, Dêdewan, Hesenî, Xetarê, Duxata, Nisêrî, Bêban,
Xorza, Bozan, Taftîya, Sîna, Şarîa, Kelebedrê, Mem Şivan, Xanik, Qepax,
Zeynîa, Keran û Babîrê da û hrw. dimînin. Her wisa êzîdî li Başik û
Behzan, Dihok û Zaxoyê jî dijîn. Her çend serhejmareke dîyar tunebe jî,
dîsa tê gotin ku der dora 600 hezar êzîdî li başûrê Kurdistanê dijîn.
Êzîdiyên li bakurê Kurdistanê ango di nava sînorên Tirkiyeyê de
dijîn jî li Batman (Êlih), Tur-Abdîn, Nisêbîn, Diyarbekir (Amed),
Mêrdîn û li hin navçeyên Sêrtê dijîn. Lê niha piraniya wan koçî
Almanyayê bûne û tê gotin ku li Tirkiyeyê êzidî gelek kêm mane.
Hejmara êzîdiyên ku li bajarên Kurdistanê yên ku di nava
sînorên Sûriyeyê de dimînin jî qasî 30 hezar kesî ye û li bajarên wekî;
Sûrûc, Efrîn, Qamişlo dijîn. Niha jî li Sûriyeyê hejmara êzîdiyan
kêmtir ji 15 hezarî ye. Piraniya wan ango nêzîkî 12 hezarî li Efrînê û
derdora wê dijîn û nêzîkî 3 hezar kesî jî li devera Cizîrê dijîn.
Pir kêm êzîdî jî li Îranê dijîn. Ji niviyê zêdetirî wan li
Şimala Rojavayê Îranê (Makû û Xoy) dijîn. Her wiha tê gotin ku nêzîkî
şeş gundên êzîdî li Kêrmanşahê hene û navenda wan Garmîn e ku li nêzîkî
Kêrmanşahê ye.
Êzîdî di nava axa ku bi Tifaqa Sewrê hatiye diyarkirin de
dijîn. Piranîya êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê bi eslê xwe ji
qezayên wekî Wan, Qers û Surmaliyê ne. Serê sedsala 20’emîn ji ber
zilma dewleta Osmaniyan (kurdên ermenistanê wekî “Roma Reş” binav
dikin) koçber bûne. Li dijî dijminahî û xwînxariya li ber xwe dane, bi
hinceta ku dijminên olî ne hatine qetilkirin, ji cih û warên xwe hatine
derxistin û ji ser axa xwe koçer bûne. Dest ji warê kal-bavên xwe û
milkê xwe berdane û ketine riya mirinê. Gelek ji wan hatine rojhilatê
Ermenistanê û Gurcistanê û li wir bi cih bûne.
Bi texmînî heta salên 1991’an hejmara êzîdiyên li Gurcistanê
digihişte 70 hezar kesî. Li Gurcistanê, piraniya êzîdiyan li bajarên
Tilbîs, Batim, Rûstavî, Têlavî, Kutaîs û hrw. dimînin.
Li Ermenistanê jî beriya hilweşîna Tifaqa Şêwrê hejmara
êzîdiyan nêzîkî 90 hezar mirovî bû û ev hejmar li gorî îstatîskên fermî
jî hatiye piştrastkirin. Heta salên 1950’an li Ermenistanê tenê 31
gundên xwerû êzîdî hebûn. Niha jî li Ermenîstanê û li Gurcistanê,
hejmara êzîdiyan qasî du qatan kêmtir bûye.
Êzîdiyên Ermenistanê li bajar û nehîyên wekî Abovyan, Aparan,
Aragats, Ararat, Artaşat, Aştarak, Vêdiy, Masîs, Naîriy, Oktembêryan,
Talîn û Êçmîadzîneyê dijîn. Piranîya êzîdîyên Ermenîstanê li bajarê
Rewanê, Axûryanê, Gumrîyê (berê Lênînakan), Taşîrê (berê Kalînîno),
Abovyanê, Oktêmbêryanê, Êçmîadzînê û Spîtakê da dijîn. Nava gundên
Ermenîstanê, kîderê piranîya eh’lê wan êzîdî bûn ew in: Hakko (120
mal), Elegez û nêzîkaya 13 gundê nehîyên Aparanê û Aragatsê, Artênî
(120 mal), Bagramyan (120 mal), Gelto (100 mal), Zvartnots (200 mal),
Qamişlû (200 mal), Koranlî, Qibixtepe (150 mal), Sabûnçî (60 mal),
Çetqran (150 mal), Şamîran (200 mal) û hrw.
Piştî ketina (hilweşîn) Tifaqa Sêwrê rewşa aborî ya herêmê xira
bû û ji ber vê yekê jî bi texmînî nîviya êzîdiyan ji Ermenistanê û
Gurcistanê koçber bûn, çûne welatên wekî; Rûsya, Ukraina, Almaniya,
Fransa, Belçîka, Nîderland û çend welatên din.
Li Ûkrainayê êzîdî li van bajar û navçeyan dijîn: Akimovski,
Priazovski, Mêlîtopol, Zaporojiyê. Navçeyên mîna Dnepropetrovskî,
Xerson, Odesay, Kîrovogirad û hrw. Bajarên Zaporoji, Kieve, Odesay,
Xarkov, Donetskî û hrw.
Êzîdiyên li Ûrisatê (Rusya) qasî 70-80 hezar in. Piraniya wan
jî li Moskova, Krasnodar, Yaroslavl û Tambov hrw. Li gelek bajaran jî
saziyên êdîziyan hatine vekirin.
Xanna OMERXALÎ |