|
COGRAFÎ Kurdistan - welatê kurdan - welatekê çiyayî yê fireh e. Ew xwe dirêj dike ser qadeka mezin ji axa Rojhelata Navîn. Ew mîna kerekê heyvê (mang) ji bašurê Kendava Faris dest pêdike û digehe heya Derya Spî li bakurê rojava. Ew ketîye navbera zozanên (platoyên) Îranî li rojhelat û bejikên (stepên) Mesopotamiya li rojava, bilind-zozanên Ermenî li bakur û nizm-axa Anatoliya li rojava.
Qada Kurdistanê bi tevahî nêzikî 520 000 km² an jî bi gotineka din ew bi qasî Fransa an jî Teksas mezin e. Nivîskar û geografistên Grekî û Romî yên dema antîk navê "Çiyayên Zagros" li bilind-axa Kurdistanê dikir. Bi vê jî mebesta wan (welatê Karduchi) an jî kurdên berê. Hinek ji çiyayên herî bilind li Kurdistanê ev in: Çiyayê Alvand 3580m, çiyayê Halgurd 3733m, çiyayê Manzur 3840m û çiyayê Ararat 5165m. KLÎMAT Klîmat (avba) li Kurdistan ji tîpa klîmata Derya Spî ye. Her çar demsal zivistan, buhar, havîn û payîz baš xwe diyar dikin û mirov bi hêsanî hest pê dike. Sîstema ba, tibabek baš baranê bi xwe re tîne ser welat. Baran meha dehan/oktober dest pêdike û dajo heya nîveka meha šešan/junî. Baran bi navincî bo cihên cuda-cuda ji Kurdistanê ne wek yek e û ew tê guhartin di navbera 500 û 1000 mm. Berf û baran barîn, li piranîya deverên bakurê Kurdistan dom dike bêtir ji šeš mehan. Ziviztan berf zaf dibare û temperatur dikeve xwar li hine herêman heya -30°C. Havîn hišk û germ e. Buhar nerm û xweš e. Hingê dešt û newal, gir û çiyayên Kurdistan rengê kesk li xwe dikin û her tištekê bi jîn geš û hišyar dibe, dipiškive, pištî zivistanek sar, dijwar û dirêj.
ÇAVKANIYÊN XWEZAYÎ (RESURSÊN NATUR) Ava çem, rûbar û kaniyên kurdistan bi xišexiš dilive û tê xwar bi ser dešt û newal û lêvên çiyan. Kaniyên xwezayî ji axê dipijiqin wek fontan li her derê welat. Çavkaniyên avê yekcar gelek in. Rûbarên herî giring li Rojhelata Navîn wek Firat, Dicle, xabur, Zabê biçûk û mezin, Diyala, Alwand, Sîrwan, Murad Su û Araz hemu ji bilindahiyên Kurdisan derdikevin. Kurdistan wek dilekê lêdide û avê dide cîranên xwe. Ji aliyê resursên natur (serax û binax) ve, mirov dikare bêje ku Kurdistan yek ji welatên herî dewlemend e li herêma Rojhelata Navîn. Xweza, welatê kurdan xemilandîye bi:
1) Klimatek baš 2) Tibabek xweš ji berf û baranê 3) Netsistemeka kêrhatî ji hebûna avê seranserê salê 4) Çêrgehên qenc 5) Axeka jêhatî ku bihatin û bi xêr û ber e.
Û ji ber van yekan (av, ax, klimat) her sal bi milyonan ton genim û dexil tê durîn. Dahat û berhemên çandinê wek birinc (riz), genim, pempu û tutun bêtir ji pêdivîyan tê afirandin. Cure mêweyên cuda šîn dibin li gir û dal û lêvên çiyan. Kaliteyên pir baš ji sêv, hirmî, hejîr, xox, hinar û tirî bi hejmarek mezin tên çinîn. Kerî û refên bizinan, mîhan û garanên dewaran diçêrin li mêrg û çêrgehên hêšîn û zengîn. Afirînin wek hirî, post, penîr, rûn û bez tê firotin bo welatên cîran. Hinek ji çavkaniyên mineral jî li Kurdistan ev in: Hesin, rejîya kevir (komir), kopper (sifir), zînk (çînko), magnisium, uranium. Lê, dewlemendîya Kurdistan ya herî berçav hebûna wê ya petrolê ye. |