Center Of Yezidi Culture  
   
 
Sunday, 06 July 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
ÊZDÎYATÎ PDF Print E-mail
Tuesday, 24 January 2006
ImageXanna OMERXALÎ Êzdîyatî, yek ji qedîmtirîn dînên kurda û Rojhilatê ye, ku hina gelek aliyan de bi efsûn û ne eşkerabûyî (ne eyanbûyî) ye ku metelmayîbûna xwe diparêze. Heta hatina dînê îslamê, li ser erdê Kurdistanê, piraniyê kurdan şopenderê (duketî) Êzdîyatî û Zerdeştiya klasîk bûne.
Niha hejmarê tevayê kurdan nêzîkî 40 mîlyon kesî ye. Kurdistan cîh û wareke pir berhemdar e û erdnîgariyekê gelek stratejik de cîh digre. Lema jî hertim çavê dagirkeran lê bûye ku bixin destê xwe.
Destpêkê Kurdistan li sala 1639 an, bi hevpeymana Kasr-î Şîrin, di navbera dewleta İran û İmparatoriya Osmanî de hatiye parçekirinê. Paşê jî sala 1923’an de bi hevpeymana Lozanê axa Kurdistanê navbera Tûrkiyê, Îran, Îraq û Sûrî de hatiye parvekirinê. 40 milyon kurd parçe parçe bûne, lê bi vê parçebûna hanê kurd karibûn dînê xwe yê netewî yê hezarsalan xweyî bikin û derbazî nifşên dahatûyê bikin.

Kurdistan warê baweriyan de jî gelek dewlemend e. Cûre-cûre baweriyên dînî, ku ser rûyê dinyayê têne dîtinê, li Kurdistanê hene. Roja îro ji sisê yan du selefê kurdan misilman in, ku piraniyê wan Sûnnî ne û nav de Şîa jî hene. Ji sisê yan yek selefê kurdan jî êzdî, ehl-î Heqq û sûfî ne.

Tê dîyarkirinê ku bingehê dînê êzdatiyê divê di nav dînê civaka Îndo-Îranî de bê lêkolînkirinê. Ji ber ku di êzdatiyê de tomerîya fikirên Îndo-Îranî yên kevin esas in, ku bi fikrên Îndo-Arî ve nêzîkê hev in. Gotina "êzîd", kifşe, ku ji gotina Avêstayê ya „yazata“ tê. Gotina „yazat“ jî ji koka gotinên Îranîya kevin *yaz- tê, ku fêlnîşê gereke ye (–a + ta- → yazata-), ew, ku gere bê hebandinê.

Nava çend sedsalan de, misilmanan ne carek, gelek caran ceribandin ku tevayê êzdîyan qirbikin. Serê sedsala XX an de, bi fermana hukimdarên tirkan, sed hezar êzdî ku dînê netewî yê kurdan dihebandin, bi hovitî hatine qirkirinê. Roja bîranîna mirîyên xwe de êzidî, vê gênosîdê wekî „Roja Xezebê“ nav dikin.

Paşê jî wextê „Anfal“ ê de (navê Sûra 8 an a Quranê ye) êzdî carekî din bi qirkirinekî kokanî re rû bi rû dimînin. “Anfal” navê cêrgeya h´ucûmkirina cengîyê, ku li sala 1988 ji aliyê rêjîma Seddam Husêyn ve hatiye pêşxistinê. Armanca (meremê) vê cêrgeya h´ucûmkirina cengîyê, ew bû ku li İraqê tevayê kurdan qirbikin.

Ji ber sedemên tarîxî, êzdatiyê de hinek guhertin çêbin jî, ev guhertin bingehîn nîne û êzdatiyê heta niha kariye taybetiyên eslî biparêze û ferzên ku bi dînê mezin mexsûs in, xweyî bike: dogma, rê û rism, edet û qaîde, hîyerarşî ya rûhanî û hwd. Xisûsiyetên vî dînî, wisa jî zerdeştî û dînê hindî ew e, ku êzdî gere tenê ji bûyîna xwe êzdî be, kesê ne êzdî nikare êzdî be.

Heta îro jî derheqê pêşdaçuyîna êzdatiyê de fikrekî hevbeş nîne. Bi texmîna merîyên ulimdar hebandina Roj û Agir wek nîşaneya wekhevbûna êzdîyatî û zerdeştiyê dihate dîtin. Bi rastî jî, êlêmêntên notila (mîna) hev hin zêdetir û kûrtir in. Ji her aliyan ve eyankirina her du dînan destûr dide wekî em bêjin, ku êzdîyatî û zerdeştî ne tenê gelek nêzîkê hev in, lê belê koka wan jî yek e.

{mosimahe}Taybetiyên mîna hev, ji aliyê baweriyan de gelek in û her wisa dogmayên mîna hev jî herdu dînan de gelek in. Bo nimûne; duayên her rojê pênc cara, ku di îslamê de heye, ji zerdeştîyê hatiye. Edetê înîtîatîon û nîşanê firqekirinê jî di herdu sîstêmê dînan de anagorî hev in: kirasê sipî yê binî di herdu dînan de û cem êzdîya pêsîra gulover ser kirasê de, ku dibêjinê „girêban“ û cem zerdeştîyan jî ser kirasê de cêbek, ku divêjinê „girêvan“.

Objêyên eslî yên hebandinê di êzdîyatî û zerdeştiyê de ev in: agir û av. Êzdîyatîyê de ji wextê qedîm ve û heta niha jî hebandina agir hatiye xwedîkirinê. Kêmtir be jî eyan e ku av tê hebandinê.

Carina bi êzdîyatî dibêjin „dînê polîtêîstîk“, lê sebeb nîne, wekî êzdatiyê wisa bê navkirinê. Êzdîyatî yek ji dînên monotêîzmî ye.

Sîstêma ola êzdîyan de, cihekî gelek girîng Tawusî Melek digire, ku bi şikilê tawûs nîşan dikin. Wextê berê çend nivîskaran Tawusî Melek wek „nîşanê xirabî“ bi nav dikirin û êzdî jî wek „xirabîperest“ hesab dikirin. Gore fikirên dînî yên êzdîya bi xwe, Tawusî Melek yek ji heft melekan bû, ku Xwedê ew afirandin. Xwedê Tawusî Melek roja yekşemê, ewilê afirand. Ew ciyê here mezin di kosmolojîya êzdîya de digire.

Bona êzdîyatîyê di dîrokê de faktorek gelek ferz û giring Şêx Adî û ulmê wî bû, ku navbera salên 1073 û 1162 dijiya. Di wextê wî de êzdîyatî ji gelek aliyan ve hatiye rêformkirinê. Bi fikrên êzdîya Şêx Adî ne tenê merivêk dîrokî bû ku di êzdatiyê de rêform çê kiribû, lê belê ew heman wext de wek merivek bi keremat, gelek xwedênas û merîyê biçîrok bû jî.

Heta heyama me, tenê du pirtûkên muqedes gihîştine, ku navê wan „Meshefa Reş“ û „Cilvê“ ne . Ew pirtûk bi herfên mexsûs bi zimanê kurdî hatine nivîsînê. Nivîsandin li gorî fikrê êzdîya û wisa jî qaîdê fikrên zerdeştî, aqilbendîya (zandarîya) mexfî ye. Lema divê qedir li dogmayên dînî û fikrên xwedênasan bê girtinê û ew, ji merîyên ku dînê din dihebînin bêne parastinê. Carina jî wisa vedişartin, ku îzin nedidan wekî mirid jî, ji şêx û pîran ulmê dîn bizanbin.

Destûra xwendinê û şirovekirina pirtûkên pîroz tenê ya ruhaniyan bû. Dibe, bi vî sebebî jî belabûîna tevavîyê pirtûkên pîroz nebû û wan li ser jîyana dînî yê her rojê êzdîyan tesîra mezin nekirin. Dînê êzdîyan bê nivîsar û devkî ji nifşekî heta nifşa dinê ji aliyê dê û bavan ve bi zarokan dihate veguhastinê.

Koka ulmê ayînê êzdîya, ne ewqas di du pirtûkên muqedes de hatiye beyankirinê, lê ferzî û qîmetî bona lêkolîn û şirovekirina êzdîyatî qewil û beyt û çîrokên êzdîya ne. Bê wan bi ulmê dînî yê êzdîya û duakirina wan guman nabe. Bi qaîdê qewl û beyt disitirên bi dûçûyîna def û şibab.

Hemû civata êzdîya û praktîka dînî ya wan li ser qesd-têokratîk tê parvekirinê. Êzdî tên parevekirinê li ser rûhanî (dunav) û mirîdan. Rûhanî, li sirîya xwe de, têne parevekirinê li ser şêx û pîran. Wezîfe û borcên şêx, pîr û mirîda her ber bo ber (wirase) ye. Zewac orta van sê qesda qedexbûyî ye.

Demê niha, ku êzdî tevayê dinyayê de belavbûyî ne, piraniyê wan pey dînê qedîm ku dê û bavê wan jî ew dihebandin, diçin. Êzdî anagorê edetên dînî yên kevin dijîn, ku piştî vê êzdîyatî encax bi şiklê guhastinê ve, heta qurnên pêşerojê hebûna xwe dikare pêş de bibe.

*Xanna Omerxalî – dersdara Zankoya Georg-August-Göttingen, Beşê Îrannasî.
Last Updated ( Tuesday, 24 January 2006 )
< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 38 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization