Center Of Yezidi Culture  
   
 
Sunday, 06 July 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
ÊL Û BEREKÊD K'URDÊD-ÊZDÎ Ll QAVQAZA-BAŞÛR PDF Print E-mail
Saturday, 28 January 2006
ImageDi herêma Qavqaza başûr da yanê welatê ûris da k'urdêd-êzdî eva êdî dev-devî 150 sale cî-war bûne. P'iraniya wan salêd 1916-1918 ji ber zulma Romê (Osmaniyê) û sirmaniyê revîne hatine ser e'rdê dewletêd Ermenîstanê û Gurcistanê. Peyî hilşandina dîwana Sovêtistanê êzdiyêd Qawqaza-başûr ji Ermenîstanê û Gurcistanê jî k'oç' dikin diçin welatêd Rûsiayê, Êvropaê û ciyêd mayîn.

K'urdêd-Êzdiyêd Ermenîstanê û Gurcistanê h'emû jî ji e'rdê qezayêd Wanê ö Qersê ya Tûrk'iyê k'oç'ber bûne hatine li vir. Hinek ji wan zûda gîhîştibûne Ûrisêtê, hinek direng. Lê h'emiya xwe gîhandibû ûris û xwc havêt bûne bextê p'adşê ûrisa, Bêç'arî û zelûlî p'ir' bû.
K'urdêd-ezdî yên Qavqaza-başûr ser dû p'erç'êd mezin p'are vedibin: êzdiyêd Zuqurî yanê êzdiyêd ji qeza Wanê û êzdiyêd Ax'baranê yanê êzdiyêd ji qeza Qersê derk'etî.

Civaka êzdiyêd Ermenîstanê û Gurcistanê ser gelek êlan.berekan û beran p'are vedibin. Wek: êla Zuquriyan.êla Sîpkan.êla Xaltan,êla Mehemdan.êla Rojkan-Rojkanî,êla Hesiniyan.bereka Ax'leran.

Herêlek ji aliyê xwe da sergelek berekan.beran û malan p'are ve dibe û ji hev cida dibe. Reqema wan êl û berekan(beran) p'ir'in. Her.e êl û berekêd gir,hene êl 0 berekêd hûr jî. Jimara hinekan ze'fe, jimara hinekan jî hindike. Çendik ji wan êl ö berekan mezinin, xurt û zorin.çendik jî biç'ûk û jarin.

Di vê p'irtûkê da em qasî zanîna xwe navêd êl û berekêd(berêd) k'urdêd-êzdî û navêd gundêd ji k'u jî ewan k'oç'ber bûne lînine ber ç'e'van. Dewrek derbaz biye û cahalêd me cî-warêd kal-bavan di welêt da, K'urdistanê da, bîra dikin û me'niya wê yekê dilsarî dik'eve di welatp'arêziya wan da jî.

Dema k'om kirina û nivîsa meselêd derheqa êl ft berekêd êzdiyan û gundêd warêd wan, çetinayî û serêşandin p'ir' bû. Lê, bi qewata Êzdaê Sor me ew jî kire rêzê û derxiste meyîdanê.

Kêmasî di nîvîsê da hilbet wê hebin.bê wê yekê jî nabe.zemanekî dirêj derbaz biye û ahilêd me, mezinêd me yêd ku ji Romê(Osmaniyê) revî bûn,zûva çûne heqiya Xudê û pêra negîştin hine lêk'olînê fire bi zaniyarî derheqa rewşa êl û berekêti êzdiyan bikirana.

Bi dîtina me, eva yekemîn care wekî di p'irtûkêd zanan da ha hûrgilî û t'omerî derheqa êl û berekêd êzdiyêd herêma Qavqaza-başûv (qezayêd Wanê û Qersê) û êzdiyed welatê Almaniyayê (ji Tûrk'iyê derk'etî) tê be'skirinê.

Raste, bi sebeba t'unebûna îmk'anan, p'ara vê p'irtûkêye bi zimanê k'urdi (kurmancî) bi kurtî hatiye nivîsandinê, lê di p'ara zimanê ûrisî da em fire û dirêj ser wê raeselê lêk'olînê dikin û şiro ve dikin.

"Êzdiyêd Zuqurî'" dibêjne wan êzdiyan k'îjan jî ji qeza Wanê (T'ûrk'iyê) bar kirine hatine ser xaliya Ermenîstanê û Gurcistane cî-war bûnê. Bi navekî mayîn êzdiyêd Zuqurî r'a(êzdiyêd Wanê r'a) dibêjin "ÊlaCangîr-ax'ayê Mendikî".

Êla Zuquriyan ser e'rdê rojhilata gola Wanê h'etanî sînorê îranê (bajarê Sera) sekinî bûn. Gundêd wan rex ç'emê Ava Reş (Qeresû) u ava Godirmê deştêd bilindciye nava ç'iyan da cî bibûn.Çend gundêd Zuquriyan aliye sînorê îranêye mayîn jî hebûn.

Di nava êla Zuquriyan da du malên ax'ayên navdar û qedirbilinil hebûn. Yek mala Can^r-ax"ayê Xctîb-ax'ayê Mendikî bû, yê dinê jî mala Simoyê Ceto-ax'ayê Rcşî bû. Di e'slê xweda mala Simoyê Ceto-axa mezin bû. Lê Cangir-ax'a mêrê mêran û mêrxasekî p'ir' jîr û êgin bû. Sereskerekî p'ir zane û beled bû. Bi serk'artiya û rêbirtiya wî êzdî ji destê sitmaniyê û Roma Re§ xilaz bûn derk'etne fireqetiyê. Cangîr-ax'ayê Mendiki şervanekî zor bû. Lê,sed h*eyîf,felek pê r'a xayîn derk"et. Dengbêjêd êzdiyan êp'êce k'ulam havêtine ser mêraniya wî.

Êzdiyêd ji Qersê - Ax'baranê (neh'îke di Ermenîstanêda, dora ç' iyayê Elegezê) di h'emû dayîrêd qeza Qersê, Bazîdê û SurmeUyêda diman. Gundêd wan di nava gundêd k'urdêd-bisirman û ermeniyan da cî girtibûn.

Di nava êzdiyêd Qersê da mala K'ok ax'a (Çoban ax.'a) û mala H'esen-begê ji êlaHesiniyank'ivş bûn.
Last Updated ( Wednesday, 24 May 2006 )
< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 57 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization