|
Xorteki kurd li metroya Moskovaye hat kustin |
|
|
|
|
Friday, 17 March 2006 |
 16/3/2006.Li paytextê Rûsyayê li Moskovayê xortekî kurd ê 22 salî ji bal rastgirên nîjadperest ên rûs bi kêrê hat kuştin, hevala wî ya keçik jî hat birîndarkirin.Li Moskovayê li metroya taxa Peslovke nîjadperestên rûs li ser xortê kurd ê êzîdî ê bi navê Robert Feroyan û keçika hevala wî kom bûn bi 14 derbên kêran ew kuştin. Keçika kurd a bi navê Maya Çoloyan jî bi kêrê hat birîndarkirin.
Keçika birîndar diyar kir ku ew û hevalê xwe êvarê saet di 20:00 de li Metroyê bûne ku li trênê siwar bin, nasyonalîstên rûs êrîşî wan kiriye.
Cesedê gêncê kurd li Nexweşxaneya Miticî li morgê tê hêlan. Berpirsên rûs nahêlin rojnamevan nêzî nexweşxanê bibin. Malbata lawik li benda miriyê xwe ye lê cenaze hîn nehatiyê dayîn ji bo wan.
|