|
DERHEQA PIRTUKA EMERIKE SERDARE TEZEDA |
|
|
|
|
Monday, 20 November 2006 |
 Sala 2006-a paytextê Ermenîstanê Yêrêvanêda berevoka serpêhatî û kurteromanê nivîskarê kurd Emerîkê Serdar bi kurdî (bi tîpê latînî) çap bûye. Navê berevokê "Gundê me"-ye. Eva berevoka nivîskarê pêncane. Hetanî vê pirtûkê sê berevokê wî bi kurdî çap bûne ("Destê dê", "Îdî dereng bû", "Dengê dil"). Berevokeke wî bi navê "Dewetek du cara kirin" sala 2005-a Yêrêvanêda bi zimanê rûsî çap bûye û ji alîê xwendevanê rûsda baş hatye qebûlkirinê.
Berevoka "Gundê me"-da ew serpêhatî û kurteromanê nivîskar cî bûne, ku
ewî van salê dawîê nivîsîne. Ew efrandin bingehî derheqa jyana gund,
heleqetîêd merya, erf-edetê me, merxasya jina kurd, xeysetê kurdayî
miletîê û tiştêd mayîndanin.
Pirtûk 152 rûpêle, kurmancîke delal hatye nivîsarê û bi hewaskarî tê xwendinê.
Rêdaktorî pirtûkê kirye dota wî Nûra Emerîk.
Emerîkê Serdar endamê Yektîêd nivîskar û rojnemevanê Ermenîstanêye. E.
Serdar sala 1986-a layîqî navê rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdarî
hurmetlî bûue. Ewî 47 sala dereca rojnemevanya kurdîda kar kirye: 3
sala radîoa Yêrêvanêye kurdîda, 44 sala rojnema "Rya teze"-da - 15 salê
dawîê berpirsyarê (rêdaktor) rojnemêyî sereke bûye. Ewî 11 nav pirtûkê
bedewetîê û sîasyê ji zimanê ermenî û rûsî welgerandye kurdî û daye
çapkirinê.
Nûrê Serdar
Amedekirin ji bo malpera Ezdixane.com |